Pêwîst e jin li hember serdema tarî ya tê xwestin, di têkoşînê de bibin yek – ANALİZ
Pêwîst e jinên li hember DAIŞ’ê şer kirin, li hember HTŞ'ê jî li tevahiya Kurdistanê, Rojhilata Navîn û dinyayê berxwedanê bilind bikin, parastina cewherî xurt bikin. Tevgerên jinan ên dinyayê dikarin nehêlin ku Sûriye jî bibe Afganîstana duyemîn.
BÊRÎVAN ZÎLAN
Hema bêje herkes tîne ziman ku ew ê şer di sala 2025’an de zêdetir tund bibe. Li ser 3’yemîn Şerê Dinyayê şîrove, nirxandin û analîz tên kirin. Pêşketinên ku van peytan piştrast dikin, bi lez dertên holê. Di meha Mijdara borî de Emrîka û Brîtanyayê hiştin ku Ukrayna bi çekên NATO’yê êrîşî Rûsyayê bike. Bi vê yekê re Ukraynayê yekem car fuzeyên dûravêj bikar anîn. Rûsyayê jî bi fuzeyên balîstîk ên dûravêj li Kîevê xist. Putin da zanîn ku di şer de êdî ketine serdemek nû. Ev daxuyaniyek taktîkî nîne. Di rastiyê de jî şerê Ukrayna-Rusyayê derbasî asteke nû bû. Siyaset û rojeva navxweyî ya welatên Ewropayê, bi giştî li ser şer e. Mirov dikare diyar bike ku bi van pêşketinan re li Almanyayê jî amadekariyên şer tên kirin. Heta; plana artêşa Almanyayê ya ‘amadekariya şer’ a ji 1000 rûpelan pêk tê, ket nav ajansan. Ne tenê li Almanyayê, bi taybetî li welatên Îskandinav jî amadekariyên cidî yên şer hene. Li Ewropaya Rojhilat û li Balkanan jî amadekariyên ji bo şer, bi awayekî lez û bez berdewam dikin. Serokwezîrê Belarusê da zanîn ku welatê wan bi gefa êrîşek re rû bi rû ye.
Di demeke ku li rojava ev tişt dibin de, nayê zanîn ka bi êrîşên Îsraîlê yê li ser Fîlîstîn, Lubnan û niha jî Sûriyê, tê xwestin erdnîgariyek siyasî, civakî û çandî bê avakirin. Aşkera ye ku li pişta planê têkbirina Esad a bi destê HTŞ’ê, Brîtanya, Emrîka û Îsraîl hene. Qerekter û xêza şerê ku ev 13 salên dawî ne li Rojhilata Navîn didomin, ji aliyê hêzên wekîl û li ser bingeha diyalektîka têkilî-nakokî bipêş ket. Dengeya ku bi pêvajoya sala 2011’an derbas bû û 13 salan berdewam kir, bi têkçûna Esad re rûxiya. Rewşa ku teze bipêş ketiye, nîşan dide ku ew ê şerê navxweyî zêdetir bibe. Di demeke ku hindik maye Trump bê bijartin û bi taybetî jî dest bi kar bike de, ev pêngav pêk hat.
Aşkera ye ku em nikarin ji encama di sêniyê de ji HTŞ’ê re hatiye pêşkêşkirin re bêjin ‘serkefin’
Li ser HTŞ’ya ku wek hêza rejîma Esad ji holê rakiriye tê nîşandan, gelek nîqaş tên kirin. Ji Îdlibê bi rê ketin, bêyî astengî û berdana guleyek jî, bi rihetî ketin Şamê. Ji vê HTŞ’ê re taca artêşa biserketî, ji fermandarê wê Colanî re jî taca serkeftinê, ji aliyê rojavayiyan û Erdogan ve tê dayîn! Lê derket holê ku di odeyên dîplomasiyê yên girtî de, zextê dane ser Esad û wî jî ji artêşa xwe re gotiye vekişe. Rusyayê ji bilî yek du êrîşên hewayî yên bê bandor, xwe tevlî nekir. Rusyayê baregehên xwe yên leşkerî yên li bajarên Tartus û Lazkiye yên Sûriyê û li balafirgela Hemmyima li başûr, parast û hêzên xwe yên din paş ve kişand. Îranê destpêkê got ‘ezê heta dawî biparêzim’ lê dîsa jî hêzên xwe vekişand û şer nekir. Lewma jî em nikarin ji encama ku di sêniyê de ji HTŞ’ê re hatiye pêşkêşkirin re bêjin ‘serkeftin’ e.
