Êrîşên Îsraîlê yên li dijî Xezayê di roja 93’emîn de ye

Êrîşên Îsraîlê yên li dijî Xezayê 93 roj in berdewam dikin. Di êrîşan de heta niha 10 hezar zarok û 7 hezar jin hatin qetilkirin. Hejmara cenazeyên li nexweşxaneyan gihişt 22 hezar û 722 û hejmara birîndaran jî gihişt 58 hezar û 166.

Navenda Nûçeyan- Êrîşên Îsraîlê yên li dijî Zîvala Xezayê ket roja xwe ya 93’emîn. Arteşa Îsraîlê ya êrîşen xwe didomîne, êrîşî dibistanek aîdê Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li navenda Zivala Xezayê û li başûrê bajarê Xan Yûnisê kir.

Dibistana aîdê NY’ê hat hedef girtin

Li gorî nûçeya ajansa fermi ya Filistine WAFA’ye, arteşa Îsraîlê dibistanek aîdê Ajansa Alikariye û Xebate ya Neteweyen Yekbuyi ya ji bo Penaberên Filistînî ya li Rojhilata Nêzîk (UNRWA) ya li Kampa Penaberan a El-Magazî ya li Xezayê ji hewa û behrê hedef girt. Di êrîşê de herî kêm 4 Filistînî jiyana xwe ji dest dan û hinek jî birîndar bûn. Balafirên şer ên Îsraîlê jî li bajarê Xan Yûnisê ya başûrê Zîvala Xezayê malekî ku gelek kesên ji cih û warên xwe bûne xwe spartinê, hedef girt. Di êrîşê de piraniya wan zarok herî kêm 12 Filistînî jiyana xwe ji dest dan û piraniya wan zarok û jin 50 kes jî birîndar bûn. Her wiha hate diyarkirin di êrîşên artêşa Îsraîlê yên ji hewa, bejahî û deryayê ya li ser noqteyên cuda yên Zîvala Xezayê ya dorpêçkirine de kesên jiyana xwe ji dest dane û birîndarbûne hene.

Bi İHA’yê êrîşê ciwanên Filistînî kir

Wezareta Tenduristiyê ya Filistinê, diyar kir ku Îsraîlê bi İHA’yê êrîşê ciwanên Filistînî yên li başûrê Cenînê li nêzî Çerxa Şehîdan kom bûbûn kir û ragihand di encama êrîşê de 6 kes jiyana xwe ji dest dane. Li gor nûçeya ajansa fermî ya Filistînê WAFA’yê; 4 kesên di êrîşê de jiyana xwe ji dest dane birayê hev in.

Hat diyarkirin ku hêzên Îsraîlê, bi buldozeran êrîşê bajarê Cenîn û Kampa Penaberan a Cenînê kirin û binesazî hilweşandin. Di navbera hêzên Îsraîlî yên li dijî gelek malên Filistîniyan de girt û Filistîniyan de pevçûn derket. Ji aliyê din ve di daxuyaniya hevpar a artêş û polîsên Îsraîlê de, hat ragihandin ku di encama teqemeniya ku li kêleka rê hatibû bicihkirin de 2 jê giran 4 polîsên sînor ên Îsraîlê birîndar bûne.

Hejmara miriyan gihişt 22 hezar û 722

Li gorî daxuyaniya şeva borî ya ji aliyê ofîsa ragihandinê ya hikûmetê li Xezayê ve hat kirin; di êrîşên hêzên Îsraîlî yên li dijî Xezayê de 10 hezar zarok û 7 hezar jin hatin qetilkirin. Hêzên Îsraîlê li Zîvala Xezayê hezar û 903 qetlîam pêk anîn. Hejmara cenazeyên gihîştin nexweşxaneyan 22 hezar û 722 û hejmara birîndaran jî 58 hezar û 166 e.

