Polîtîkayên ku li ser wekheviya zayendî tên avakirin divê bên destekkirin’

Siyasetmedar Reem Farahat da zanîn ku têkoşîna jinên Fîlîstînî ya ji bo tevlîbûna siyasetê ya demdirêj ji aliyê hişmendiya mêr ve hatiye astengkirin û xwest polîtîkayên wekheviya zayendî bên destekkirin.,

NAGHAM KARAJEH
Xeza – Jinên Filistînî ji sala 1929’an ve di nava siyasetê de ne. Lê di qonaxa niha de tê dîtin ku jin di nava partiyên siyasî de negihîştine pozîsyona serokatiyê. Di lîsteyên ku di pêvajoya hilbijartinê de hatine diyarkirin rêjeya jinan ji sedî 20 derbas nabe, lê hebûna jinan li navçeyên hilbijartinê hema bêje tune ye. Tevî ku Meclîsa Navendî biryara zêdekirina kotaya jinan a di pêkhateyên dewletê de ji sedî 30 qebûl kir jî, ji ber pergala baviksalarî û çanda partîzanî ev biryar qismî pêk tê. 

'Di nûnertiya siyasî de valahiyeke mezin heye'

Siyasetmedar Reem Farahat der barê tevlîbûna jinan a siyasetê de nirxandinan kir. Reem Farahat diyar kir ku jinên Filistînî di têkoşîna azadî, edalet û bidestxistina mafên xwe de bi awayên cuda rastî tundiyê tên û wiha got: "Jin her weha bi sînorkirinên malbatî û eşîrî û pirsgirêkên civakî re rû bi rû dimînin ku beşdarbûn û hebûna wan a bi bandor inkar dike."

'Divê mafên jinan bên qebûlkirin'

Reem Farahat destnîşan kir ku divê di çarçoveya Peyman, qanûn û polîtîkayên navneteweyî yên ku wan erê dikin de tevlêbûna jinan a di nava siyasetê de bê mîsogerkirin û wiha gotinê xwe domand:“Divê hemû mafên jinan bên qebûlkirin û wekhevî bê cudahî bê misogerkirin. Divê jin xwedî li vîna xwe derkevin û tevlî siyasetê bibin. Peymana Têkoşîna Li Dijî Cûdahiya Li Ser Jinê dihêle ku jin rola xwe bilîzin, xweseriyê bi dest bixin û rewşa xwe ya civakî, aborî û siyasî baştir bikin.”

'Rêxistinên civaka sivîl veguherî avahiyên burokratîk'

Reem Farahat diyar kir ku rêxistinên sivîl veguherî pêkhateyên burokratîk û di navbera wan û tevgerên jinan de mesafe çêkir û got ku ev rewş bandoreke neyînî li beşdarbûna jinên Filistînî ya mekanîzmayên biryardanê dike. Reem Farahat bi bîr xist ku xala 56’an cudahiyê naxe navbera zayendan û destûrê dide jinan ku di saziyên navneteweyî de cih bigirin û wiha pê de çû:
“Zagona hilbijartinê di sala 1995’an de hate derxistin û li gorî vê yekê jin di saziyên qanûndanîn û rêveberiyê de cih girtin. Rêjeya beşdarbûna li Lijneyên Serokomariyê ji sedî 49 hejmara hilbijêran derket. Her wiha xala 4’emîn a Qanûna Perwerdehiyê ya ku di sala 1998’an de hatiye derxistin, ku derfeta fêrbûnê di hemû astên perwerdeyê de garantî dike, garantiya kar bi rê ve dibe.”

‘Li hemberî komên jinan ên lewaz û xizan îhmaleke eşkere heye’

Reem Farahat da zanîn ku saziyên jinan ji bo mafên jinan ên siyasî, aborî û civakî civîn, lêkolîn, weşan û komxebatan pêk tînin û ev sazî li gorî feraseta femînîst li ser guhertina qanûnan dixebitin û wiha got:“Rêxistinên jinan ji bo guhertinên di qanûnên wekî Qanûna Medenî, Qanûna Ceza û Hiqûqa Kar de pêk bînin û li ser temen zewac, nefeqe, desteserkirin, xanî, mîrasî, kuştina namûsê û mijarên din pêşniyarên alternatîf bidin. Ev xebat li gorî peymanên navneteweyî hatin kirin.“
Reem Farahat da zanîn ku di encama têkoşîna jinan de qanûnên plansaziyên pêşketinê yên ku rasterast bandorê li beşdariya wan a siyasî dike hatin derxistin û wiha berdevam kir:“Li hemberî komên jinan ên lewaz û xizan îhmaleke eşkere heye. Li dijî van polîtîkayan meş hatin lidarxistin û ji Meclisa Zagonsaz re rêziknameyên adil hat xwestin. Ji bo yasayên dadperwer gelek anketên raya giştî hene ku piştgirî didin reform û guhertina."

'Divê jin bi awayekî aktîf tevlî nîqaşan bibin'

Reem Farahat a ku xwest polîtîkayên li ser esasê wekheviya zayendî destek bê dîtin ev daxwazên xwe wiha anî ziman: “Divê jin di rêveberiyên payebilind û biryardayînê de cih bigirin û ji bo jinan jîngeheke ewle bê avakirin. Em dixwazin qanûn ji bo beşdarbûna aktîf a jinan di diyalog û nîqaşên siyasî de bên amadekirin. Çalakiyên siyasî bersiv nedan pêdiviyên hin komên jinan. Ji ber ku ev kom di nav derdoreke girtî de hatiye heps kirin, ji beşdarbûn, pevguhertina ezmûnan û ji mafên siyasî, aborî û çandî bêpar e.”