Di vê rewşa heyî de şerê ku ji aliyê HTŞ û SMO’yê ve hat pêşxistin, herî zêde ji aliyê AKP-MHP’ê ve hat hembêzkirin. Gotinên “Heleb Tirk e” û nimêja ku li Mizgefta Emewiyan ji aliyê Serokê MİT’ê Îbrahîm Kalin û Colanî ve bi hev re hat kirin, aşkera dike ku dewleta Tirk bi tevahî xwedî li vî plana derdikeve. Dewleta Tirk ev demeke dirêj e ku destek dida van hêzên çeteyan, ew xwedî kirin û ji bo şerekî wiha li Îdlibê çêbibe, amade kir. Dîsa tê zanîn ku êrîşên SMO’yê rasterast li ser cihên di bin kontrola QSD’ê de kiriye, ji aliyê generalên Tirk û MİT’ê ve hatine meşandin, kesên di nav hêzên taybet ên Tirk de ne, cilên SMO’yê lixwe dikin û tevlî dibin.
Têkiliya HTŞ’ê û çend koman, bi Îsraîl, Brîtanya û Emrîkayê re heye. Îsraîlê aşkera kir ku bi êrîşa li ser Xeza û Lubnanê, pêşî li ruxandina Esad vekiriye. Yanê lawazkirina Hamas û Hîzbullaha girêdayî Îranê, hêza bandorê ya Îranê li qadê kêm kir. Armanca wan a bingehîn ew e ku li ser bingeha ewlehiya Îsraîlê, Sûriyê bidest bixin. Ev di heman demê de tê wateya paşvexistina Îran û Rusyayê jî. Demek kin beriya sefera HTŞ’ê ya li Şamê, Wezîrê Parastina Brîtanyayê, piştre îstixbarata Îsraîlê, paşê jî Sekreterê Giştî yê NATO’ê çûbûn Tirkiyê û hevdîtinan pêk anîbûn. Di van hevdîtinan de tê gotin ku Tirkiyê vî planê êrîşan pêşkêş kiriye. Hema piştî agirbesta di navbera Îsraîl û Lubnanê de, êrîşa HTŞ û SMO’yê di atmosfera van pêşketinan de çêbû. Dewleta Tirk li Sûriyê, şer di binê maskeyê SMO’yê de dimeşîne. Piştî ku niha HTŞ’ê rêveberiya Şamê bidest xist, Tirkiye dê bixwaze di teşekirina Sûriyê de bandor bike. Ewê nifûza siyasî û leşkerî bikar bîne û serî li şantajên dîplomatîk bide. Ewê bi awayê siyasî û leşkerî zêdetir destê xwe dirêjî nav Sûriyê bike. Dewleta Tirk, li ser bingeha neyartiya li hember Kurdan, li Sûriyê bi çeteyên girêdayî wê re, şerek mezin dimeşîne. Hewl dide ku di pêvajoya li Sûriyê de zêdetir cih bigre.
Giyana şoreşa Jin Jiyan Azadî di civakê de zindî ye
Her çiqas HTŞ’ê bi lez û bez dest bi avakirina hikûmetê kiribe jî, hê rewş tekûz nebûye. Xuya ye ku sala 2025’an dê gelek tund derbas bibe. Li Rojhilata Navîn dê pevçûn û dîplomasî di nav hev de bimeşin. Armanca sereke Îran e û bi giştî dê pêvajoya ji nû ve teşegirtina Rojhilata Navîn, zûtir bibe. Tê famkirin ku dixwazin bandora Îranê ya li Rojhilata Navîn bişkênin û Rojhilata Navîn li gor berjewendiyên Îsraîlê tekûz bikin. Hamasê gelek bêbandor kirin. Ji bo ku Lubnanê li gor xwe tekûz bikin, gavên gelek girîng avêtin. Gavên bi vî rengî niha jî li Sûriyê davêjin. Derdikeve holê ku ewê Sûriyê li gor berjewendiyên Îsraîlê û hegemonyaya kapîtalîst dîzayn bikin. Îran bi şikestinek pir mezin re rû bi rû ye. Bi têkçûna Esad re jî, li Rojhilata Navîn qada tevgera wê hat tengkirin, wek hêza wê ya li Yemenê, Husî man. Em dikarin diyar bikin ku di hundir de jî tevgera civakî hinek destpê kiriye. Giyana şoreşa Jin Jiyan Azadî di civakê de zindî ye.
