Li Koye dîwarên goristana cangoriyan bi gulan tên nexşandin

Peymangeha Hunerên Ciwan a Şehîd Cafer a li Koyê, di çarçoveya projeyek hunerî de, dest bi çêkirina wêneyan a li ser dîwarê goristana cangoriyan kiriye.

ŞILÊR KOYE

Koye – Dema huner dibe dengê qurbaniyên Koyê, dîwar ne tenê blokên sar û çîmento ne ku sînoran diyar dikin. Di rastiyê de neynika dilê mirovan û nîşanek dîrok û nasnameya civakê ne.

Li taxa cangoriyan a li nêzî goristana cangoriyên Koye, komek ciwan û şêwekar, dilsoz û jêhatî kombûne û bi destên xwe yên bedew bi firçe û rengan diwarên goristanê dinexşînin. Ev karê hunerî ne tenê ji bo bedewiyê ye, hêmayek kûr a dilsoziyê ji bo xwîna paqij a xort û keçên ciwan ên ku ji bo welatê xwe jiyana xwe bexş kirine ye jî. Sembola kulîlkên li ser dîwaran e.

‘Em bi dilxwazî diwaran dinexşînin’

Derçûya peymangeha hunerên ciwan a Şehîd Cefer a li Koye Hêlîn Îsamedîn, bi dilxwazî di projeya hunerî ya peymangehê de dest bi boyaxkirina dîwaran a bi gul û kulîlkan kiriye. Hêlîn  wiha got: “Em komek şêwekarên Koye, bi dilxwazî beşdarî çêkirina wêneyan li ser dîwaran bûne ku peymangeha hunerên ciwan serpereştiyarî dike, ji bo ku sîmayek bedew bidin taxê û bedewkirina bajar. Ji ber ku berê, pir ne guncaw bû, bêreng bû. Ev dîwarê goristana şehîdan e. Me pêwîstî dît ku em vê xebata hunerî ji bo wî cihî bikin. Xebata me ji wêneyekî kulîlkên ku di xwezaya Koyê de şîn dibin e, ango kulîlkên beybûn û kulîlkên binefşî ku sembola bedewiyê didin jîngeha dîtbarî.”

‘Bi vê yekê, em dikarin êşa windakirina hezkiriyên wan sivik bikin’

Hunermendekî din a dilxwaz ku beşdarî projeyê bûye Daban Wahab e. Wê jî wiha got: “Ez jî beşdarî vê xebata hunerî û nûjenkirina dîwarên goristana şehîdan bûme. Ez spasiya peymangeha hunerên ciwan dikim ku ji bo xizmetkirina bajarê Koyê û xemilandina wê xebat dane destpêkirin. Her yek ji me hezkiriyek wan di vê goristanê de hene. Dema kesên tên serdana goristanê an jî derbas dibin, dîmenek xweşik dibînin ku bi vê yekê, em dikarin êşa windakirina hezkiriyên wan sivik bikin. Ji ber li pişt dîwar gelek xemgînî û êş heye.”

‘Her rengek wateyek wê heye’

Daban Wahab da zanîn ku rengên hatine bikaranîn her yek xwedî wateyek taybet in û wiha got: “Mînak, rengê şîn tê wateya aştî û jîngehê, rengê kesk jî ji bo tenduristiyê. Her wiha dîwar pir caran bi nivîsandina li ser wan dibin sembolên jiyanê. Mixabin, hin kes li ser dîwaran peyvên ne guncaw dinvîsin. Ev jî tiştek baş nîne. Ji ber ku dîwar ji bo hemû kesan e û milkê giştî ne. Parastin û paqijhiştina wê di berjewendiyê herkesî de ye. Erka me ew e ku em paqij bihêlin.”