‘Pêwîst e rêxistinên jinan xwe ji nû ve bikin’

Rojnamevan Sazyan Talib diyar kir ku hejmarek berbiçav a rêxistinên jinan heye, lê pêdîvî xwe ji nû ve rêxistin kirinê heye û divê çalakî li taxan di nav civakê de bê meşandin û xwe bigihînin jinên di nav malê de hatine girtin.

ŞÎNYAR BAYÎZ

Silêmanî- Piştî serhildana sala 1991’ê xebatên jinên têkoşer bi awayekî vekirî dest pê kir. Heta niha jin yeksan nebûne û nikarin bikevin navendên biryardayînê. Rojnamevan Sazyan Talib derbarê rêxistin û saziyên jinan ên li başûrê Kurdistanê çavderiyên xwe anî ser ziman û diyar kir ku Pêwîst e rêxistênên jinan  xwe ji nû ve bikin û divê çalakî li taxan di nav civakê de bê meşandin.

‘Piştî serhildana 1991’ê jinan gavên baştir avêtin’

Rojnamevan Sazyan Talib diyar kir ku piştî serhildana 1991’ê beşek ji saziyan pêwîstî bi karê jinan dît, beriya serhildanê jin di nava rêxistinan de rolek wan a bandorker hebû, bi tenê kar dikirin, ev kar wisa bû ku bi taybetî jinên ku mafên jinan diparêzin, ji derveyî fermanberiyê di qadên din de jî kar û çalakiyên wan hebin û got: “Piştî serhildanê jinan gavên berbiçav avêtin.”

‘Pêngav ji bo hişyariya jinan hatin destpêkirin’

Sazyan Talib di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser çalakiyên ji bo roja cîhanî ya jinan û pêşîlêgirtina tundiya li hemberî wan ên di sala 2023’an de û wiha domand: “Hişyarî çêbû lê belê ne di asta pêwîst de bû. Ji ber piranî li navendên bajaran bûn, yan jî di nava damezrînerên fermanberan de bû. Ew kesên ku di asteke baş de bûn û pêwîstiya wan bi hişyariyê nîn e divê kesên ku li navçeyên dûr dijîn ji mafên jinan bê agahî ne şiyar bikin. Her çendî rêgirî û astengiyê ji bo çalakiyên jinan çêdikin, jî çend jin hebûn çalakiyên xwe berdewam kirin, bûn sedem ku jin der barê mafên xwe de agahdar bin. Vê yekê jî wisa kir ku çend jin li ser asta cîhanê xelat bigrin. Siyaseta partiya Îslamî bandorek xirab li ser aqil û karên jinan kiriye û li gorî wan divê jin di çarçoveya malê de be. Ev jî bandorek xirab li ser xebatên jinan kiriye.”

‘Divê rêbazên çalakiyan biguherin’

Sazyan Talib destnîşan kir ku bi giştî çalakiyên jinan pêwîstî bi girtina destûrê  heye, ev jî diyar dike ku di wan çalakiyan de wê çi bikî, çi nekî, sînor didan da ku nekaribin sînor derbas bikin û wiha got: “Nabe çalakî li pişt mase û li otelên buha be divê biçin qadan, rêgiriya yekem jî desthilatdarî ye, ji ber ku ditirsin ber bi cihekî din ve biçin. Bi taybetî niha partiyên siyasî li ser wê ne yek in ku rê didin kê nedin kê ji bo hişyariya jinan kar bikin. Lê belê ev aşkera ye nikare dilê dewletên derdorê ji xwe bihêle. Ji bo ku aliyên din çalakiyan nekin, hikumet ketiye nava çalakiyan ji bo pêşîlêgirtina tundiya li dijî jinan. Vê jî wisa kiriye ku çalakiyan sînordar kirine. Ji ber wê jî desthilatdarî rêgiriyê lê dikin da ku peyama xwe negihîjînin. Divê şêwazên çalakiyan biguherin û biçin nava taxan û ew jinên ku di nava malê de rêgirî lê tê kirin ji derve hişyar bikin.”

‘Peyva zayend ji bo parastina yeksaniya di nava jin û mêran de ye’

Sazyan Talib der barê peyva zayend de wiha got: “Peyva zayend wateya wê nîn e. Ya ku niha civak di aliyê fikir de pêşkêş dike, partiya Îslama siyasî ye û got: “Wekheviya zayendî di cîhanê de karê ji bo dike ne weke şîrovekirina partiya Îslamê jê re bang dike ye. Lê belê li Başûrê Kurdistanê bûye mijarek hestiyar. Wisa dizanin ku behsa rêxistinan dikin, wekheviya zayendî ji bo parastina wekheviya jin û mêran e. Pêwîst e rêxistin xwe nû bikin û bizanibin ciwanên niha çi dixwazin. Ciwanan ku bikevin nava karê rêxistinê hemû li pişt maseyan in bi karên îdarî re mijûl dibin. Çalakiyên wan ji bo jinan gelek kêm in û der barê mafên jinan de xwedî agahî nîn in.”

Sazyan Talib di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Divê çalakî û semîner hê zêdetir werin lidarxistin. Da ku civak bizanibe karê rêxisitinê çi ye û bi çi awayî encam dide û armanca wan çi ye. Ji ber vê jî ji bo kar û çalakiyan jê re mekanîzmayek baş pêwîst e. Ji ber ku heta niha jî civak ji xebatên jinan di nava rêxistinan de ne agahdar e û li gorî wan tiştek nekirine.