Erdogan, hewl dide ku xelkê Bakur û siyaseta demokratîk bêzar bike. Qeyûman davêje ser şaredariyan, girtin, şantaj û gefan dike. Bi vê yekê re, behsa biratiya Tirk û Kurdan, aştiya navxweyî û rol û muxatabgirtina Rêber Apo dikin. Ev bi tevahî siyaseta rêxistinkirî ya şerê taybet e. Ger ku planên wan ên li Sûriyê bi dilê wan bimeşe, ewê têkbirin û komkujiya li Bakur bidomînin. Lê ger ku nemeşe yanê Kurdên Rojava statuya siyasî ya fermî bidest bixin, ewê wê demê Erdoğan ji bo ku bi tevahî wenda neke, xwe bi Rêber APO ve girê bide.
Li Bakurê Kurdistanê refleksên civakî jî piştî qayûman çalak bûn, ev gelek girîng e. piştî ku li Dêrsimê qayûm hat, derdorên berfirehtir nerazîbûnên xwe veguherandin çalakiyan û ewê veguherandinê bidomînin jî. Ji ber ku Dêrsim qadeke baweriye ye, bi taybetî jî di nav civaka Elewî de nerazîbûnek cidî derket holê. Tevlîbûna civaka Elewî ya li berxwedan û têkoşînê, gelek girîng e. Aşkera ye ku ewê rejîma qirkirinê ya AKP-MHP’ê, qayûmên nû jî bîne. Tevgera jinê ya Bakur, hêzên siyasî yên demokratîk û muxalif, divê helwesta xwe ya li hember rewşa li Rojava-Suriyê nîşan bidin.
Destpêkê Trump rêya planê dagirkirina Rojava li dewleta Tirk vekir
Emrîka, Îsraîl, Brîtanya û li aliyê din jî Tirkiye, ji bo ku planên xwe yên li Sûriyê biencam bikin, şer kûr dikin. Kurd, di rêza yekemîn de jî jin di talûkê de ne. Her wiha Elewî, Durzî, xelkên xirîstiyan jî di bin xeterê de ne. Ev hêz, diserî de dewletên Bendavê, çend dewletên ereb jî li ser bingeha armancên xwe bikar tînin. Lê rewşeke ku divê bê famkirin heye ku ew jî, gelo çima Rûsyayê û Îranê ketin nav helwesta paşve kişandina hêzên xwe yên li Sûriyê ye. Ji berê de hem Rûsyayê hem jî Emrîkayê car caran gotine bila Kurd ji rojavayê Firatê vekişin rojhilatê Firatê. Emrîkayê û hêzên koalîsyonê her tim zorê dane ser Rojava ku bi ENKS’ê re lihev bike û hewl dane ku bibe ber xeta KDP’ê. Ji bo ku Rojava bi sîstema kapîtalîst ve girê bidin, xebatên bi vî rengî gelek meşandin. Ji bo ku van armancên xwe pêk bînin, TC'ê û çeteyên girêdayî TC'ê, wek şivek bikar anîn, ji niha û pê de ewê zêdetir bikar bînin. Derdikeve holê ku dixwazin bi vî awayî xeta Rêber Apo ya li Rojava, bi sîstemê ve girê bidin û di nav de bihelînin, Rojava ber bi xeteke ku ewê li gor berjewendiyên wan xizmetê bike ve, bikşînin. Her ku Rojava li hember vê yekê liberxwe dide, pêşî li TC’ê û êrîşên çeteyan tê vekirin. Trump, dibêje ku rewşa heyî meseleya navxweyî ya Sûriyê ye û ew ê tevlî nebin. Rastî ne wiha ye. Bi awayê fiîlî tevlî dibin. Lê ya girîng ew eku bi vê peyamê dixwazin ji kê re çi bêjin û ger ku Emrîka ji Sûriyê vekişe, ewê di şûna xwe de kê amade bike! Polîtîkaya Emrîkayê ya gizêr-şiv a li Rojava dimeşîne, dibe bombe û li gel vedigere. Yê ku destpêkê rêya planê dagirkirina Rojava li dewleta Tirk vekiriye, Trump e.
