"Pêwîst stratejiyek li dijî tûndiya li ser jinan were pêşxistin"
Seroka Komeleya Jinên Tûnisî Mufîde El-Ebasî diyar kir ku hewceye ew ji bo jinên Tûnisê û taybetî jî zarokên keç ên rastî destdirêjî û tundiyê tên bernameyên nû bidin pêşiya xwe û got: “Zarokên keç ên li mal, dibistan, kursên perwerdê û kolanan rastî destdirêjiyê tên alîkariya derunî nabînin. Ji ber ditirsin bêjin gelek mijarên wiha veşartî dimînin û gilî nayê kirin.”
Tûnis - Li Tûnisê tûndûtûjiya li ser jinan her diçe zêde dibe, li hmberî vê civaka tûnisê bêdenge. Seroka Komeleya Jinên Tûnisî Mufîde El-Ebasî li hemberî vê yekê daxwaza pêşxistina stratejî û bernameyên taybet ji bo rawestandina tundiya li ser jinan û zarokên keç kir. Her wiha Mufîde tekez kir ku keçên temen biçûk herî zêde bi metirsîdar li himber tundûtûjiyê ne û li deverên wekî mal, dibistan, kolan û korsên perwerdehiyê ji tundiyê nayên parastin
"Gelek bûyerên tundûtûjiyê veşartî dimînin"
Mufîde da diyarkirin ku tu rêbaz û pespektîfên cidî ji bo çareserkirina van pirsgirêkan tune ye di demê ku keçên temen piçûk bi hewceyî alîkariya derûnî dibin kes alîkariya wan nake. Mufîde daxwaza dabeşkirin pêşxistina stratejiyên zela û bernameyên taybet ji bo keçên temen biçûk kir û tekez kir ku tu rêjeyên fermî tunene ku bi giştî hejmara jin û keçên temen biçûk ên ku tundûtûjî û destdirêjî li wan hatiye kirin nîşan bide, ji ber ku hin bûyerên destdirêjî û tundûtûjî ji tirsan veşartî dimînin û gilî nayêkirin û komeleyê ev yek ferq kiriye.