Pîrozbahiya 'Roja Rojnamegerên Kurd' bû hinceta binçavkirinê

Dema binçavkirinê ya 9 rojnamegerên girtî 24 saetan hat dirêjkirin, xebatên wan ên pîşeyî wek sûc hatin hesibandin. Daxuyaniya di Roja Rojnamegerên Kurd de hat dayîn jî wek hinceta binçavkirinê hat hesibandin.

Navenda Nûçeyan- Di serdegirtinên malan ên duh li Stenbolê de nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Esra Solîn Dal, xebatkarên Rojnameya Yenî Yaşamê Enes Sezgîn, kedkarên Çapemeniya Azad Saliha Aras, Yeşîm Alici, Beste Argat Balci, Şîrîn Ermîş û rojnameger Erdogan Alayumat, li Enqereyê nûçegihanê MA’yê Mehmet Aslan û li Rihayê jî nûçegihanê MA’yê yê berê Dogan Kaynak hat binçavkirin.

Hat hînbûn ku dema binçavmayînê ya 9 rojnamegerên binçavkirî hatiye dirêjkirin. Malbatên rojnamegerên hatin binçavkirin li emniyetê geriyan lê ji wan gotin ku dema binçavkirina wan ji bo 24 saetan hatiye dirêjkirin.

Xebatên wan ên pîşeyî wek sûc hatin hesibandin

Her wiha di girteknameya rojnamegerên binçavkirî de tê fêmkirin ku rojnameger ji ber xebatên xwe yên pîşeyî hatine binçavkirin. Di girteknameyê de şopandina daxuyaniyên çapemeniyê, meş û çalakiyên rojnameyan îdiaya “têkiliya bi rêxistinê re” hatiye kirin.