Piştevaniya ji bo jinên Sûdanî: Tu dikarî

Li Sûdanê di navbera artêşa Sûdanê û Hêzên Piştgiriya Bilez de şerê giran berdewam dike. Saziya Civakî ya “Tu dikarî” ji bo bihêzkirina jinan a di warê aborî û civakî de û bilindkirina rola wan a di warên cuda de, di nav hewldanek de ye.

EYA IBRAHÎM

Sûdan – Saziya “Tu dikarî” piştî ku ji paytexta Xartûmê ji ber berdewamiya pevçûnan bar kir, li bajaroka Kerîma ya li bajarê bakur, li bajarê Port Sûdanê, li wîleyeta Deryaya Sor a li rojhilatê Sûdanê, ofîsên xwe vekir. Sazî di warê hîndekariya pîşeyî û teknîkî de bi rêya înternetê, ji bo perwerdekirina hemû jinan dixebite. Di heman demê de piştevaniya jinan a di warê derûnî û manewî de dike û wan li ser slogana “Em ê bi hev re jineke xurt ku bikaribe bikeve nav bazaran, biafirînin” bipêş dixe.

Sazî bi navê “Tu dikarî” hatiye pênasekirin, ew gotinek gelêrî di nava civaka Sûdanê de tê bikaranîn. Tê wateya ku jin dikare her tiştî bike û li pêşiya wê tu bend tuneye. Saziya “Tu dikarî” karîbû xwe bighîne jinan û di pêkanîna armancên xwe de biser ket. Ew bi jinan re di warê aborî û civakî de bi rêya perwerdeyan bû piştevanî.

‘Saziya “Tu dikarî” ji bo bihêzkirina jinan e’

Rêvebera Saziya Civakî ya “Tu Dikarî” Munteha Ebdullah bal kişand ser kar û xebatên xwe yên ji bo jinan dimeşînin û wiha got: “Ev sazî platformek Sûdanî ye û ji bo bihêzkirina jinan a di warê civakî û aborî de dixebite. Armanca me beşdarbûna jinan a bi karsazî û bilindkirina hişmendiya jinê ya di nava civakê de ye. Di heman demê de sazî bernameyên cuda ji jinan re pêşkêş dike ku jin karibe bi pîşeya xwe di nav bazaran de cih bigire. Her wiha rola xwe ya civakî pêk bîne û nîşandana hebûna xwe ya di nava civakê de bike. Ev pevçûnên ku rû didin jî dihêle jin li çavkaniyên debarê bigerin da ku li dijî şertên jiyanê tevbigerin. Loma me ew sazî  ji xwe re wek pênagehek ewle dît ku xwe tê de bipêş bixin.”

3 hezar jin di perwerdeyên cuda de serkeftî derketin

Xebatên saziya “Tu dikarî” di sala 2021’an de li bajarê Behrî ya paytexta Xetûmê destpê kir. Ji ber şerê ku li vir rû daye, neçar ma ofîsên xwe bibe wîleyeta bakur û wîleyeta Deryaya Sor. Berpirsyara perwerdehiyê ya di saziyê de Meyade Ebdullah bi van gotinan dest bi gotinên xwe kir: “Sazî di warê perwerde, atolyeyên pîşeyî û bilindkirina hişyariyê de dixebite. Her wiha di warê perwerdehiyê de, 3 hezar jin serkeftî derçûn. Ji bilî wê, pêşkêşkirina xebatên bê pere ji jinan re bi armanca derbaskirina van pevçûnan, têne kirin. Li kêleka wê sazî di zêdetirî 37 atolyeyan de kar dike di nav de sektorên pîşesaziyên xwarin û hilberînê, xemilandin û sêwirana hundirîn, bazar û hişmendiya çêkirî jî hene. Temenên jinên ku perwerde dibînin pêwîst e di navbera 18 - 40 salî de be.”

‘Min hebûna xwe di “Tu dikarî” de dît’

Xwendekara zanîngehê Ehad Osema tecrubeya xwe ya bi saziya “Tu dikarî” re bi lêv kir û got: “Piştî pevçûnên ku rû dane rewşa gel dijwartir bû. Ji ber vê yekê min xwest di jiyana xwe de guhartinan çêbikin, loma bi saya “Tu dikarî” min guhertin û derfet dîtin. Ji saziyê gelek tecrube fêr bûm. Wê deriyên xwe ji me re vekirin û bang li tevahî jinan kir ku pîşeyên xwe bi rêya saziyê bipêş bixin.”

‘Min gelek sûd ji saziyê girt’

Îsra Bekirî ku di saziyê de beşdarî perwerdeya çêkirina amûrên bedewiyê ya bi madeyên xwezayî bûye jî, wiha dibêje: “Bi beşdarbûna min a li perwerdeyê re, gelek agahiyên nû û sûd girtin. Xebatkarên saziyê jî bi jinan re dibin alîkar û destek didin wan, ev yek jî dihêle ku kar û perwerde hêsantir bibe û jin xwe di warê pîşeyên xwe de bipêş bixe.”