‘Pêwîstiya şêniyên perava Sûriyeyê bi alîkariyên lezgîn heye’
Seroka Rêxistina Dêra Mar Yaqûb a Sûriyeyê Fadiya Leham destnîşan kir ku şêniyên li herêma perava Sûriyeyê pir hewceyî alîkariyê ne û wiha got: “Kampanya wêneyek li ser hevgirtin û yekîtiya xaka Sûriyeyê dide nîşandan.”

RONÎDA HACÎ
Hesekê – Di 23’yê Adarê de Înisiyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derbarê kampanyaya xwe ya alîkariyê ku ji bo şêniyên li peravên Sûriyeyê destpê kirine de daxuyaniyek da. Li gorî daxuyaniyê, ev kampanya li ser banga lezgîn a şêniyên peravên Sûriyeyê pêk hatiye. Di 14’ê Adarê de, bi beşdariya çalak a Heyva Sor a Kurd, Kongra Star, Rêxistina Sara ya Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan, Partiya Yekitiya Demokratîk, Dêr Mar Yaqûb û Kombûna Jinan a Zenûbiya dest bi kampanyaya alîkariyên mirovî hat kirin.
Karwana alîkariyê di 17’ê Adarê de bi rê ket. Di barê karwanê de 6 hezar û 35 paketên alîkariyê hebûn. Di van pakêtan de xwarin û ar hebû. Alîkarî, li şêniyên perava Sûriyeyê hat belavkirin.
Têkildarî mijarê Seroka Rêxistina Dêra Mar Yaqûb a Sûriyeyê Fadiya Leham ji ajansa me re axivî. Fadiya Leham diyar kir ku armanca sereke ew ku bikaribin alîkariyê bidin hemû kesan û wiha anî ziman: “Rêxistina Dêr Mar Yaqûb ji sala 2019’an ve li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kar û xebatan dimeşand. Li Hol, Til Temir û her cihê ku pêwîstî bi alîkariyê heye, em bi Heyva Sor a Kurd re alîkariyê pêşkêş dikin.”
‘Kampanya serkeftî bû pêwîstiya şêniyan bi domandinê heye’
Fadiya da zanîn ku kampanya bi rengekî serkeftî gihîştiye armanca xwe, pêwîstiya wê bi berdewamkirinê heye û ev tişt gotin: “Ez bi xwe li Lubnanê dijîm, hatim serdana Rêveberiya Xweser bikim û nîqaşan li ser belavkirina alîkariyê bimeşînim. Hat gotin ku ji bo alîkariya peravên Sûriyeyê kampanyayek hatiye destpêkirin. Ev mijar ji bo me girîng e. Me xwest cihê xwe di vê kampanyayê de bigrin. Erka me di vê kampanyayê de, hêsankirina rê û gihandina alîkariyan ji bo peravên Sûriyeyê ye. Her wiha bicîhkirina wê û belavkirina li şêniyan a li gor lîsteya ku hatiye amadekirin e. Bêguman her kampanyayek ku tê destpêkirin, xwedî zor û zehmetiyan e. Lê kampanyaya me serkeftî bû, me dît ku çawa pêdiviyên şêniyan pê heye, loma pêwîst e berdewam bike.”
‘Kampanyayê dîmenek xweş ê hevgirtina gelê Sûriyeyê nîşan da’
Fadiya bal kişand ser girîngiya berdewamkirina kampanyayê û wiha got: “Ev kampanya dîmenek xweş li ser hevgirtina gelên Sûriyeyê û yekîtiya wan nîşan dide. Lihevkirina ku di navbera QSD’ê û hikûmeta demkî ya Şamê de çend roj berê çêbû, rê û deriyan li ber tensîq, alîkarî û yekîtiya xaka Sûriyeyê vekir. Em spasiya kesên ku beşdarî vê kampanyayê bûne û rê li ber pêkanîna armancên wê vekirine dikin û em dibînin ku pêwîstiya şêniyan bi berdewamkirina vê kampanyayê heye.”
‘Jin di pergala Rêveberiya Xweser de xwedî rolên sereke ne’
Fadiya destnîşan kir ku herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi rol û hebûna jinan qadeke şoreşê ye û axaftina xwe wiha bidawî kir: “Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nêrîna şoreşgerî ya jinan ji bo min balkêş û mînak bû. Weke peyamek e ji cîhanê re ku dibêje jin xwedî îrade û hêz in û dikarin di her warî de cîh bigirin, rola xwe bi awayek serkeftî bilîzin. Pergala Hevserokatiyê ya Rêveberiya Xweser ku tê de jin û mêr wekhev in û bi hev re wê navendê birêve dibin, mînak e û divê ji bo cîhanê bibe mînak. Ji ber ku wekheviya di navbera herdû zayendan de esas digre. Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jin di her warî de cîh digrin û parastina nasnameya xwe ya jinbûnê dikin. Di Rêveberiya Xweser de xwedî rolên sereke ne. Ez dixwazim biçim ku, behsa vê tecrubeyê bikim. Ji ber ku bi rastî jî qadeke şoreşgerî ye.”