Qêrîna çalakvanek ji Morîtanyayê: Divê tecawiz û tundiya li dijî jinan raweste

Çalakvana Hiqûqî Sîham Hemadî ragihand ku li Morîtanyayê tenê îsal, 366 rewşên destdirêjiyê tomar kirine û bang li hikûmetê kir ku pêşî li van bûyeran bigre.

XEDÎCE ŞÊXNA

Morîtaniya- Di 2'ê Kanûnê de li paytexta Morîtanya Newakşotê jineke ciwan li mala bavê wê yê nexweş, di bin gefa çekan de rastî destdirêjiya komî hat. Ev bûyera hovane bû sedema zêdebûna hêrsa çalakvanên hiqûqî û saziyên jinan. Çalakvanên jin gotin ku sedema van bûyeran, nebûna zagonan e.

Çalakvana Hiqûqî ya di Rêxistina Zagona Jinan û Koordînasyona Bernameya Parastinê û Cureyê di Komeleya Morîtaniya ya Tenduristiya Dayîk û Zarokan de Sîham Hemadî ji ajansa me re behsa zêdebûna rewşên destdirêjiya li hember jinan kir. Sîham diyar kir ku zêdebûna vê diyardeyê, encama siyasetên bêdengiyê yên li hember wê, ji beriya salên dirêj tê. Sîham da zanîn ku ji ber bi ‘exlaqê’ ve tê girêdan ev bûyer zêde dibin.

‘Zagonên sûcdaran rawestînin tunene lewma zêde dibin’

Sîham Hemadî destnîşn kir ku ev diyarde gelekî zêde bûye û wiha got: “Keçek 20 salî li ber çavê bavê xwe yê astengdar, rastî destdirêjiya 3 mêran tê. Piştî vê bûyerê me dest bi insiyatîfeke gilîkirina rewşên destdirêjiyê ji Komîsyona polîsan re kir. Divê em jinên rastî destdirêjiyê tên biparêzin û riya wan a ber bi dadweriyê ve hêsan bikin. Ev, erka me ye. Ji ber ku zagonên sûcdaran rawestînin tunene, di encamê de heman kiryar ji demekê heta demekê pêk tên. Sedemên van destdirêjiyan ew e. Hilweşîna rewşa aborî jî kiryaran zêde dikin.”

Îsal 366 rewşên destdirêjiyê tomar kirine

Di dewama axaftina xwe de Sîham Hemadî ragihand ku komeleyên hiqûqî yên ew jî di nav de ye, îsal 366 rewşên destdirêjiyê tomar kirine û wiha got: “Ji sedî 86’ê wan, keçên ji 18 salî biçûktir bûn. Divê aliyên têkildar planan deynin holê, da ku sûcdar werin rawestandin û piştgiriya jinan a qanûnî hebe. Bi taybetî jî piraniya kesên tundî li wan dibe, ji beşên lawaz in. Niha zagona parastina zarokan a ji sûc, ji sala 2005'an ve tê meşandin û zagona ji sala 2017’an ve parastina zarokan misoger dike, baş e.”

Jin 4 şahidan nîşan nede sûcdar nayên darizandin

Sîham Hemadî metirsiya xwe ya ji nebûna zagoneke parastina jinên ku tundî li wan dibe anî ziman û wiha got: “Ger ku jina tecawiz lê bûye 4 şahidan nîşan bide û ger ducanî be, ancax sûcdar tên girtin û bi sûcê zînayê tên darizandin.”

‘Bila hikûmet berpirsyariya xwe bicih bîne’

Sîham Hemadî anî ziman ku ew ê sûcdarên vê bûyera destdirêjiya hovane efû nekin û wiha got: “Doz bûye doza raya giştî û kolanên Morîtanyayê kirine yek. Herkes piştgiriya vê dozê dike."

Bila hikûmet erka xwe bicih bîne

Di dawiya axaftina xwe çalakvana Hiqûqî Sîham Hemadî daxwaz ji Hikûmeta Morîtanyayê kir û wiha got: “Bila hikûmet bi hemû dozan re bi heman rêbazî mijûl bibe. Bila bê cudahî baldariyê bide wan. Ji ber ku berpirsyariya mezin li ser milê hikûmetê ye.”