Piştevaniya Mor: Bila yên ku krîzê diafirînin fatûreya krîzê bidin
Jinên ku li dijî krîza aborî gotin "Em nikarin debara xwe bikin" li gelek deverên Tirkiyeyê çalakî li dar xistin. Jinên endamên Piştevaniya Mor li Antakya, Stenbol û Îzmîrê diyar kirin ku bi milyonan jin di nava birçîbûn, bêkar û bê ewlehiyê de ne û gotin ku divê yên ku krîzê afirandine hesabê xwe bidin.
Îzmîr– Jinên endamên Piştevaniya Mor ku li Îzmîr Alsancakê li dijî qeyrana aborî û lêçûnên jiyanê daxuyaniyek çapemeniyê dan, pankarta "Em nikarin debara xwe bikin, ne aborî, zam zêde bûye" vekirin.
Endama Piştevaniya Mor Denîz Uslu diyar kir ku li bajarên wekî Stenbol, Enqere û Îzmîrê li gorî par, ji sedî 52 her tişt bûye û wiha got: “Di 3 salên dawî de ji sedî 122 cereyana ku li xaniyan tê bikaranîn zêde bûye, ji sedî 79 di xwarinên bingehîn û di hilberînên hijyenîk wekî ped û tamponan ku divê em her mehê bi kar bînin ji sedî 18 baca ku tê girtin. Di navbera Çile û Tîrmehê de, di gazê de jî sedî 17 zêdebûn çebû. Ji bo maleke ji 4 kesî mesrefa xwarinê ya mehane 2 hezar û 926 TL ye, mûçeya herî kêm jî 2 hezar û 825 TL ye.”
“Jin bêkar û bê ewle ne”
Denîz Uslu, diyar kir ku deynên bacê yên şîrketên wekî Cengiz, Limak, Kolin, Makyolu hatine jêbirin û wiha berdewam kir: “Bila dewlet bibe sedema dewlemendbûna wan, ji sedî 17 heqdestê karkeran tenê hewcedariyên xwe yên bingehîn peyda dikin û ji sedî 18’ê jî bacê re were birîn. Em nikarin fatûre, aîdatên dibistanan pêdiviyên xwe yên bingehîn ên li marketan, kirêya xaniyên ku em ê tê de bijîn bidin. Rêjeya bêkariya jinan derket ji sedî 40 û rêjeya jinên ku ji pêşeroja xwe bêhêvî bûn ji sedî 171 zêde bû. Hûn şerm nakin dibêjin bêkarî li vî welatî ji ber jinan e ger ew nexebitin bêkarî nabe. Em ji derewan ew têr bûn. Bi milyonan jin di nava birçîbûn, bêkarî û bê ewlehiyê de ne. Yên ku dibêjin 'zarokên min birçî ne, ez bêkar im' an xayîn, an jî terorîst tên îlankirin."
Denîz Uslu bang li jinên tax, kargeh û malan kir ku xwe birêxistin bikin û diyar kir ku yên krîz afirandine divê hesabê bidin.