Pirsgirêkên çandiniyê û riyê çareseriyê hatin nîqaşkirin

Jinên ku beşdarî Foruma Desteya Çandinî û Avdanê bûn bal kişandin êrişên dewleta Tirk ên bandorek mezin çandiniyê dike, anîn ziman ku ew ê di hemu qadan de parastina şoreşê bikin.

RONÎDA HACÎ

Hesekê – Xebatên Foruma Diyalogê ya Desteya Çandinî û Avdanê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li hola Şeto a bajarê Hesekê hat li dar xistin. Jinên beşdarî forumê bûn, li ser pirsgirêkên ku di warê çandiniyê de tên jiyankirin û riyê çareseriyê axivîn.

Hevseroka Desteya Çandinî û Avdanê ya Bakûr û Rojhilatê Sûriyê Leyla Saroxan bal kişand êrişên dewleta Tirk û çeteyên DAIŞ’ê û bandorên wê li ser çandiniyê û wiha axaftina xwe domand: “Me pêwistî dît ku forumekî diyalog li dar bixin û têde pirsgirkên çandinî niqaş bikin da ku em bikarin bigihêjin riyê çareseriyê. Eger em vê gave navêjin dê rewşa çandiniyê paş bikeve û gel rastî kirîzên cidî werin. Êrişên çeteyên DAIŞ’ê û êrişên dewleta Tirk a mîna qûtkirina ava Firatê bû sedema pirsgirêkên cidî. Lewma me xwest em hejmarek mezin ji pisporan kom bikin û em bihevre bigihîjin çareseriyek bingehîn da ku bikeve xizmeta gelê herêmê.”

‘Av wekî çekekî şer tê bikar anîn’

Hevseroka Şîrketa Pêşxistina Civaka Çandiniyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Nebîle Mihemed  diyar kir ku aloziyên di navbera dewletan de bandorê li çavkaniyên avê û bikaranîna wê weke çekekî şer dike û wiha got: "Dewleta Tirk li hember Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê siyaseta şerê avê dimeşîne, ew yek li dijî gelên herêmê sûcên şer e û bandorê li aliyên mirovî, aborî, civakî û jîngehê dike. Bi wê re dewletên xwedî daneyên avê yên zêde di aliyên siyasî û aborî de bi hêz e û şer li ser vê yekê li dijî cîranên xwe pêk tîne."

Nebîla Mihemed bal kişand li ser  êrişên dewleta Tirk yê li dijî herêmê, teqez kir ku êrîş çanda jiyana komînal kirine hedef û wiha got: "Ev hemû xeterî û karesat li pêş geşkirina mayînde ya çandiniyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê asteng dikin, her wiha li pêş aborî û civakê jî asteng in. Li hember hewldanên Rêveberiya Xweser ên rizgarkirina civakê û jîngehê jî astengî ne. Ji ber stratejiya Rêveberiya Xweser ew e ku daneyên avê, çandinî û aboriyê bikevin xizmetê civakê, da ku çandiniya komînal a ekolojîk pêk bê."

‘Ji bo parastina şoreşa jin girîng e’

Endama Meketeba Jin a Desteya Çandinî û Avdanê Zîlan Ehmed diyar kir ku armanca wan pêşxistina aboriya civakî ye û wiha got: “Îro em li vê derê kombûn da ku em bikaribin aboriyek civakî pêş bixin. Her kes jî dizane ku çandinî dilê aborî ye, ji bo wê divê bêtir bal were kişandin li ser çandiniyê û pirsgirên derdikevin werin çareserkirin. Bê guman jin afrînera çandiniyê ye lewma yê ku pêşbixin û riyên çareseriyê bide  jin e da ku em bikaribin nirxê şoreşa jin ji êrîşan biparêzin.”

Foruma diyalogê bi encamnameyekê ku tê de pêşxistina kooperatîfên çandiniyê esasê çareseriyê ye bi dawî bû.