Piştî Sêvê Pakîze û Fatma: Em ê têkoşînê mezin bikin
Di ser qetilkirina Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Uyar de 8 sal derbas bûn. Asuman Kulter, diyar kir ku di dema derbasbûyî de navê sê jinên berxwedêr li kolanên Silopiyayê deng vedaye û wiha got: "Me mîrateya wan a têkoşînê dewr girt."
MEDÎNE MAMEDOGLU
Amed- Li Silopiya Şirnexê di navbera salên 2015-2016’an de, di dema qedexekirina derketina kolanan de Hevseroka Meclisa Gel a Silopiyê Pakîze Nayir, endama Kongreya Jinên Azad (KJA) Fatma Uyar û endama Meclisa Partiyê ya Partiya Herêmên Demokratîk Sêvê Demîr, di 4’ê Çileya 2016’an de bi guleyên ku ji wesayîdên zirxî hatin avêtin hatin qetilkirin. Cenazeyê hersê jinên ku dema dixwestin ji taxek derbasî taxeke din bibin hatin qetilkirin, roja 5’ê Çileyê hatin teshîşkirin. Piştî wan jî gelek jinên têkoşer hatin hedefgirtin. Xebata jinên ku tevî 8 sal derbas bûn jî ji aliyê rêhevalên xwe ve nehatin jibîrkirin, didome.
'Sêvê li her cihê ku çû şopa xwe hişt'
Yek ji hevalên her sê jinên hatin qetilkirin Asuman Kulter, diyar kir ew ê têkoşîna wan her dem bidin jiyîn. Asuman Kulter, da zanîn her sê jinên siyasî bi keda xwe ji hemû kesan re bûn mînak û bi bîranîna rêhevalên xwe dest bi axaftina xwe kir. Asuman Kulter, diyar kir têkoşîna wan dê her tim rêya wan ronî bike û wiha got: “Min bi hersê hevalan re xebatên partiyê meşand. Hersê rêhevalên me yên jin girêdayî têkoşînê bûn û xebatên rêxistinkirî meşandin. Wê demê xebat meşandina bi hevalên jin re hem hêz dabûn me û hem jî xebatên me aktîf dikirin. Sêvê hevaleke jin ku ji aliyê hemû kesan ve dihat naskirin bû. Li her cihê ku diçû ji aliyê hemû kesan ve dihat hezkirin. Bi taybetî hesasiyeta wê ya ji bo Kurdî ji aliyê hemû kesan ve tê zanîn. Min tu carî nedît li tu herêmê bi Tirkî biaxive, her tim girêdayî zimanê xwe ya dayikê bû. Ji bilî zimanê xwe ya dayikê, di xebatên jinan de jî bi fedakariyek cidî xebitî. Di warê çand, huner, jin û civakê de xebatên wê yên pir girîng çêbûn. Gelek sal derbas bûn lê tu kes ne wê ne jî keda wê ji bîr nekir. Dilsoziya wê bandorê li kesên din jî dikir û bi vê yekê hem li girtîgehê hem jî li derve têkoşînek bi rûmet meşand.”
'Tevî her tiştî jî bi îrade û biryar bûn'
Asuman Kulter, da zanîn Pakîze û Fatma jî tevî hemû zehmetiyan ji biryardariya xwe tawîz nedan û di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Hevala Pakîze li vir mezin bûbû girêdayî têkoşînê bû. Tevî ku hevaleke nû bû jî her karî dikir û zîrekbûna wê ji aliyê hemû kesan ve dihat zanîn. Bi salan ji bo xwe û malbata xwe xebitî lê her dem xebatên partiyê jî dikir. Ji aliyê hemû kesan ve mînak dihat nîşandan. Jin hê jî keda wê mînak digrin. Dema hat qetilkirin, li vir li ser gel û jinan bandorek cidî kir. Bîranîn û navê wê hê jî li van kolanan deng vedide. Hevala Fatma yek ji jinên ku ji xebatên ciwanan vir ve di nava têkoşînê de bû. Tevî temenê xwe ya biçûk û zextên ku pê re rû bi rû mabû jî tu carî gav paşve neavêt. Ket girtîgehê û hemû zehmetiyan kişand lê tu carî ji îradeya xwe tawîz neda. Hem têkoşîna wê û hem jî ya malbata wê, ji aliyê hemû kesan ve dihat zanîn.”
‘Me têkoşîna wan ji bîr nekir’
Asuman Kulter diyar kir ku her sê jin jî bi zanebûn hat hedef girtin û wiha pê de çû: “Ev roja ku hat jiyîn ne em ne jî gelê me jibîr dike. Di navberê de sal derbas bûn lê em ne wan ne jî tekoşîna ku dan jibîr dikin. Bi vê tekoşînê û girêdanbûna xwe emê mîrateya wan herdem berdevam bikin. Em xebatên wan û armancên wan ên ku nêvî maye bernadin. Heya hemû jin azad nebê em gav de paş neavêjin. Di şexsê her sê hevalan de soza mezinkirina tekoşînê didin. Ev qetlîama ku hat jiyîn nadin jibîrkirin.”
‘Desthilatdar ji dîrokê ve heta niha jinan dikin hedef’
Seroka Komeleya Jinan a Rosa Suzan Îşbîlen bertek nîşanî komkujiyê da û diyar kir ku jinên Kurd û jinên ji bo azadiyê têdikoşin ji dîrokê heya aniha bûne hedefa desthilatdaran. Suzan Îşbîlen der barê mijarê de ev tişt anî ziman: “Ji dîrokê heta îro hemû desthilatdarî dema ku qadên xwe yê desthilatdariyê rexistin kiriye jinê tune hesibandiye û wisa bûye desthilatdar. Li gorî desthilatdaran divê jin li malê bimînin û jin di warê azadiyê de nebin xwedî pirsgirêk. Çima bi vî rengî difikirin, ji ber ku têkoşîna jinan ji berê heta niha ev desthilatdarî her tim hejandiye. dDsthilatdaran bi girtina jinan û astengkirina rêxistinbûna jinan xwest vê têkoşînê rawestîne. Jin ji ber ku vê ferasetê qebûl nakin her tim bûne hedef.”
‘Jinên ku doza azadiyê dikin hedef tên girtin’
Suzan Îşbîlen amaje bi vê yekê kir ku ev rewş herî zêde li Kurdistan û Rojhilata Navîn tê jiyîn û wiha gotinên xwe bi dawî kir: “Bi salan e li dijî têkoşîna azadiya jinên Kurd û tinekirina vê têkoşînê êrîşên giran tên kirin. Sedema bingehîn a ku îro jinên Kurd dibin hedef û tên qetilkirin ev e. A ku desthilatdariyê herî zêde dixe zehmetiyê tekoşîna jinan e. Ji ber ku desthilatdarî jinên bi hişmendî û azad naxwaze, îro li Kurdistanê bi hedefgirtina jinan van komkujiyan pêk tîne. Vê rolê didin jinên azadîxwaz. Em tu carî van rolan qebûl nakin. Têkoşîna me wê bi her awayî berdewam bike.”