Karatevan Bîta Aktarî ya ji Tebrîzê ji aliyê 6 hakeman ve hat derbkirin

Karatevan Bîta Aktarî ya ji Tebrîzê ku di pêşbirka karateyê ya li Tebrîzê de ji aliyê 6 hakeman ve hat derbkirin, ji ber derbên ku lêketin 12 rojan li nexweşxaneyê hat dermankirin.

Navenda Nûçeyan- Karatevan Bîta Aktarî ya di pêşbirka karateyê ya parêzgeha Tebrîzê di 17’ê Tebaxê de pêk hat ji aliyê 6 hakeman ve bi giranî hat derbkirin.

Werzişvana ku damarê wê teqiya hat emeliyatkirin; 12 rojan li nexweşxaneyê hat dermankirin.

Dayika karetevan Bîta Aktarî ya ku nikaribû beşdarî maçên hilbijartina tîma neteweyî bibe, li ser hesabê xwe yê medyaya dijîtal ev peyam parve kir:

"Di destpêka pêşbirka ku di 27’ê Tebaxê de li Tebrîzê hat lidarxistin û hakeman îtîraz kirin de, keça min Bîta û hevala wê ji bo hevalên xwe yên tîmê tezehirat kir. Yek ji hakeman êrîşî keça min kir û tevî hakemên din porê keça min kişand û bi awayekî giran wê derb kirin. keça min Bîta ji ber lêdanê ji ser hişê xwe çû, di encama birînan de emeliyat bû. Niha gelek zehmetiyan dikşîne û bi zorzê dimeşe.

Nêzî 6 hakeman êrîşî keça min kirine. Piştî ku ji ser hişê xwe çû, agahîdayîna polîsan hatiye astengkirin. Herî dawî keça min rakirin nexweşxaneyê. Damarên ling ên keça min bi awayekî giran zirar dîtin û birîndar bû. Li hemû derên bedena wê de birîn hebûn. Mixabin keça min ji ber ku 12 rojan li nexweşxaneyê ma, nikaribû bikeve ezmûnê. Her wiha, Bîta ji ber astengiya xwe maçên pêşbirkê yên tîma neteweyî jî winda kir. Bûyer sewqî heyeta dîsîplînê hat kirin. Keça min emeliyat bû, niha ji nû ve dest bi meşê dike.