Peywirdarkirina lijneya rêveberiya MKG’ê hate diyarkirin
Di peywirdarkirina lijneya rêveberiyê ya MKG’ê de Roza Metîna weke seroka komeleyê hate hilbijartin.

Navenda Nûçeyan – Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) peywirdarkirina lijneya rêveberiyê diyar kir.
Têkildarî mijarê li ser hesaba medyaya dijîtal a komeleyê daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniyê de hat gotin ku di civîna dawî ya komeleyê de lijneya rêveber a komeleyê hatiye diyarkirin. Li gorî vê; Roza Metîna weke Seroka MKG’ê, Arjîn Dîlek Oncel weke Cîgira Seroka MKG’ê, Safiye Alagaş weke Sekretera Giştî ya MKG’ê, Pinar Ural û endama Lijneya Rêveber Derya Ceylan weke hejmaryar hatin hilbijartin.