Platforma Jinan a Şahmaranê rapora tundiya li dijî jin û zarokan a 2023’an eşkere kir
Platforma Jinan a Şahmaranê rapora xwe a derbarê tundiya li dijî jin û zarokan a sala 2023’an eşkere kir û diyar kir ku herî kêm 5 jin û 5 zarok hatine qetilkirin û 11 jinan jî bi awayek guman jiyana xwe ji dest dane.
Navenda Nûçeyan- Platforma Jinan a Şahmaranê di civîna çapemeniyê ya li Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) rapora xwe ya sala 2023'an a tundiya li dijî jin û zarokan eşkere kir. Di civînê de endama platformê Mizgîncan Arsû axivî û diyar kir ku rapor li gorî serlêdanên ku li platform û pêkhateyên platformê hatine kirin û dozên ku hatine şopandin hatiye amadekirin.
Mizgîncanê Arsû diyar kir ku rapor daneyên di navbera 1'ê Çile û 31'ê Kanûna 2023'an de digire nav xwe û got: “Dema em li daneyên raporên tundiyê yên 2023'an dinêrin, tê dîtin ku roj bi roj tundî zêde dibe û mirina jinan a bi guman, tacîz, tecawîz, destdirêjiya zarokan û qetlîamên li ser zarok û jinan jî zêde dibe. Em di pêvajoyeke ku tacîza darazê ya li ser jinan, binçavkirin û girtin zêde dibin, tecrîda li girtîgehan roj bi roj kûrtir dibe, kuştina jinan hatiye asta qirkirinê re derbas dibin û hewl tê dayîn jin ji têkoşînê bên dûrxistin."
Tundiya li dijî jin û zarokan
Mizgîncan Arsû da zanîn ku jin nikarin di hemû qadên jiyanê de bi awayekî wekhev cih bigirin û mafê wan yê jiyanê tê binpêkirin û wiha got: “Li tevahiya bajêrê Mêrdînê herî kêm 11 jinan bi gûman jiyana xwe ji dest dane, herî kêm 43 jin rastî êrîşa zayendî hatiye kirin û herî kêm 5 jin hatine qetilkirin. Eşkere tê dîtin ku jinên hatine qetilkirin herî zêde ji aliyê hevjîn, heskirî yanî kesên nêzî xwe û xizmên xwe ve hatine qetilkirin.
Di rapora bi sernavê ‘Heta jin azad nebe civak azad nabe’ dest pê kir de, ev dane hatin rêzkirin.
“* Li gorî daneyên di çapemeniyê de derketine; Herî kêm 11 jinan bi awayek gûman jiyana xwe ji dest dane. Tê îdiakirin ku piraniya van mirinan di encama ketina ji bilindahiyê de rû dane.
* Li tevahiya bajar herî kêm 5 jin hatine qetilkirin. Hat diyarkirin ku herî zêde jin ji aliyê hevjîn, heskirî û an jî xizmên xwe ve hatine qetilkirin.
* Di daneyên ku li edliye û ji raya raya giştî re hatine eşkerekirin de hat diyarkirin ku herî kêm 43 jin rastî êrîşa zayendî hatine.
* Di navbera 01'ê Çile û 31'ê Kanûna 2023'an de 281 jinan ji bo hevberdanê û 46 jinan jî ji bo nefeqê ku dozê vekirin serlêdan kirine.
* Dîsa li gorî daneyên ku di çapemeniyê de derketine; Hat diyarkirin ku herî kêm 5 zarok hatine qetilkirin û tacîz, tecawiz û tundiya li ser zarokan ji malê derbasî qadên perwerdeyê bûye. Li gorî daneyên ku ji darazê û raya giştî re hatine eşkerekirin, di qeydên fermî de hatiye tespîtkirin ku herî kêm 270 zarok bi êrîşa zayendî re rûbirû mane, herî kêm 172 zarok jî bi destdirêjiyê re rûbirû mane, herî kêm 3 zarokan zarok anîne, herî kêm 1 zarokek bi zexta zewacê re rûbirû maye. Hatine dinê. Zarok bi zorê hat zewicandin.
Durûtiya darazê
*Baran Kizil ê ku hewl da tecawizî Îpek Gulşen bike, lê bide û ew xapand, hat tahliyekirin.
* Çawişê pispor Eyûb K. yê ku li navçeya Nisêbînê 4 zarok tacîz kirin, bi şertê kontrola edlî hat berdan.
*Piştî ku 25 sal cezayê girtîgehê li Serkan Ozgun ê ku li Mîdyadê jina Êzidî Baran Hasan Raşo qetil kir, ji aliyê Dadgeha Îstînafê ve hat betalkirin, doz ji nû ve hat dîtin û dîse ji ber daxistina cezayê tenê 25 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn.
