‘Polîtîkaya koçberkirinê didin meşandin’
Navenda Koordînasyona Krîzê ya Amedê banga xwedîderketinê kir û geşedanên li herêmê ragihandin.
Amed – Navenda Koordînasyona Krîzê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Amedê der barê erdhejê de li avahiya Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Peyasê civîna çapemeniyê li dar xist. Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) yê Amedê Hayrettîn Altûn, Hevserokên HDP’a Amedê Gulistan Atasoy û Zeyad Ceylan û Hevberdevkê Koordînasyonê Abbas Şahîn di daxiyaniyê de cih girtin.
‘Piştevaniya gel hêvî da’
Beriya daxuyaniyê Hevseroka HDP’a Amedê Gulitan Atasoy axivî û da zanîn ku di erdhejê de bi deh hezaran kesan jiyana xwe ji dest dane malên wan hilwşiyane û gelek kesên ku li kolanan mane hene û wiha got: “Em soz didin ku em ê bi piştevaniyê van birînên xwe bipêçin. Ji roja destpêkê ya erdhejê ve desthilatdarî ji bo mudaxelyê gelek dereng maye û ev derengmayîn jî ji ber polîtîkayên yêkperest û navendî derketin holê. Lê belê piştevaniya gel hêvî da. Li dijî fikra dewletê ya milîtarîst piştevaniya kolektîf pêwîstiyek bingehîn e. Li Amedê tenê 6 kavil hebûn, ji ber kêmaniyan di 13 rojan de bû sedema mirina 409 kesan. Koordîasyona Krîzê ya HDP’ê ji roja yekem ve li hemberî hemû qeyûman, me bi saziyên xwe re xebat da meşandin. Me hewl da bi qasî ku ji destên me tê em li kêleka gelê xwe bin. Ne tenê li Amedê, em li bajarên din jî di nava pitevaniyê de bûn.”
‘Desthilatdarî bû qatilê bi deh hezaran kesan’
Di daxuyaniya navenda Koordînasyona Krîzê ya Amedê de bal hat kişandina ser erdheja 1999’an wiha hat gotin: “Desthilatdariya ku bi polîtîkayên rojane dixwaze dema xwe dirêj bike, bû qatilê bi deh hezaran mirovan. Bi derxistina efuya îmarê re ji kontrolkirina çêkirinê dûr, ruxsat da bi sedhezaran cihan û ev jî vegerand şova xwe ya siyasî, di heman demê de plana van rojan kiribû, ev polîtîka ji bo vê civakê bû felaket û wê berdewam jî bike.”
Li 120 qadan xebat hatin kirin
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di erdheja li Amedê de di saetên destpêkê de li şûna rayedaran gel û însyatîfa gel çûne qadên bûne kavil û wiha hat gotin: “Xwegihandina kavilan û xebatên ji bo rizgarkirinê, hinek dereng bû, bi giştî tenê 6 avahî ketibûn. Mudaxeleya ku aliyê teknîkî ve kêm maye, piştî 13 rojan bi dawî bû, di encama hilweşandina avahiyan de tenê li Amedê 409 welatiyan jiyana xwe ji dest dan. Ji roja ewil a erdhejê ve partiya me koordînasyona krîzê ava kir û bi awayekî organîze xwe gihîştand cihên erdhejê û seferberiya alîkarî û piştevaniyê da destpêkirin. Di heman demê de 180 qadên kombûnê hatin tesbîtkirin û ji 120’an cihan re hevalên me hatin peywirdarkirin. Li qadên lihevkombûnê bi awayek lezgîn pêwîstiyên xwarina germ û betaniyeyê gihandin û di pêvajoyên piştre de pêwîstî hatin tesbîtkirin. Ji dema destpêkê ve heta niha bi dehhezaran qapên xwarina germ gihandin qadên lê kombûnê û li gorî pêwîstiyan wê ev xebat berdewam bike.”
100 Tir alîkarî şandin
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku gelê Amedê birînên xwe derman kirine û di heman demê de ji bo 9 herêmên ku ji erdhejê bi bandor bûne alîkarî û piştevaniya dilxwazan hebûye, pergala xwerêxistinkirinê çawa dibe xwe nîşanî her kesî da. Tenê li Amedê heta niha pêwîstiyên bingehîn, cil, xwarin û amûrên germkirin û pêwîstiyên bicihbûnê ji bo herêmên ji derve 100 Tir malzemeyên bingehîn ên jiyanî hatin şandin.
Banga piştevaniyê
“Dewleta ku 3 rojên destpêkê qet nehat herêmên erdhejê niha jî alîkariyan asteng dike. Hewldana çend kesan a ku ji bo berjewendiyên hemû civakê bindest bike, encama polîtîkayên dagirkerî û şer e. Ev zîhniyeta bi xespê ku gel ji nêz ve dît û zasiyên sivîl ên li bajar, însiyatîfên sivîl li ruxmê hemû zextan, wê dest ji berdewamkirina piştevaniyê bernedin û birînên gel bipêçin. Bi astengkirina alîkariyan, gel mehkumî konan dikin û polîtîkayên koçberkirinê dimeşînin.”
Di daxuyanê de bal hat kişandin ser têkoşînê û wiha hat gotin: “Em bang li gelê xwe dikin ku li dijî oportunîstên ku hewl didin ji felaket û mexdûriyetê sûdê bigrin bibêjin ‘Mala Min, Mala Te Ye.’ Em bang li xwediyên xaniyan dikin ku ji bo heqê kirê bi hestiyar bin û bi dilxwazî bi gelê me re hevkariyê bikin.”