Li şûna wê HTŞ wek pêkhateya siyasî ya îdeolojîk-kapîtalîst û hêza pêşeng a bingehîn a Sûriyê tê guhertin. Karê têtikariyê jî bi SMO’yê didin kirin û êrîşî Kurdan, jinan û gelan dikin. Yên ku vê yekê didin kirin, bi taybetî Erdoğan û hikûmeta wî ya şer e. Erdoganê ku ji Esad re dibêje dîktator, wek dîktatorê herî mezin ew ê dawiya xwe di Sedam û Esad de bibîne. Erdogan û ekîba xwe jî tenê rêbertiya êrîşên netewperest, olperest, zayendperest, komkujî û destdirêjiyan dikin. Wateyek din a vê yekê tuneye. Bi têkoşîna hevpar a jinan û gelan, dawiya dîktatoriya Erdogan nêz e.
Asta ku pêvajoya bi pêşengiya Îsraîlê bipêş dikeve dê bighê, di nav xwe de nediyariyan dihewîne. Divê bê famkirin ka hedefa Îsraîlê axên Kenan in an jî kolonyalîzma post-modern e? An jî planek nû yê ku kolonyalîzma post-modern jî li dû xwe dihêle? Aşkera ye ku fînans kapîtal dixwaze serdest bibe. Hêzên modernîteya kapîtalîst tevî hemû hewldanên xwe, ev 30 sal in li Rojhilata Navîn negihîştine asta ku dixwazin bidest bixin. Avabûneke siyasî ya ku li ser berjewendiyên sermayeyê yên li ser esasê xwînxwariyê ji nû ve hatiye teşekirin û ewê ji sîstemê re xizmet bike, tê xwestin. Heta niha modêlên netew-dewlet ên ku ava kirine, serkeftinek bi dilê xwe bidest nexistine. Bi têkçûn û hilweşîna sosyalîzma reel re pêvajoya ji nû ve tekûzkirina Rojhilata Navîn hatiye destpêkirin lê dîsa jî bi civaknasî û karakterek siyasî ya Rojhilata Navîn, her tim asêbûnek dijîn. Paradîgmaya Rêber Apo ya demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê û çareseriya demokratîk a konfederal jî, projeya rizgariya demokratîk a gel û jinên di serî de li Sûriyê, her wiha li Rojhilata Navîn e.
PKK di nav pêvajoyê de bû hêza herî mezin a bandorê li dengeyên li Rojhilata Navîn dikin
Pêvajoya ku bi dagirkirina Afganistanê bipêş keti, bi desthilatiya Talîbanê biencam bû. Pêvajoya ku bi dagirkirina Iraqê re bipêş ket, bi hegemonya û pirsgirêkên navxweyî yên Îranê re, bi dewletek bê îstiqrar û lawaz biencam bû. Pêvajoya ku bi Sûriyê destpê kir, avabûneke tevlihevtir a ku gelek hêzên cur bi cur tê de aktoriyê kirin, derxist holê. Li Îdlibê avabûnek cîhadîst çêbû. Husî, bûn hêzek bi bandor a ku navenda wê Yemen e. Haşdî Şabî gihîşt asta hêzeke ku li Iraq û Sûriyê di ser dewletê re tê girtin. Tevgera Berxwedana Îslamîya Iraqê, li Iraqê bû hêza herî bi bandor. PKK di nav pêvajoyê de bû hêza herî mezin a ku bandorê li dengeyên li Rojhilata Navîn dikin. Li Rojava pêvajoya şoreşa demokratîk destpê kir. Bingeha mirovahiyê ya siyasî ya di têkoşîna enternasyonal de, xurt kir. Ev hemû pêşketin, ji bo berjewendiya modernîteya kapîtalîst û hêzên global ên hegemonîk, ne baş in.
