Pirtûka helbestan ‘Hesare’ hat nasîn

Pirtûka helbestan ‘Hesare’ ku ji 195 helbestan pêk tê û ji aliyê helbestvan Nesrîn Ebas Îbrahîm ve hat nivîsîn li Helebceyê bi merasîmek hat nasandin û belavkirin.

MIHRÎBAN SELAM

Helebce – Îro 28’ê Cotmehê, Wezareta Rewşenbîrî û Ciwanan û Rêveberiya Giştî Rewşenbîrî û Hunerî ya Helebceyê merasîmek ji bo nasandin û belavkirina pirtûka helbestan a helbestvan Nesrîn Ebas Îbrahîm li dar xistin û pirtûk hat nasandin. 

Nesrîn Ebas Îbrahîm di sala 1966’an de ji dayîk bûye, tenê xwedî dîwana helbestan a bi navê ‘Hesar e’ û helbestvan dixwaze gelek dîwanên din ên helbestan binivîsîne û wiha got: “Hêvîdar im heta hêza min têr bike, dixwazim hinek dîwanên din ên helbestan binivîsînim.”

Da zanîn ku ger bibe xwedî projeyên helbest wê mijara wan cuda be û wiha got: “Ji ber em xwedî salnameyên tije êş, xemgîn û komkujiyê ne. Ez xelkê Helebceyê ji nêz ve dinasim, min dît ku mirovahî çawa xistine qalib. Ez îro hatime Helebceyê û ez parçeyek ji eşqa Pîr Mihemed im. Hatime Helebceyê bi merasîmekê me dan nasîn. Şêniyên vê derê her dem mêvanperwer in, deriyên wan vekirîne. Min di dîwana wan de cih girt.”

‘Min di pirtûka xwe de behsa gelek fikran kiriye’

Têkildarî jinbûnê di hûnandina xwe de wiha got: “Bi temamî min behsa jinbûnê kiriye û hemû îlham jê girtiye. Ez hestên jinên cîhanê, hebûn, êş û keda wan hîs dikim. Ne tenê jinên Kurd û mijara eşqê, di heman demê de min di berhemên xwe de behsa gelek fikran kiriye.”

Di dawiya merasîmê de nivîskar pirtûka xwe diyarî mêvanan kir.