“Peyman ji bo têkoşîna bi şîdetê re pîvangek e”
Seroka Komîsyona Ewropayê Ursula von der Leyen, diyar kir ku Peymana Stenbolê ji bo têkoşîna bi şîdeta li dijî jinan re pîvangek e esasî ye û got ku neavêtina îmzeya Peymana Stenbolê ya hin welatên di nava YE’yê de nayê qebûlkirin.
Navenda Nûçeyan – Bi wesîleya 10’emîn salvegera Peymana Stenbolê, Seroka Komîsyona Awropayê Ursula von der Leyen, di pîrozbahiya li ser medya civakî ya Konseya Neteweyî ya Saziyên Jinan a Elmanyayê de axivî û diyar kir ku ji bo bawerî bi YE’yê hebe divê destpêkê devê deriyê xwe paqij bike û got: “Di nava YE’yê hê jî welatên ku îmze navêtine bin Peymana Stenbolê û heta yên ku dixwazin îmzeya xwe jê vekşînin jî hene. Ev yek nayê qebûlkirin. Şîdeta li dijî jinan sûc e û divê cezayê xwe bibîne.” Ursula von der Leyen diyar kir ku li gorî Rêxistina Tendirustiyê ya Cîhanê ji her sê jinan yek rastî tacîza zayendî û şîdetê tê û got ku ji ber vê yekê Peymana Stenbolê pir girîng e.
“Divê Ewropa peyameke bi hêz bide”
Ursula von der Leyen bal kişand ku dê Peymana Stenbolê di pêşerojê de jî girîngiya xwe bidomîne, ji ber vê yekê divê ev peyman were parastin û wiha axivî: “Divê Ewropa peyameke bi hêz bide. Peyman Stenbolê ji têkoşîna bi şîdeta li dijî jinan xwedî roleke navendî ye. Ev peyman di têkoşîna bi şîdeta li hemberî jinan de pîvangeke bingehîn e.” Ursula von der Leyen agahî da ku YE plan dike ku bi awayê sazîbûyî Peymana Stenbolê îmze bike û armanc dike ku di mijara têkoşîna bi şîdeta li ser jinan de guherînan çêbike.
Ursula von der Leyen, herî dawî xemgîniya xwe ya ji ber feshkirina îmzeyê ya Tirkiyeyê anî ziman.