Piştevaniya ji bo jinên li Tahranê hîcabê pirotesto dikin mezin dibe
Pirotestoyên jinên li hemberî hîcaba ji aliyê Zanîngeha Tehranê ve tê ferzkirin dest bi çalakiyan kirine dewam dikin. Çalakger ji aktîvîst, rewşenbîr, rêxistinên kedê, werzişvan û hunermendan jî piştgiriyê digirin.
Navenda Nûçeyan – Çalakiyên demeke li Zanîngeha Tahranê ji ber hîcaba bi zorê despêkirine dewam dikin. Her roja diçe eleqeya li hemberî aktîvîstên cilên mewzuniyetê li xwe dikin û hîcaba xwe derdixin, bi wî rengî tevlî çalakiyê dibin mezin dibe. Jinên ji bo rakirina zagona hîcaba bi zorê têdikoşin ji aktîvîst, rewşenbîr, rêxistinên kedê, werzişvan û hunermendan jî piştgiriyê digirin.
“Bila qedexe bê rakirin”
Di rojên derbasbûyî de cardin çalakger li ber derê zanîngehêbûn. Çalakgeran di peyama ji şeş xalan pêk tê de ji jinan piştevanî xwestin.
Peyama wan wiha ye;
“*Divê jinên li ber Zanîngeha Tahranê hîcaba xwe rakirîn ji aliyê polîsan û darazê ve neyên tehdîdkirin û zilm li wan neyê kirin.
*Divê qanûnên cudakariya zayendî dihewîne û li dijî jinê ne demildest bên rakirin.
*Divê her cure êrîş û tundiya li ser jinê, di bin navê parastina namûs û namûsê de, weke sûc bên dîtin û berpirsyarên wan rastî lêpirsîn û cezayên herî giran bên.
*Divê propagandaya reşkirina jinan a bi rêya çapemenî, dibistan, mizgeft û wekî din her cure propagandayên li ser jinan nerênî bandorê dide çêkirin bê qedexekirin. Divê xebatên hêzên girêdayî sîstema desthilatdariyê bi taybet zanîngeh ku faktora sereke ya ferzkirina van nêrînan li ser civakê ne, ji holê bê rakirin.
*Divê xwendekarên serbixwe, komele, sazî û rêxistinên serbixwe bi avakirina komîteyên mafên jinan berdewam daxwaza mafên jinan bikin.
*Berxwedêrên ferzkirina çarşefên ji aliyê heman sîstemê ve yan jî di bin zextên ewlekariyê de ne, divê demildest bê şert û merc bên berdan. Bi ti awayî di der barê wan û alîgirên wan de lêpirsîn neyê vekirin.”
Daxuyaniya piştgiriyê û kê kampanya îmze kiriye
Sendîkaya Karkerên Elektrîk û Metalê ya Kirmaşanê, Koma Xwendekarên Serbixwe yên Zanîngeha Îsfehanê, Yekîtiya Wênesaz, Rêxistina Banga Jinên Îranê, Koma Xwendekarên Zanîngeha Hunerê ya Tehranê, Koma Xwendekarên Zanîngeha Azad a Necefabadê ya Îsfehanê, Werzişvanên şer ên Kirmanşahlî, Koma Bêkar a Xwendekarên Zanîngeha Razî ya Kirmaşanê, komek welatiyên ji Senandaj, çalakgerên Kamyaran û Merîwanê piştgirî dan.