Li Rojhilatê Kurdistanê greva giştî destpêkir

Li dijî erêkirina cezayê darvekirinê ya girtiyên siyasî yên Kurd Pexşan Ezîzî û Werîşe Muradî îro li seranserî bajarên Rojhilatê Kurdistanê greva giştî hat destpêkirin.

Navenda Nûçeyan- Îro ji saetên sibehê ve li seranserî Rojhilatê Kurdistanê li dijî erêkirina cezayê darvekirinê ya girtiyên siyasî yên Kurd Pexşan Ezîzî û Werîşe Muradî greva giştî hat destpêkirin.

Her wiha çalakvan, azadîxwaz, malbatên girtiyên siyasî û qurbaniyên serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’, xwendekar û aliyên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê daxwaza hilweşandin û ragirtina cezayê darvekirinê yê her du girtiyên siyasî yên Kurd Pexşan Ezîzî û Werîşe Muradî dikin.