Îsraîlê bi awayek ku qet nedihat hêvîkirin, Îran, Filîstîn, Lubnan, Sûriye û Iraqê kir hedefa xwe. Ev yek aşkera ye ku tenê têkildarî xeyala wê ya li ser axên Kenan nîne. Îsraîlê Dûrzî û Kurdan wek hevkarên xwe yên xwezayî îlan kiriye, ev jî rewşek ji rêzê nîne. Em dikarin vê îlanê, wek parçeyek ji stratejiyên siyasî û leşkerî yên pêvajoya pêş me bibînin. Rola ku Îsraîlê di pêvajoya nû de daye gelê Dûrzî û polîtîkaya wê ya nû ya li ser Kurdan, li derveyê avabûna netew-dewlet a tê zanîn, saloxên sîstemek cuda dide. Îsraîlê du xelkên ku li Rojhilata Navîn nebûne dewlet wek hevkar û dost îlan kiribe, dibe ku ev nîşan dide wek partnerên bingehîn ên sîstemê û pêvajoyê dibîne. Ger ku em bi vî aliyê wê binirxînin; dibe ku Emrîka û Îsraîl ji bo Rojhilata Navîn a nû, civakên ku nebûne netew-dewlet, li ser bingeha berjewendiyên xwe binirxîne û li Sûriyê projeyek klasîk a netew-dewlet nemeşîne. Dibe ku Emrîka netew-dewletek herêmî ya wek Tirkiyê neke dijberê xwe, bi dînamîkên herêmî yên Sûriyê re, modêlek siyasî ya li gor cewhera qadê pêk bîne. Lêgerîna têkilî û hevgirtinan a ku bi Dûrziyan û Kurdan re destpê kir, nîşan dide ku ew ê bi civakên wek Suryanî, Qiptî, Keldanî, Êzdî, Şebekî, Berberî û wekî din re, berdewam bike. Bi kurtasî, ew ê li hember civakên ereb, fars, tirk û şiî û suniyên hişk, bi civakên ku aliyên wan ên demokratîk û baweriyê zêdetir derdikeve pêş re, têkilî û hevgirtinan bipêş bixin. Em dikarin diyar bikin ku li Rojhilata Navîn çûyînek ber bi avakirina sîstemek bi gelemperî sînorên wê hatine diyarkirin ve diçin. Bi rastî pêşketinên dîrokî nîşan dane ku li Rojhilata Navîn modêlên netew-dewlet, tu tiştek baş nedaye.
Di vê pêvajoyê de ew e rewşa Iraqê jî zêdetir bê rojevê. Bi dagirkirina Emrîkayê ya ku di sala 2003’yan de li Iraqê bipêş ket re, dînamîkên navxweyî yên Iraqê dişibin yên Sûriyê. Lê xwedî taybetmendiyên ku dikare pêvajoyek xetertir ava bike ne. Li ser vê bingehê em dikarin bêjin ku Iraq prototîpa Rojhilata Navîn e. Dibe ku em bibînin Îsraîla di vê pêvajoyê de wek lokomotîfa nû derketiye pêş, êrîşê Iraqê bike. Bi taybetî ji ber ku Tevgera Berxwedana Îslamî ya Iraqê bi çekên dûravêj êrîşî Îsraîlê kir, Haşdî Şabî li Iraq û Sûriyê bi bandor bû, ev nîşan dide ku Îsraîl ewê bi erêkirina Emrîkayê jî, êrîşî Iraqê bike. Iraq bi taybetî di aliyê Tevgera Azadiya Kurdistanê û têkoşîna wê de, qada herî jeo-polîtîk û stratejîk e. Di aliyê Qadên Parastina Medya, Rojava û Başûrê Kurdistanê de Iraq qadeke krîtîk û taybet e. Ev pêşketin nîşan didin ku hemû Kurd di nav pêvajoyek xeter a ku divê herî zêde xwe jê re amade bikin de ne.
Tevgerên Jinan ên Dinyayê dikarin nehêlin Sûriye bibe Afganîstana duyemîn
Netew dewletên rojavayî, hêzên hegemonîk û çapemeniya wan, daxuyaniya çapemeniyê ya fermandarê HTŞ’ê Colanî bi awayekî birqok dan û her wekî ewê sîstemek demokratîk bê avakirin, propagandaya wê hat kirin. Ev xapandinek e. Sîstemek aştiyane û demokratîk a gelan, di qada Minbicê û qada din a ku QSD lê serdest e, wek Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê heye. Çima li hember van êrîşan nerazîbûn nayên nîşandan? Yên ku dixwazin bi Colanî re atmosferek nû ya hêviyê nîşan bidin, têkbirina Rêveberiya Xweser a Demokratîk ku ev 13 sal in ji aliyê jinan, ereb, kurd, ermen, suryanan yanê ji aliyê gelên ku Sûriyê pêk tînin ve hatiye avakirin, çima erê