Piştgiriya ji bo greva birçîbûnê ya ji bo jinên Afganî didome

Ji Afganîstanê Tamna Zaryab Pariyani jî di nav de 10 jinên ku di nav wan de 10 jin dest bi greva birçîbûnê kirin, K.M. "Em minetdar in ku Tamna wekî jinên din derket derveyî welat û bêdeng nema.”

Baharan Lahib

Kabûl – 10 jinên ku di nav wan de Tamna Zaryab Pariyani ya ji Afganîstanê jî cih digre, ji bo piştgirîdayîna jinên Afgan ên ku rastî zilm û zextên Talîbanê tên, li bajarê Koln a Elmanyayê di greva birçîbûnê de ne.

Tamna Zaryab Pariyanî ya ku di êrîşa Talîbanê ya li ser mala wan de tevî 3 xwişkên xwe hat girtin û şandin girtîgehê, 40 rojan rastî îşkenceya Talîbanê hatibû. Yek ji jinên çalakvan ên li bajara Kabûlê ya Afganîstanê K.M, têkildarî çalakiya greva birçîbûnê ya ji aliyê jinan ve hatiye destpêkirin de axivî û wiha got: “Em çalakiya ku Tamna û hevalên wê dane destpêkirin silav dikin. Em minetdar in ku Tamna wekî jinên din derket derveyî welat û bêdeng nema.”