Piştî vekişîna Tirkiyeyê ji Peymana Stenbolê, qetilkirina jinan zêde bû

Endamên Rêveberiya Kongreya Star li navçeya Til Temirê, qetilkirina Endama HDP'ê Denîz Poyraz şermezar kirin û dan zanîn ku piştî dewleta tirk ji peymana Stenbolê vekişiya, qetilkirina jinan û sûcên der heqê jinan de zêde bûn. Her wiha bang li civaka navneteweyî kirin ku li hemberî van sûcên li Tirkiyeyê tên kirin xwedî helwest bin.

SORGUL ŞÊXO
Hesekê- Welatê ku herî zêde sûc der heqê jinan tê de pêk tên û nayên cezakirin, Tirkiyeye ye. Li wir edalet tê binpêkirin û kujer tên parastin, li şûna ku radestî dezgehên edaletê bikin. Peymana Stenbolê ya ku di sala 2011'an de tevî Ewropayê, der barê rawestandina tundiya li dijî jinan hatibû îmzekirin, di 20'ê Adara 2021'ê de serokomarê Tirkiyeyê Receb Tayyîb Erdogan giştînameyek weşand û tê de got ku ew ji peymanê vekişiyane. Bûyera herî dawî jî di 16'ê Hezîranê de li Bakurê Kurdistanê, li dijî avahiya HDP'ê êrîşek pêk hat û di encama wê de jî Endama Partiya Gelan a Demokratîk (HDP)Denîz Poyraz hat qetilkirin. Têkildarî vê mijarê, Endamên Rêveberiya Kongreya Star li navçeya Til Temirê  girêdayî Kantona Hesekê- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, helwestên xwe anîn ziman.
“Kujerê Denîz Poyraz dewlet bi xwe ye”
Endama Rêveberiya Kongreya Star Gulîxan Tahir got ku meha Hezîranê meha berxwedana jinên Kurd e û wiha domand: "Em ji şehadeta Sema Yuca, şehîdên komkujiya Helincê Zehra, Hebûn û dayike Emîne hêz digrin û meşa ber bi azadiyê ve didomînin. Dewlet yekem kujerê jinan e, ji ber ew dewlet fermanê dide. Ji lewre qetilkirina jinên siyasetmedar, ên xwedî biryar û helwest ji aliyê dewletê ve tê kirin. Dewlet bi hişmendiya mêr tevdigere, kêliya ku jin dighêjin cihê biryaran û dikarin guhertinan bi xwe re ava bikin, rastî êrîşên hov tên. Yekem kujerê Denîz Poyraz dewlet bi xwe ye."
“Kujerê Sêvê, Fatma, Pakîze û Hevrîn û Denîz Poyraz yek e”
Gulîxan vekişîna dewleta tirk ji peymana Stenbolê nirxand û ev yek anî ziman: "Vekişîna Tirkiyeyê ji peymana Stenbolê bi piştgiriya ewropayê bû. Di vir de qetilkirin, tecawizkirin û îşkencekirina jinan ji aliyê dewletê ve ji berê zêdetir bû. Dewleta tirk hemû peymanan binpê dike û destdirêjiyê li nirx û mafên jinan dike. Tevî ku di sala 2016'an de dema peymana Stenbolê li dar bû jî dîsa jinên pêşeng, Sêvê, Pakîze û Fatma qetil kirin. Qetilkirina Hevrîn Xelef jî dikeve rêza sûcên dewleta tirk, di heman peymanê de. Kujerê Sêvê, Pakîze, Fatma û Hevrîn û Denîz Poyraz yek e. Divê peymanên nû derkevin, bikaribin ji sûcên dewleta tirk ên der heqê jinan de bibin bersiv, ne tenê nivîsa li ser rûpelê bimîne. Divê jinên cîhanê qetilkirina Denîz Poyraz wekî qetilkirina xwe bibînin û serî hildin, dakevin qad û kolanan û çalakiyan li dar bixin."
“Divê kujerê Denîz neyê parastin were darizandin”
Endama Komîteya Jinan a Meclisa Navçeya Til Temirê Semer Xelîl jî got ku sedsala 21'ê sedsala jinên Kurd e, wê bi berxwedan û têkoşînê hişmendiya mêr û dewletê têk bibe û wiha pêde çû: "Dibe ku dewleta tirk niha dibêje, her ku jineke Kurd qetil dikim jinên parçeyên din bê hêz dibin lê bila baş bizanibe her hevalek me tê şehîdxistin, em ji berê bi hêztir dibin. Dewleta tirk hebûna xwe li ser qirkirina jinan û gelê Kurd ava dike. Divê hemû jin xwe di fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan de kûr bikin û qetilkirina jinên pêşeng baş analîz bikin, da ku bikaribin ji hemû polîtîkayên tên meşandin re, bibin bersiv. Sedsala 21'ê sedsala jinên Kurd e divê ev sedsal bibe dawiya hemû polîtîkayan, guhertina hişmendiya mêr û dewletê. Kurdistan îro bi pêşengiya jinan tê parastin, wê ev pêşengî bibe misogeriya serkeftinê. Divê kujerê Denîz Poyraz were darizandin û ji aliyê dewleta tirk ve neyê parastin û veşartin."
Ji bo jin nebin xwedî îradeya siyasî tên qetilkirin 
Endama Komîteya Jinan a Meclisa navçeyê Zeyneb Eyo jî wiha nêrîna xwe anî ziman: "Dewleta tirk qetilkirina jinan ji xwe re wekî hedefek hilbijartine, tenê ji bo jin negihîjin cihê biryaran û nebin xwedî nasnameyeke siyasî. Dewlet tu carî naxwazin di civakekê de jin pêşeng bin, ji ber dizanin wê fikir û pêşengiya wê pergal û desthilatdariya wan hilweşîne. Li şûna dewleta kujer darizînin û ceza bikin, tên parastin, veşartin û piştgiriyê didin wan ku hîn bêtir li dijî jinan, sûcan bikin. Di civaka navneteweyî de bêdengiyeke ne normal der bare sûcên ku dewleta li ser jin û zarokan dike, heye. Qetilkirina jinan, qetilkirina nifşan e. Her ku jinek tê qetilkirin, rihê berxwedan û tolhildanê bi jinan re zêdetir dibe. Divê jinên Kurd li hemberî hovîtiya dewleta tirk her roj li qadan bin, da bikaribin destkeftiyên heyî biparêzin.