‘Pêşî lê girtina zewicandina zarokan erkê her kesî ye’

Endama Navenda Lêkolînên Jineolojî ya herêma Firatê Canê Ebdo, mijara zewacicandina zarokan nirxand û got ku ji bo avakirina civakeke polîtîk û exalqî divê dawî li mijara zewaca zarokan were anîn.

BERÇEM CÛDÎ

Kobanê - Zewaca zarokan ango zewicandina zarokên keç ên di bin temenê 18 salî de, yek ji diyardeyeke civakî ya paşverû ye ku heta roja me ya îro didome. Ev pirsgirêka ku xwe dispêre hişmendiya baviksalar, encamên neynî li ser avakirina civakeke rast derdixe holê.

Ji bo pêşîlêgirtina vê mijarê, di asta cîhanê û li pergala Rêveberiya Xweser a Demokratîk de gelek zagon û hevpeyman hene. Tevî vê yekê jî ev mijar bi rengekî balkêş berdewam dike.

Endama navenda Lêkolînên Jineolojî Canê Ebdo ya derbarê mijarê de axivî, bal kişand ser zewicandina zarokan ku yek ji mijara têkoşîna jinan e, ji bo avakirina civakekî exlaqî û polîtîk û pêşî lê girtina zewaca zarokan destnîşan kir ku divê hemû ferdên civakê bi erka xwe rabin. 

'Zewaca zarokan sûc e û hemû civak sûcdar e'

Canê Ebdo di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser nêzikatiyên civakê yên ji bo zewicandina zarokan û wiha nirxand: "Bûyera zewaca zarokan êdî di nava civaka me û Rojhilata Navîn de weke mijareke ji rêzê tê dîtin e. Ji ber vê mixabin êdî ji aliyê zarokan û malbatan ve jî tê pejirandin. Bêguman gelek sedemên ku ev mijar xwe dispêre hene jê şerê niha tê jiyîn, pergal û hişmendiya kapîtalîst, urf û taybetmendiyên paşverû yên civakê û şêwazên perwerde û mezinkirina zarokên keç. Gelo zarokeke ku beden, xeyal, mêjî, taybetmendî, liv û tevgera wê li gorî temenê 12-14 salan be, wê çawa malbateke saxlem were avakirin û civak hebûna xwe berdewam bike. Bi taybetî di warê fizîkî de, ev zewac bandoreke mezin li ser bedena zarokan çêdike ku mirov dikare weke xeteriya li ser jiyana wan jî bi nav bike. Tevî ku bi hezaran hemleyên hişyarî û perwerdeyê yên ji bo vê mijarê hatin birêxistinkirin, em dibînin ku hê jî ev bûyer tên jiyîn."

'Zarok di bin navê mijarên vala de tên zewicandin'

Canê Ebdo di berdewamiya nirxandina xwe de wiha got: "Ji bo vê mijarê divê mirov di asta yekem de dayikan rexne bike. Piraniya dayikên me di temenekî biçûk de zewicîn ku heta niha jî behsa vê mijarê û xeteriya wê dikin. Lê li aliyekî din ew jî heman kêmasiyê dubare dikin û dibin sedem ku zarokên wan heman çarenûsê bijîn. Ji temenê 3 salî em dibînin ku êdî ew zarok ji bo birêvebirina malekê û mezinkirina zarokan tê perwerdekirin. Ev yek di binhişiya zarokan de mijareke wisa ava dike ku dawiya van zarokan zewac e û di kîjan temenî de be jî normal e. Di bin navê şermê de, jiyana ku civak ji bo jinan dirêse, stirandina keçikan, wisa baştir e, ew zaroke û berjewendiya xwe nizane, jiyana bi hezaran zarokan hatiye tunekirin. Ji ber vê pirsgirêk û nakokiyên di nava civakê de jî di asteke bilind de ye, tundî jî xwe dispêre vê mijarê û di encamê de berdan derdikeve holê û rewşên dawîanîna li jiyanê çêdibin."

'Parastina zarokan avakirina pêşeroj û civakeke rast e'

Canê Ebdo di dawiya axaftina xwe de bang li tevahî beşên civakê kir ku ji bo bidawîkirina vê bûyerê, berpirsyar nêz bibin û got: "Mirov nikare rastiya civaka îro û ya berê bîne gel hev lê em niha di sedsala 21'emîn de ne ku weke sedsala pêşketinê bi nav dikin de dijîn. A niha gelek derfetên ku em xwe ji bûyerên zewaca zarokan rizgar bikin hene lê em dibînin civaka me berovajî van derfetan napejirînin. Ji bo vê mijara zewaca zarokan a niha bi rengekî zanebûn tê kirin û divê mirov li gorî vê  yekê jî nêz bibe. Ji bo vê her kes ji vê mijarê berpirsyar e û erka hemû beşên civakê ye ku em dawî li vê bûyerê bînin. Bi taybetî jî banga me ji bo jinan ew e ku bikaribin roleke çalak bilîzin da ku pêşeroja zarokên xwe biparêzin û civakeke exlaqî û polîtîk ava bikin."