Piştî esareta 9 salan bi 15 hezar dolar fîdye li Enqereyê hat rizgarkirin!

Jina Êzidî ya ji aliyê parêzvanê fermandarê DAIŞ’ê yê Iraqê Jabbar Salman Alî Farhan Al Issawî, Ebu Hemza ve di sala 2014’an de hatibû revandin li Enqereyê hat rizgarkirin. Ji bo jina ciwan bigihîje azadiya xwe 15 hezar dolar dan çeteyê DAIŞ’ê.

Navenda Nûçeyan- Li navçeya Golbaşiya Enqereyê bi navê kod Ebu Hamza yê Îraqê li mala ku çeteyên DAIŞ’ê li diman, jina Êzidî ya 21 salî jî dihat esîrgirtin. Piştî ku malbat pê hesiya bi hewldanên nêzî xwe û saziyên navneteweyî yên Ewropayê hat rizgarkirin. Ji bo jina ciwan bigihîje azadiya xwe 15 hezar dolar dan çeteyên DAIŞ’ê.

Li gorî nûçeya Hale Gonultaş a Artî Gerçekê ku di ser komkujiya çeteyên DAIŞ’ê ya di Tebaxa 2014’an de 9 sal derbas bûne, bi hezaran jinên Êzidî û zarok weke xenîmetên şer hatin esîrgirtin û rastî îşkence û kolekirina zayendî hatin. Çeteyên DAIŞ’ê li herêmê piştî ku têk çûn li ser sînor bi riyên qaçax derbasî Tirkiyeyê bûn, li gel xwe hejmarek zêde ya ku nayê zanîn jinên Êzidî û zarokan jî anîn Tirkiyeyê. 

Ji 12 salî ve heta niha di destên DAIŞ’ê de bû

Di nûçeyê de ji ber ewlehiyê navê jina Êzidî weke Dîlan hatibû bikaranîn, Dîlan di 3’ê tebaxa 2014’an de ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve li gundên girêdayî Şengalê yê Mûsilê yek ji wan bi hezaran jin û zarokên hatibû girtin e. Ji 12 saliya xwe ve heta niha di destên çeteyên DAIŞ’ê de bû.

Bi riyên qaçax anîbû Tirkiyeyê û nasnameyek sextê derxistibû

Dîlan di sala 2016’an de, li nêzî Telafera li rojavayê Mûsilê, ji aliyê kesê bi navê kod Ebû Hamza yê Iraqê hatibû kirîn. Heman kesî di sala 2019’an de wê di ser sînorê Sûriyeyê de bi riyên qaçax anî Tirkiyeyê. Di mehên pêşîn de li daîreya koçberan a Dîlokê bi ewraqên sexte nasname jê re hat derxistin. Ebû Hamza ji rayedarên îderaya koçberan hem ji bo xwe hem jî ji bo Dîlanê xwe weke Sûriyeyî daye nasîn. Di encama beyanê de belgeya nasnameya ku dide Sûriyeyiyan dan Ebû Hemze û Dîlan.

Li Enqereyê li mala DAIŞ’ê diman

Piştî ku nasnameyên wan derketin, ji Dîlokê kesek ji Tirkiyeyê bi wesayîdek taybet Ebû Hemze, Dîlan û du kesên din ên pê re anîn Enqereyê. Kesek ji DAIŞ’ê û Dîlan destpêkê li mala DAIŞ’ê ya li navçeya Çubûka Enqereyê man. Di vê pêvajoyê de Ebû Hamza, jineke ku hevjînê wê di nava refên DAIŞ’ê de di pevçûnan de miribû re li Tirkiyeyê re mehra olî zewicî, Dîlan ji li gel wan ma.

Piştre malek li Golbaşî kirê kirin û di vê malê de jiyana xwe berdewam kirin. Ebû Hamza di karên rojane yên weke bazarkarî, karên tamîrê û înşaetê de dixebitî. Dîlan di nava salên ku li gel Ebû Hamza dima de rastî her cure tundiyê hat.

Ji bo fîdyeyê bi malata wê re têkilî danî

Ebû Hamza beriya demekê der barê Dîlana ku weke xenîmeta şer anîbû Tirkiyeyê, dest bi lêkolînkirina malbata wê kir. Ji ber ku plan dikir ji Tirkiyeyê derbikeve, beriya wê ji bo Dîlanê beramberî pere radestî malbata wê bike ket nava tevgerê. Xwe gihand hinek mezinên malbata wê yên li Ewropayê dijîn. Mezinên malbatê li welatê ku lê diman, bi saziyeke navneteweyî ya alîkariya mirovî re ket tevgerê û piştre bi navbeynkariya erkdaran bi Dîlanê re bi dîmen li ser înternete hevdîtin kir. 

Piştî ku nasnameya jina ciwan a ku li mala Ebû Hamza dihat esîrgirtin, diyar bû derket holê ku  ew yek ji wan kesan e ku di dema êrîşên DAIŞ’ê yên li Şengalê de, di 3’ê Tebaxa 2014’an de winda bûye ye. Di encama daxwaza Ebû Hamza de pere bi rêbaza kirîpto hat razandin. Dîlan di rojên borî de ji aliyê du kesên ji Tirkiyeyê yên nêzî Ebû Hemze ve ji mala li Golbaşiya Enqereyê, hat girtin û wê anîn cihekî nêzî riya wesayîdan. Bi navbeynkariya malbat, kesên jê bawer û saziyên navneteweyî hat girtin, esareta ku ji 12 saliya wê ve dest pê kiribû  bi vî awayî bi dawî bû.

Ebû Hamza ji bo li Iraqê neyê girtin reviya Tirkiyeyê

Kesê bi navê kod Ebû Hezayê Iraqî yê 30 salî, parêzvanê Jabbar Salman Alî Farhan Al Issaw e ku di necama êrîşa hewayî ya hevbeş a DYA û hêzên Iraqê de di Çileya 2021’ê de hatibû kuştin. Hat zanîn ku Ebû Hamza ji bo ji aliyê hêzên Iraqê ve neyê girtin, reviyaye Tirkiyeyê.

Jabbar Salman Alî Farhan Al Issaw, yek ji wan kesan e ku navê wî di darazandina DAIŞ’ê ya li Tirkiyeyê de derbas dibe. Di sala 2021’ê de zarokek keç a Êzidî li ser înternete firot û di operasyona polîsan de hat girtin û sê navê kesên ji Iraqê jî di nava yên nêzî Jabbar Salman Ali Farhan Al Issaw de bûn.

DAIŞ’yên ku zaroka keç a 7 salî bi riyên qaçax anîbûn Tirkiyeyê, li ruxmê ku di îdianamyê de ‘rêveberên rêxistina terorê ya çeteyên DAIŞ’ê ne’ û ‘zaroka keç bi riyên qaçax anîne Tirkiyeyê’ cih digrin de jî hatin berdan. Sê Îraqî jî hê li navçeya Çubuka li taxa Demetevlera Şentepeya Enqereyê jiyana xwe berdewam dikin.