dikin! Tiştê herî girîng jî, HTŞ avabûneke cîhadîst û bi tevahî ne Sûriyeyî ye. Armanca her rêxistinek îslamî ya cîhadîst, belavbûn û tundî ye. Jixwe dixwazin bi feraseta olperest û neteweperest, ji bo avakirina sîstema şirîetê, erka dewletê bidest bixin. Ger ku mesele Îslam be jixwe li Sûriyê zexta olî tunebû, mesele şirîet e. Gonevêrka çeteya li ser navê Îslamê derketiye holê ger k şirîetê naxwaze çima êrîş dike, çima wek leşkerên bi pere wehşetê dike! Wateya DAİŞ’ê, dewleta Îslama Iraq-Şamê bû. Li Iraqê DAIŞ têk çû û xuya ye ku dewleta Şamê jî bi destê HTŞ’ê ava dikin. Ji bo jinan xetere û rîskên mezintir hene. Pêwîst e mirov bi daxuyaniyên fermandarê HTŞ’ê Colanî nexape, piştî ku xurt bibin ew ê qanûnên şirîetê derxin. Pêwîst e ku tevgerên jinan, hemû jin, li hember avakirina desthilatiya HTŞ’ya cîhadîst a ku xwedî paşerojek tarî ye û ewê pêşerojê tarî bike, dengê xwe bilind bikin. Versiyona DAIŞ’ê ye. Jin û gelên Sûrî yên li hember DAIŞ’ê têkoşiyan, pêwîst e li hemer HTŞ'ê jî li Kurdistanê, Rojhilata Navîn û tevahiya cîhanê berxwedanê zêde bikin û parastina cewherî xurt bikin. Tevgerên Jinan ên Dinyayê, rêxistinên civakî yên sivîl, dikarin nehêlin Sûriye bibe Afganîstana duyemîn. Rojava aktorek xurt ê leşkerî û civakî ye. Rêveberiya Xweser a Rojava, ew ê hem parastinê hem jî gavên siyasî bi hev re bipêş bixe. Divê jin, ciwan û hemû gel, hemû dibetiyan li ber çav bigirin, ji bo şerê berxwedana gel amadekariyek cidî bikin, pêşketinên bi her awayî bi amadekarî pêşwazî bikin. Ev ji bo pozîsyonên wan ên li qadê, pêwîst e.
AKP’ya ku feraseta wê û çeteyan wek hev e, jixwe desthilatî ye. Dixwaze ku li ber serê wê jî Sûriyeyek bi feraseta DAIŞ’ê teşe bigre. Pêwîst e hemû jin ne wek pirsgirêkek ji sînoran wêde, wek têkoşînek li hember serdema tarîtiyê ya tê xwestin, bibin yek û wisa bijîn. Qetilkirina 3 endamên jin ên rêxistina jinên ereb Zenubyayê, ji aliyê çapemeniya azad ve hat ragihandin. Dema ku gelan dixwest ji Til Rifat, Şehbayê derkevin hinek jin hatin tazîkirin û li kuçeyan hatin teşhîrkirin, zexta reqsê li wan hat kirin, zark bi darê zorê ji destê dayîkan hatin girtin. Ev hovîtî ye, dehşet e. Çete, tola xwe ji jinan, ji Kurdan, ji Rêveberiya Xweser a Demokratîk distîne. Berpisyarê herî sereke yê vê hovîtî û dehşetê, Erdogan e!
Parastina Şoreşa Jinê ya Rojava ku îlham daye hemû jinên dinyayê, berpiryariya hemû jinan û gelan e. Ji bo vê yekê, li hundir û derveyê welat hinek xebat tên meşandin. Lê rihê têkoşîna yekbûyî ya ku li hember êrîşa DAIŞ’ê ya li Kobanê hatiye nîşandan, hê li hember SMO û HTŞ’ya ku perçeyên DAIŞ’ê ne, nehatine nîşandan. QSD’ê û PYD’ê aşkera kirin ku ji bo diyaloga bi HTŞ’ê re, amade ne. Lê divê jin temînata xwe bi destê xwe ava bikin. Di serî de li Kurdistanê, li hemû Rojhilata Navîn serhildanek jina a global bê lidarxistin, dikare pêşî li van xetereyan bigre. Di serî de jî jinên Kurd û ciwanên Kurdistanê ji vê yekê berpirsyar in. Di vê pêvajoya ku jin bi armanca ev sedsal bibe sedsala jinan di felsefeya JIN JIYAN AZADÎ de bipêş ketiye de, em bi êrîşên sîstemî yên tundiya mêr a olperest û netewperest a dij şoreş re rû bi rû ne. Qêrîna ku li Rojhilat û Îranê jinan bilind kiriye ya JIN JIYAN AZADî, li Rojava wek sîstema jinê jiyanî bûye. Di vê wateyê de xwedî derketina li Rojava, xwedî derketina li xwe, lêgerîna azadiyê û li pêşeroja xwe ye.