‘Pirrengiya li Sûriyê nahêle ku bibe Efganistana duyem’

Endama Akademiya Jineolojî Eliya Osman derbarê metirsiyên wekî ‘Sûriye dê bibe Efganistanê’ de wiha got: “Di erdnîgariya Sûriyê de pirrengiya ol û mezheban heye. Ev jî nahêle ku Sûriyê bibe Efganistana duyem.”

SÎLVA EL IBRAHÎM

Hesekê- Rewşa Sûriyê piştî 8'ê Kanûna 2024'an hat guhertin. Li şûna ku ev guhertin bibe xelasiya ji desthilatdariya sîstema Esed, di nav xelkê Sûriyê û bi taybet jî di nav jinan de metirsiya ji pêşerojê ava bû. Sedema vê metirsiyê jî, pêkanînên Heyet Tehrîr El Şam HTŞ'a cîhadîst ên piştî bidestxistina rêvebirina Sûriyê ne. Cîhadiyan bi guhertina bernameyên perwerdê, xwestin rola hebûna jinan di dîrok û zanistê de hedef bigirin.

Endama Akademiya Jineolojî Eliya Osman bi rêya lêkolînkirina dîrokê ya Efganistanê û derketina tevgera Talîbanê, her wiha bi lêkolîna rewşa Sûriyê û tevgerên femînîst ên tê de, gihîştiye encamek. Eliya diyar kir ku wê tu car Sûriye nebe Afganîstana duyemîn, ji ber ku di erdnîgarî, dîrok û civaka her du herêman de cudahî heye.”

‘Ji jinan re îradeya serbixwe tune ye’

Eliya Osman bal kişand ser dîroka Sûriya nû û wiha got: “Tevgerên femînîst li Sûriyê berî ku serdema partiya Baasê herêmê birêve bibe, bûn şahidên vejîneke eşkere ya xweser. Bi kantrolkirina partiya Baasê ya ku karakterekî netewperest bû, ji bo qelskirina tevgera jinê hewl hat dayîn. Heta gelek kesan nedizanîn ku yekîtiya jinan ji aliyê mêr ve dihat birêvebirin. Rola jinê ya ku bi bandor bû, lawaz bû. Ji ber ku temsîliyeta jinan di hikûmetan de nebû şahidê guhertinan. Mîna Necah El Atar û Bûseyne Şaban. Hebûna herdu kesayetan ji desthiladariya Hafiz El Esed û heta desthiladariya Beşar El Esed berdewam kir. Tevgerên femînîst ji jinan hat stendin û bi dewletê ve hat girêdan. Her wiha li dijî tevgerên derveyî kontrola dewletê şer kirin, girtîgehan bi hezaran çalakvan û tekoşerên jin dagirtin.”

'Xwedî rolên çalak bûn'

Eliya Osman diyar kir ku jin gelek caran bi mabesta parastina wan a ji girtinê, ji aliyê malbatê ve dihatin qeydkirin û wiha got: “Gelek caran ji ber kevneşopiyên civakê ji aliyê malbatê ve jin dihatin qeydkirin. Di pêvajoyek ji dîroka Sûriyê de ew jî şoreşa Sûriyê bû ku hişt ev tevger cihên xwe di pêvajoyê de carek din bigirin. Ew tevger ji ber zextên rêjîmê, li derveyî kantrola hikûmetê bûn. Li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê tevgerên jinan saziyên xwe ava kirin û wan rolek çalak di hemû qadên civakî de leyîstin.”

'Dîroka jinê hedef tê girtin'  

Eliya Osman derbarê çewsandina dîrok û nasnameya jinê ya li Sûriya nû de jî destnîşan kir ku jin bi tengasiyan re rûbirû ne û wiha got: “Piştî hilweşîna sîstema Baasê û destwerdana cîhadîstên Heyet Tehrîr El Şam a li rêveberiya Sûriyê, xuya bû ku nasname û dîroka jina Sûriyê tê çewisandin. Ew hewl didin dîroka jinê tune bikin ku tu kes nikaribe dîroka wê bixwîne û nas bike. Guhertina mufredatan di qada perwerdehiyê de tê wateya guhertina di dîroka xwedewandên Sûriyê de. Hewl tê dayîn ku dîroka jinan a li Sûriya ji şaristaniya Til Halaf a 3 hezar sal beriya zayînê ye, ji holê bê rakirin û ji dema derketina Îslamê nû ve bi dîroka jinê bê nivîsandin. Ev yek tê wateya jina berxwedêr di dîroka Îslamî de her hatiye jibîrkirin.”

'Ne hewce ye ku jin li gorî feraseta kesekî be'

Eliya Osman destnîşan kir ku civak li ser bingeha yek zayend e, loma jin li dijî vê ferasetê têdikoşe. Eliya wiha got: “Civak li ser bingeha yek zayendî ew jî mêr e hatiye avakirin. Ev yek jî zehmetiyan ji tevgerên jinan re îro derdixîne. Ev civak ne li gor dîroka herêmê ye. Jinên eşîran berî ku hikûmet biryarên qedexekirina rakirina çekan derxe, ji bo parastina xwe bikin, wan çek radikirin. Mafê tu kesan tune ye ku dîroka jinê ji rastiya wê dûr bixe. Em tevgerên jinan dibêjin erka me ye ku rola jinê di civaka Sûriyê de berî partiya Baasê û piştî wê eşkere bikin û ji bo ku em nîşan bidin jin ne girêdayî mêran bû, an bê nasname û îrade bû. Jinan bi mêran re jiyanek hevpar ava kiribûn.”

'Sûriye ji aliyê jeopolîtîk ve herêmek girîng e'

Derbarê metirsiyên ku Sûriye dê veguhere Efganistanê de jî Eliya Osman wiha got: “Ji warê erdnîgarî ve Sûriye nikare ji tevgerên derve qut bibe. Ji ber ku girîngiya wê ya jeopolîtîk heye. Ev yek jî dihêle ku Sûriye nebe Efganistan. Di civaka Sûriyê de pirrengiya etnîkî, olî û rewşenbîrî heye, guhertinên di van mezheban de jî wê rê li pêşiya pevçûnên mezin veke. Jinên Sûriyê xwedî ezmûn in û li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tevgera xwe bipêş xistine. Jin di warê leşkerî, siyasî, aborî û rewşenbîrî de xwedî tecrube ne. Jinên herêmê ji dîrok, îdeolojî, pêşketina xwe û tiştên ku dihizirin haydar in, ji ber vê yekê ne hêsan e ku mirov wan bi xuyangê bixapîne."

'Pêwîstî bi îradeyek hevbeş heye'

Eliya Osman da zanîn ku pirsgirêk û şerekî rewşenbîrî hene ku jin pê re rû bi rû ne û peyamek wiha da jinan: “Ji ber vê yekê pêwîstiya me bi rewşek rêxistinî ya pêşketî heye ku em li her deverê bighên jinan. Divê em vê bingeha femînîst ji bo avakirina rastiyek bedewtir ji jinên Sûriyê re, bikin. Her wiha pêwîst e em îradeyek hevbeş ku bikarin veguherin gavên pratîk û bandorê li avakirina Sûriyeya pêşerojê bikin.”