'Peymana Koç û Penaberiyê' ya bi nakok li PE hat îmzekirin

Di rûniştina ku di 10'ê Nîsanê de li Parlamentoya Ewropayê hat lidarxistin de, her deh xalên "Peymana Koç û Penaberiyê" ya bi nakok hatin îmzekirin.

Navenda Nûçeyan - Di rûniştina ku di 10’ê Nîsanê de li Parlamentoya Ewropayê (PE) li Brukselê hat lidarxistin de her deh madeyên "Peymana Koç û Penaberiyê" hatin îmzekirin. 161 rêxistinên mafên mirovan di nav de Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan, Rêxistina Efûyê ya Navnetewî, û Komîteya Rizgarkirina Navneteweyî fikarên xwe yên li ser "girtina malbatên bi zarok" û "sûcdarkirina" dersînorkirinê anîn ziman û bang li endamên PE’yê kirin ku peymanê red bike.

Ne koçber, sînorên welatan di ewlehiyê de ne

Peymana ku Seroka Komîsyona Ewropayê Ursula von der Leyen ji bo wî got "Ev ji bo Ewropayê gaveke mezin e" ji aliyê gelek serok û rayedarên Berlîn û Atînayê ve bi heman kêfxweşiyê hat pêşwazîkirin. Seroka Parlementoya Ewropayê Malta Roberta Metsola got, “Ev peyman wê gengaz bike ku sînorên derve yên Ewropayê were ewlekirin, rêgezên pêkanîn zelal bike û hevsengiyek di navbera hevgirtin û berpirsiyariyê de digel rêzgirtina mafên bingehîn pêk bîne." 

Peymana ku di meha Kanûnê de bû mijara lihevkirineke siyasî, îhtîmal e ku di dawiya mehê de bi awayekî fermî ji aliyê Encûmenê (Welatên Endam) ve were pejirandin. Reform bi taybetî beriya hilbijartinên Ewropayê ku di meha Hezîranê de bên kirin hat kirin. 

Heta sala 2026’an wê nekeve meriyetê

Ev peymana ku wê heta sala 2026’an nekeve meriyetê, ji bo kêmkirina hejmara hatina li ser sînorên YE’yê, hejmara peymanên nakok ên ku bi welatên jêderk û transît (Tûnis, Morîtanya, Misir) yên dersînorkirî re hatine çêkirin zêde dike.