Pisporên NY xwestin Talîban hesab bide

Lekolînera Efgan a Saziya Şopandina Mafên Mirovan Ferişte Abbasî, diyar kir ku divê Talîban di mijara qanûna ceza, binpêkirina mafê jin û kêmneteweyan de daxuyanî bide. Ev bang bi desteka pisporên Neteweyên Yekbûyî anî ziman.

Navenda Nûçeyan – Roja Şemiyê, 19’ê Nîsanê, Lekolînera Efgan a Saziya Şopandina Mafên Mirovan Ferişte Abbasî, di daxuyaniya di platforma tora dijîtal X’ê de parve kirî, ragihand ku pisporên Neteweyên Yekbûyî daxwaz ji Talîbanê kirine ku derbarê qanûna ceza ya vê koma dadgehan de hesab bidin. Diyar kir ku di vê daxwazê de, mijarên şefaftî, grantiya darizandina edlî, jin û komên olî yên neteweyî di qada mafê mirovan de bên parastin cih digre.

Daxwaza parastina mafê jin û zarokên keç

Fereşteh Ebasî bal kişand ser nameya pisporên NY ji bo wezîrê karên derve yê Talîbanê Emîr Xan Mutteqî re şandî û diyar kir ku divê ev kom bersiva pirsên hatine raberkirin bide. Berê Qraltiya Yekbûyî ev name bi kêfxweşî pêşwazî kiribû û li gel betalkirina qanûna mijara xebrê, daxwaz kiribû ku divê li Efganistanê bi taybet mafê jin û zarokên keç were parastin. 

Qanûna Dadgehên Cezayê yên Talîban ku wek ‘Fermana Hejmar 12’ tê zanîn, di destpêka sala 2026’an de ji aliyê rêveberiya Talîbanê ve hate îmzekirin û ji bo bicîhanînê radestî saziyên dadwerî yên vê komê hate kirin. Ev belge çarçoveyek nû ji bo qanûna sûcan û awayê xebata dadgehan diyar dike û li gorî ceribandinên din, nêzîkatiyên hê hişktir û sînordarkirî digre nava xwe.

Di beşa derbarê jinan de, tê dîtin ku qedexeyên girîng anîne. Li gorî van sazûmaniyan xwegihandina jinan a edaletê hê zortir bûye. Ji bo jin beşdarî dadgehê bibe şertê ku mêrek li gel be, qûralên cilên girtî li xwe bike cih digre. Her wiha di gelek rewşan de, cihê jinan a hiqûqî li gorî yê mêran gelek kêm hatiye qebulkirin û rêgeza wekheviyê ya li beramberî zagonan bi awayek cidî lewaz bûye.