Hevşaredarên Wanê: Qayûm paqijiya saziyên din bi xebatkarên jin dide kirin

Mafên xebatkarên jin ên di Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê de dixebitin, ji aliyê Qayûm ve tên binpêkirin.

Navenda Nûçeyan- Hat gotin ku personelên jin ên di Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê de dixebitin, bêyî dilê xwe tên erkdarkirin. Li gor agahiyan, Qayûmê Wanê jinan dişîne karên paqijiyê yên saziyên din. Hat îdîakirin ku jinên ev erk qebûl nekirine, derbarê wan de girtename hatiye girtin. Hevşaredarên Wanê Neslîhan Şedal û Abdullah Zeydan, di ser hesabên xwe yên X’ê de daxuyaniyek dan. Hevşaredaran diyar kirin ku qayûm tenê mudaxaleyek siyasî nîne, her wiha mafên xebatkaran jî rasterast hedef digre. Hevşaredaran li hember van pêkanînên qayûm nerazîbûn nîşan dan.

‘Me rêveberiya bê cudaxwazî meşand’

Hevşaredaran dan zanîn ku gava rêveberiyên şaredariyan ji aliyê DEM Partiyê ve hatine dewrgirtin, hewl dane ku feraseta rêveberiya ku wekhevî, pirdengî, bêyî cudaxwazî pêk bînin û wiha gotin: “Yek ji mijarên sereke yên ku em hesas bûn jî, başkirina mafên xebatkarên şaredariyê û şertên xebata wan bû. Heta ku ji destê me hat, me li fikr û ramanên wan nenihêrt, me hewl da ku mercên xebata baş ji bo wan peyda bikin. Qayûman di nav 8 salan de zirar dan xebatkaran, ew sirgûn kirin û di karên zehmet de şixulandin. Lê me guh neda wan û me rêveberiya xwe bi perspektîfa ku aştiya xebatê peyda dike, domand.”

Sirgûnî derveyê şaredariyê kirin

Hevşaredaran destnîşan kir ku bi taybetî jî xebatkarên jin sirgûnî derveyê şaredariyê kirine û zorê dane ser wan ku li saziyên girêdayî Walîtiyê xebatên paqijiyê bikin. Hevşaredaran wiha got: “Erkên xebatkarên jin ên ku hatine diyarkirin, tune hesibandine û berê wan dane karên wek paqijiya tuwaletan. Yên ku li hember vê yekê serî rakirine, rastî pêkanînan hatine. Li gor agahiyên ku gihîştine me, derbarê wan de girtename hatine girtin. Em vê pêkanînê qebûl nakin.”

‘Emê bêdeng nemînin’

Hevşaredaran dan zanîn ku qayûm polîtîkayên ku aştiya xebatê ya li şaredariyê têk dibe dimeşîne. Hevşaredaran diyar kirin ku xebatkar bi awayek kêfî tên erkdarkirin û rastî mobbîngê tên. Di dawiya daxuyaniya hevşaredaran de hat gotin ku ewê li hember vê niheqî û bêhiqûqiyê bêdeng nemînin.