Peyama jinên çalakvanên Lubnanê ya 8’ê Adarê
Di 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê de çalakvanên jin û xebatkarên ragihandinê yên Lubnanê silav ji bo hemû jinên ku li hemberî şîdet û cudahiyan serî radikin şandin û dibêjin ku ji ber vê rojê em hemû destkeftiyên jinan bi bîr tînin û dengê bilind bûye dibihîsin, ev li hemberî şîdet, tacîz û tecawizê destkeftiyeke mezin e.
Çalakvanên jin û xebatkarên ragihandinê yên Lubnanî Fatma Zîn EL-dîn , Heyat Mirşad, Hala Eltirk silav ji bo hemû jinên berxwedêr ên ku bi doza xwe bawer in û ji bo edalet, wekhevî, azadî û welatîbûnê têdikoşin dikin şandin.