107 rojnamevan jiyana xwe ji dest dan

Li Zîvala Xazeyê ku nifûsa wê 2,3 milyon e, 2 milyon kes ji cih û warên xwe bûn, ji sedî 70’ê wan zarok û jin 7 hezar kes hêj winda ne. 326 xebatkarên tenduristiyê, 45 erkaderên parastina sivîl û 107 rojnamevan jiyana xwe ji dest dan û 99 xebatkarên tenduristiyê û 10 rojnamevan hatin desteser kirin. 69 hezar avahi bi temamî hilweşiyan, bi giştî jî 290 hezar avahi xisar dît. Di êrîşan de 134 navendên hikûmetê, 130 mizgeft, 3 dêr, 94 dibistan û zanîngeh bi temamî hilweşiyan, 295 dibistan û zanîngeh û 240 mizgeft jî qismî xisar dît.

400 hezar bûyerên nexweşiya şewb hatin tesbîtkirin

Li Xezaya ku ji ber kêmbûna xizmetên tenduristiyê 10 hezar nexweşên penceşêrê di bin metirsiya mirinê de ne, 6 hezar kesên hewceyê dermankirina lezgîn hene. Lê heta niha tenê 650 kes ji bo dermankirinê ji Xezayê tehliye bûn. Di encama koçberbûna ji Zîvala Xezayê de 400 hezar bûyerên nexweşiya şewb hatin tesbîtkirin.

RRF: Pêşeroja Zîvala Xezayê dê gelê Filistînê diyar bike

Sekreterê Giştî yê Komîteya Îcrayê ya Rêxistina Rizgariya Filistînê Huseyîn eş-Şeyh, di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal de diyar kir hemû senaryoyên ku siyasetmedar û rêvebirên Îsraîlê der barê Xezeyê da pêşkêş dikin mehkûmî têkçûnê ye. Huseyîn eş-Şeyh, dest nîşan kir pêşeroja Zîvala Xezayê ne Îsraîl, gelê Filistînê diyar dike û wiha got: "Çareseriya berfireh û bidawîbûna dagirkeriyê tercîh, bername û stratejiya me ye."

NY: Pêwîstiya me rawestandina pevçûnan heye

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres, piştî biryara ku Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) di 22’ê Kanûnê da der barê gihandina alîkariyên ji bo Xezayê gavên lezgîn bêavêtin de girt, rapora xwe ya ewil pêşkêşî Konseya Ewlekariyê kir. Di raporê de bal hat kişandin sivîlên bi taybetî li bakurê Xezayê jiyana xwe ji dest dan û asta  hilweşandina ku di encama êrîşên Îsraîlê de pêk hatiye û hat gotin, "Pêwîstiya me rawestandina pevçûnan heye.”

Tê texmînkirin ji sedî 60 xaniyan xisar dîtiye

Di raporê de hat destnîşankirin di encama bikaranîna çekên teqemenî yên li herêmên pir nifûs xwedî qada berfireh a ji aliyê Hêzên Parastina Îsraîlê ve heta niha ji sedî 60’ê xaniyên li Xezayê xisar dîtine an jî hilweşiyan e û hate diyar kirin tevî Ajansa Alîkariya Penaberên Filistînî ya NY’ê (UNRWA) hemû koordînatên li Xezayê bi hemû aliyên pevçûnê parve kir jî, li dijî 125 tesîsên rêxistinê 193 êrîş pêk hat, 308 Filistîniyên ku li van tesîsên xwe spartibûn jiyana xwe ji dest dan û nêzî hezar û 95 kes jî birîndar bûn.

Di raporê de, hate diyarkirin ku ji destpêka êrîşan vir ve Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê, 294 êrîş ku bandor li 94 nexweşxane û navendên tibî yên din û 76 ambûlansan kiriye ku xizmetên tenduristiyê asteng kirine û di encamê de nêzî 600 kesan jiyana xwe ji dest dane, tomar kir. Di rapora ku balê kişandin ser rewşa mirovî ya li bakurê Xezayê û balkişand li ser lezgîniya alîkariyên mirovî. Di rapora ku hate bal kişandin biryara hejmara 2712 (2023) ji pêkanîne pir dûr e û hate diyar kirin mixabin pêşketin netêrker dimîne.