Polîsê tacîzkar kirin midûrê polîsan!

Amîrê polîsan Hanîfî Zengîn ku bi astengkirin û gefxwarina li rojnamegerên jin ên di çalakiyên protestoyî yên li Stenbolê de tê nasîn, tayînê Midûriyeta Emniyetê ya Navçeya Başakşehîrê hat kirin.

Navenda Nûçeyan- Amîrê Emniyetê Henîfî Zengîn ku der barê wî de bi giliya gefxwarinê lêpirsîn hat destpêkirin û ji ber tacîzê jî serlêdana sûc hat kirin, bi peywira nû hat ‘xelatkirin.’ Henîfî Zengîn ji Alîkariya Midûriyeta Polîsan a Parêzgehê, bû Mudurê Emniyetê yê Navçeya Başakşehîrê.

Henîfî Zengîn dema ku di tayînkirina 1'ê Hezîranê de Midûrê Şaxa Ewlehiyê ya Stenbolê bû, bû Alîkarê Midûrê Emniyeta Parêzgehê.

Der barê Henîfî Zengîn ê ku ji ber gefxwarin, tundî û tacîza li dijî rojnamegeran gelek serlêdanên sûc hatibû kirin, tevî ku hat îsbatkirin di xwepêşandanekê de îstîsmar li jineke kiriye jî nehat darizandin.

Şêwirmenda parlamenterê Partiya Kedê Îskender Bayhan ê di çalakiya Dayikên Şemiyê ya hefteya borî de hat binçavkirin Ekînsu Daniş diyar kir ku ji aliyê Hanîfî Zengîn ve rastî tundiya fîzîkî û devkî hatiye.