‘Peyama Newroza îsal azadiya fizîkî ya Rêber Ocalan bû’
Endama Tevgera Azadiyê Sara Reza bal kişand pîrozbahiyên Newroza îsal û got: “Peyama Newroza îsal azadiya fizîkî ya Rêber Ocalan bû.”
ŞÎRÎN SALIH
Silêmanî – Di roja 21’ Adarê de ji bo cejna Newrozê ji aliyê gelê Kurd û gelê azadîxwaz ve agir tê pêxistin. Li her çar parçeyên Kurdistanê ruxmê rêgirî û astengiyan jî bi awayek germ Newroz tê pêşwazîkirin û li her parçeyek, bi awayekî cuda tê pîrozkirin. Bi taybetî di pîrozbahiya li çiyayê Qendîlê de hejmarek zêde Kurd û kesên cuda hebûn, beşdarî pîrozbahiya Newrozê bûn.
‘Di Newroza Qendîlê de yekitiya netewî ya Kurdan derket pêş’
Endama Encûmena Tevgera Azadiya komeleya Kurdistanê Sara Reza diyar kir ku Newroza îsal xwedî wate û girîngiyek bû, Newroz ji bo gelê Kurd li dijî zordestî û dagirkeriyê weke cejna berxwedan û têkoşînê tê dîtin û wiha got: “Newroz li Başûrê Kurdistan û Qendîlê xwedî tam û girîngiyek cuda ye û her dem dema ku gelek kes diçin Qendîlê bi aram dibin. Di Newroza Qendîlê de wêneyê Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan û şehîdên riya azadiyê hatibûn daliqandin û komek hunermend û rojnamegerên biyanî û hejmark zêde kes beşdar bûbûn. Di Newroza li Qendîlê de yekitiya neteweyî derket pêş.”
‘Rengê jinan li hemû parçeyên Kurdistan diyar bû’
Sara Reza der barê peyama Newrozê ya îsal de wiha got: “Îsal di Newrozê de peyamên gelek girîng hebûn, weke peyama KCK’ê ya hilweşandina peymana Lozanê û careke din Kurd bi projeyên nû ji bo sedsala were bi berxwedanî û têkoşînê xwe amade dikin. Ji ber niha Bakurê Kurdistanê li ber hilbijartinê ye ev jî bûye çarenûsa gelê Kurd. Her wiha daxwaza azadiya Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan hat kirin, azadkirina girtiyên siyasî li hemû parçeyên Kurdistanê hat xwestin. Cihê kêfxweşiyê ye li Bakurê Kurdistanê li ruxmê ewqas rêgirî û astengiyan bi milyonan kesan agirê Newrozê pêxistin û peyamên xwe dan. Li Rojavayê Kurdistanê bi awayeke din gelê Kurd, Ereb û gelên din bi hev re agirê Newrozê pêxistin. Mixabin dagirkeran li Cindirêsê 4 hemwelatiyên ku dixwestin agirê Newrozê geş bikin qetil kirin lê belê gelê Rojava her dem bi îradeyek bi hêz li hemberî dagirkeran sekinî û bi pêşengiya jinan berxwedanê bilind kir û bû sembola têkoşînê.”
‘Tevî rêgiriya rejîma Îranê jî jinan agirê Newrozê pêxist’
Sara Reza bal kişand ser serhildana şoreşa “Jin Jiyan Azadî’” li Rojhilatê Kurdistan û Îranê ku ji 6 mehan zêdetir e bi biryardarî didome û got: “Her çendî ji aliyê rejîma Îranê ve astengî zêde hebin jî gel bi meşale û dirûşmên Jin Jiyan Azadî li ser goristanên şehîdan agirê Newrozê pêxistin û cejna xwe pîroz kirin. Bi pêşengiya jinan astengî hatin şikandin. Di hemû serdeman de Dehaqek û Kawayek heye, di serdema niha de Mazlum Doxan Kawayê me ye bi bedena xwe agirê Newrozê geş kir. Newrozê ji serhildan û berxedanan dest pê kiriye. Di sala 1974’an de Rêberê Gelê Kurd civîna yekem li dar xist. Ji wê salê heta niha, agirê berxwedanê zêdetir dibe û agirê Newrozê bi meşeleyan li ser çiyayan tê pêxistin, ev jî bûye sembola azadiya gelê Kurd.”
‘Gelê azadîxwaz sala 50’emîn a Newroz pêşwazî kir’
Sara Reza destnîşan kir ku niha gelek heye bi fikir û felsefeya Abdullah Ocalan dixebite û ev Newroz, Newroza 50’emîn a gelê azadîxwaz pêşwazî dike û got: “Gelê din jî di nava vê sîstemê de cihê xwe girtiye, ji ber ku dizanin ev sîstem daxwaza azadî û wekheviyê dike. Jin jî bi fikir û felsefeya Rêber Apo parastina xwe dikin. Ji aliyê kesên biyanî ve weke ecêb tê dîtin ku îro gelek heye ev 50 sal in têdikoşe. Her çendî dewleta Tirk ji sala 2015’an ve hewldana qirkirina gelê Kurd dide jî em ê bi xebatên azadîxwazan li hemberî hemû dagirkeriyê têbikoşin.”
‘Roja ji dayikbûna Rêber Ocalan ji bo gelê Kurd tê wateya vejînê’
Sara Reza di dawiyê de wiha got: “Bi nêzbûna 4’ê Nîsanê roja ji dayikbûna Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan, weke gelê Kurd û jinên tevgera azadiyê salane çalakiyên me hene em dar û kulîkan diçînin. Her wiha semîner tên dayîn. 4’ê Nîsanê xwedî taybetmendiyek e, ruhê azadiyê can daye hemû Kurdan. Ji ber ku gelê Kurd her dem rastî zilm û dagirkeriyê hatiye, ji ber wê jidayikbûna Rêber Apo jiyana gelê Kurd e. Niha em gelek xwedî îrade ne û bi taybetî jinên Kurd xwe deynadarên vî fikrî dibînin û ji bo wê jî li ser xeta Rêber Apo û şehîdên azadiyê dimeşin û têdikoşin.”