Polîsên Îranê 17 zarok qetilkir
Koma Kampanyaya Çalakvanên Beluç ragihand ku polîsên Îranê di çalakiya 'Îna bixwîn' de 17 zarok qetil kirin.
![](https://test.jinhaagency.com/uploads/ku/articles/2023/03/20230310-20230310-20230310-kwdkan-janbakhty-blwch2023-3-10-jpg967fca-image-jpg72c43d-image-jpg4df3bc-image.jpg)
Navenda Nûçeyan – Li gorî nûçeya Koma Kampanyaya Çalakvanan Beluc; Di dema serhildanên ku ji 16’ê Îlona 2022ê ve li Îran û Rojhilatê Kurdistanê berdewam in, hat diyarkirin ku di çalakiyên 8’ê Cotmeha 2022ê de li parêzgeha Sîstan û Belûçistanê 17 zarok ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatin gulebarankirin û kuştin û di heman çalakiyê de 15 kesan çavên xwe wenda kiri ye.
Di xwepêşandanên li Zahîdanê ku bi navê ‘Îna bixwîn’ tê naskirin, zêdeyî 100 kes hatin kuştin, gelek kes birîndar bûn û bi dehan kes jî hatin girtin.