Kesên di çalakiya Dayikên Şemiyê de hatibûn binçavkirin hatin berdan

21 kesên ku di çalakiya Dayikên Şemiyê de bi kelebçe hatibûn binçavkirin serbest hatin berdan.

Navenda Nûçeyan- 21 kesên ku di çalakiya Dayikên Şemiyê/Gel de bi kelepçeya paş ve hatibûn binçavkirin, piştî îfadeya li midûriyeta polîsan hatin berdan.

Dayikên Şemiyê li ser hesabên xwe yên medyaya dîjîtal serbest berdana kesên hatin binçavkirin daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Îsrara di bêhiqûqiyê de nikare me ji têkoşîna me, daxwaza me ya heqîqet û edaletê dûr bixe."

Navê kesên hatin berdan wiha ne:

“Hanîfe Yildiz, Mîkaîl Kirbayir, Osman Karker, Alî Tosun, Îkbal Eren, Alî Ocak, Oya Ersoy, Leman Yurtsever, Îsmaîl Yûce, Nîmet Tanrikûlû, Cuneyt Yilmaz, Omer Kavran, Denîz Aytaç, Davut Eşrefk, Davut Dilîşm, Davut Ersoy Ardaş, Esma Nur Yıldız, Selîm Derelioglu, Begali Kurnaz û Canan Yildirim.”