“Pêwîtst e hikûmeta Îraqê û PDK’ê li dijî êrîşên ser axa başur xwedî helwest bin”

Endama Rêveberiya Kongreya Star a bajarê Hesekê Rîma Îsa bal kişand ser bêdengiya hikumeta Îraqê û PDK’ê û got: “Bêdengiya hikumeta Îraqê û hêzên Başurê Kurdistanê tê wateya hevkariyê.”

RONÎDA HACÎ
Hesekê – Her diçe bertekên li hembeîr dagirkirina axa Başurê Kurdistanê zêde dibin. Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî partî û saziyên civaka sivîl bi çalakiyên cuda helwesta xwe nîşan didin. Endama Rêveberiya Kongreya Star a Bajarê Hesekê- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Rîma Îsa jî têkildarî êrîşan nirxandin kir.
Rîma da zanîn ku ewê weke jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê êrîşên ser axa Başurê Kurdistanê nepejirînin û wiha pêde çû: ”Dewleta tirk dixwaze aloziyên di dewleta xwe de jiyan dike, ji holê rabike. Dewleta tirk a dagirker êrîşên xwe bi zanebûn di dîrokên taybet de pêk tîne, roja 24'ê Nîsanê salvegera komkujiya li dijî ermeniyan bû û 25’ê Nîsanê salvegera êrîşa hovane li ser çiyayê Qereçoxê bû, eşkere êrîşî vîna gelan dike. Dewleta tirk hewl dide serdama osmanî zindî bike û kurdan qir bike. Ev êrîş li pêşiya çavê tevahî civaka navneteweyî têne kirin û rastî bêdengiyekê tên.”
“Bêdengiya Hikumeta Îraqê û PDK tê wateya hevkariyê”
Rîma bêdengiya hikumeta Îraqê ya li hemberî êrîşan jî wiha anî ziman: "Hikûmeta Iraqê eger bixwaze dikaribû helwesteke zelal di vê mijarê de nîşan bida, ji ber êdî dewleta tirk sînoran binpê dike. Mixabin PDK’ê li hember van êrîşan bêdeng e û helwesteke cidî nîşan neda, PDK'ê hewl dide her tiştî bike sûcê Tevgera Azadiya Kurd. Em dizanin PDK’ê di aliyê aborî de bi dewleta tirk ve xwe girê dide û di encamê de sînorên xwe ji dewleta tirk re vekirine. Ev jî tê wateya ku êrîşa dagirkeriyê erêkiriye, ev bêdengiya PDK’ê şermeke mezin eû îxanteke li dijî doza kurdî ye. Dewleta tirk bi hênceta PKK'ê hewl dide xaka Gelê Kurd dagir bike. Tevgera Azadiy Kurdistanê her tim ji diyalokan re vekirî bû û gelek caran xwest diyalok werin kirin, lê belê dewleta tirk tu carî diyalok çênekir û êrişên xwe dewam kirin.”
Rîma bal kişand li ser Komploya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku êrîşên li ser axa Başurê Kurdistanê berdewama vê Komployê ye û wiha dirêjî da gotina xwe: ”Ji dema êrîş li ser Herêmên Medyayê pêk hatine, tecrîda li ser Rêber Apo girantir kirin.  Li aliyê din li Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê bûyerên herî dawî yên li bajarê Qamişloyê rûdan hemû jî bi hevdu re girêdayî ne û yek armanc in. Dewleta tirk di riya berdewamkirina komployan de dixwaze armancên xwe ên guhertinên demografî û dagirkerina xaka Kurdistanê pêk bîne. Qehremaniya li dijî dagirkeriyê dewam dike, çawa li Garê û Heftanînê derbên giran xwar in wê li Zap, Avaşîn û Metînayê heman derbeyê bixwe. Em bang li tevahî kesên azadîxwaz û demokrat dikin dakevin qadan û piştgirî bidin berxwedana Gêrîlayan. Îro îradeya bi wekheviya gelan hatiye avakirin dê tu hêz nikaribe wê bişkîne ji ber ev îrade bi xwîna zarokên pêkhateyên herêmê hatiye avakirin. “