* Der barê dayika Pakîstanê, 4 xwişk û birayên wê û 12 kesên ku 10 jê jin tev li çalakiya ji bo Pakîstan Demîr ê ji aliyê Mehmet Emîn Oner ve hatibû qetilkirin bûn de doz hat vekirin.
* Cerdevan Yakup A. û Çetîn T., Harun Y. û Suud O. yên ku li Mêrdînê tecawiz li jineke 22 salî kirin hatin binçavkirin. Ji aliyê Dadgeha Cezayê Sulhê ya Dêrikê ve ku sewqî dadgehê hatin kirin, bi hinceta “kontrola edlî dê giran be” hatin berdan.
* Li Edliyeya Midyadê Pisporê Tiba Edlî Dr. Gozde Bagci ji aliyê dozgerê navçeyê Mehmet Saît D. ve hat derbkirin, giliyê wî kir.”
Polîtîkayên şerê taybet
Di raporê de jinan bal kişandin ser polîtîkayên şerê taybet ên li bajêr û hat gotin polîs û leşker fûhûşê li ser gelek jinên li navçe û navenda bajêr ferz dikin û dixwazin bi şantajê wan bixin. Di raporê de têkildarî polîtîkayên şerê taybet ev tişt hate gotin: “Polîtîkayên şerê taybet ên li Dêrikê hîn kûr bûne. Ev polîtîkayane bêtir ji ser ciwanan tên meşandin. Madeyên Hişbir li ciwanan tê belavkirin. Curbecur polîtîkayên qirêj ketine meriyetê. Bi rêya bandora hişbirê vîdeoyên zarokan tên kişandin û ji ser van vîdeoyana şantaj li wan tên kirin û tecawizî wan tê kirin. Bi taybet li cihên ku têkoşîn lê zêde ye ev polîtîka dikevin meriyetê. Polîs û leşker dixwazin ev kes ji têkoşînê dûr bikevin. Di demê dawî de bikaranîna madeyên hişbir li ber dibistanan û di nava dibistanan de zêde bûye.
Gelek ciwan û zarok ji ber bandora madeyên hişbir bi tecawizê rû bi rû dimînin. Bi serlêdana malbatan ev tişt derketiye holê. Bi destên sîstemê di temenê biçûk de zarok tên xapandin û bi şantajên curbecur rû bi rû dimînin. Ji ber gef li wan tên xwarin ber bi întiharê ve jî tên kişandin. Kesên bi ûniforma bi cesareta ku ji sîstemê digirin dibêjin 'tiştek bi min nayê' û ev yek jî encama polîtîkayên şerê taybet a mêr dewletê ye. Gelek kesên di nava çeteyên fuhuşê de cihê xwe digirin leşker û polîs in. Ev yek jî mirov dide fikirandin. Polîtîkayên bêcezahiştinê yên daraza mêr dibe sedem ku tundî zêde bibe. Bêcezahiştina bersûcan wan wêrek dike. Ev jî dibe sedema zêdebûna komkujiyan.”
Sîstema perwerdeyê
Di raporê de jinan bal kişand ser sîstema perwerdê û ev tişt hate rêzkirin:
“*Wezareta Perwerdeya Neteweyî (MEB), bi pirtûkên amade dike zayendperestiyê sor dike û dibe sedema newekheviyê.
* Di maddeyên MEB'ê de zewaca di temenê zarokatiyê de asayî tê nîşandan û pêşî li zewaca di temenê biçûk de tê vekirin.
*Tê xwestin bandora waqif û cemaatan a di sîstema perwerdeyê de zêde bibe.
*Pirsgirêkên li wargehên perwerdeyê zêde dibin. Derbarê xwendekarên vê yekê şermezar dikin jî lêpirsîna dîsîplînê tê destpêkirin.
*Polîtîkayên desthilata bi zihniyeta baviksalarî tev digere dixwaze li gor îdeolojiya xwe teşe bide perwerdeyê.
Polîtîkayên asîmîlasyonê
*Polîtîkayên asîmîlasyonê yên li ser zimanê dayikê her diçin zêde dibin û kûr dibin. Bi polîtîkayên yekzimanî zimanên din tune tên hesibandin.
*Êrişên li ser zimanê kurdî her diçin zêde dibin. Ji bo zarok zimanê xwe yê dayikê bi kar nînin polîtîkayên asîmîlasyonê yên curbecur tên bikaranîn. Girtina dibistan û qursên bi zimanê kurdî encamên van polîtîkayan e.
*Armanca polîtîkayên asîmîlasyonê ew e ku civak bi taybet jî jin ji çand ziman û ji hebûna xwe dûr bikevin. Dixwazin bi van polîtîkayana civak ji têkoşîna xwe dûr bikeve.
Civîn bi dirûşma "Jin jiyan azadî" bi dawî bû.