'Pêşeroja zarokên di erdhejê de di bin xetereyê de ye'

Dilxwaza Tora Rêveberiya Krîzê ya Mafên Zarokan Sevgî Demîr, got ku ji bo pêşî li xeterên di demên pêş de were girtin divê li herêmên erdhejê ji bo zarokan xebat werin kirin.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Semsûr - Tora Rêveberiya Krîzê ya Mafên Zarokan a Amedê ku di bin banê Platforma Şêwirmendî û Parasstina Bajar de hatiye avakirin, 5 meh in li herêmên erdhejê bi zarokan re têkildar dibe û atolyeyan li dar dixe. Di nava torê de Navenda Mafên Zarokan a Baroya Amedê, Komeleya Hêviyên Rengîn, Zarokane, Komeleya Destpêkê Zarok û Jin, Komîsyona Mafên Zarokan a Komeleya Mafên Mirovan, Ji bo Zarokan Edalet, Şaxa Egîtîm-Sena Amedê, Komeleya Qada Ciwan Lotus û saziyên civaka sivîl hene. Komên dilxwaz ên ku li herêma erdhejê ne ji bo başbûna travmayên ku piştî erdhejê bi zarokan re çêbûne dixebitin.

Li herêmê bi sedan zarokan re têkilî danîn

Tora ku li Semsûrê di konbajarê ku ji aliyê rêxistinên kedê ve hatiye avakirin dixebite, di nava 5 mehan de gihîşt bi sedan zarokan. Dilxwaza torê Sevgî Demîr ku mehek e li Semsûrê dixebite li ser hal û rewşa piştî erdhejê û tedbîrên ku divê werin girtin ji ajansa me re nirxand.

Sevgî Demîr bal kişand ku ji bo zarokên li herêmên erdhejê divê rêxistinên wekî UNÎCEF’ê û kesên ku di vî warî de dixebitin li herêmê hebin û got: “Em behsa herêmeke pir mezin dikin loma divê ku xebat jî li gorî vê yekê bin.” Sevgî Demîr da zanîn ku piştî erdhejê bi deh hezaran malbat ji bajar koçber bûne lê hejmarek zêde kes li bajar hene û got ku di demên dawî de gelek kesên ku ji bajar koçber bûbûn vegeriyane malên xwe. Sevgî Demîr bal kişand ku tevî ku gelek meh di ser erdhejê de derbas bûne jî hê pêdivî bi starek heye û got ku yên herî zêde ji van pêvajoyan bi bandor dibin jî zarok in.

‘Di 5 mehan de em bûn şahidên veguherînên di hal û tevgera wan de’

Sevgî Demîr, diyar kir ku ji bo travmaya zarokan zêde nebe ew bi wan re di nava têkiliyan de ne û got ku ji bo zarokan atolyeyên cur be cur li dar xistine. Sevgî Demîr ragihand ku ligel atolyeyan, ew pêvajoya ku zarok piştî erdhejê dijîn jî dişopînin û da zanîn ku zarokên erdhejê dîtine êrîşkar û di nava xwe de ne. Sevgî Demîr di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Ji ber ku zarok ji erdhejê pir bi bandor bûn, em dibînin ku ji ber travmaya jiyane ketine nava xwe yan jî bi hêrs in. Dema ez nû hatim zarok bi hêrs bûn, meyla wan ji şîdetê re hebû lê me ji bo wan atolyeyan li dar xist û me dît ku rewşa wan guherî. Ev atolye ji bo wan gelek baş in. Ji bo em travmaya wan sivik bikin em van atolyeyan li dar dixin. Tevî 5 meh derbas bûne jî zarok hê tam baş nebûne. Her çiqas di warê hêrs û bêdengiyê de tam baş nebûbin jî ez dikarim bibêjim ku veguherînek bi wan re çêbûye.”

‘Ji bo van travmayan bê zirar derbas bikin divê cih û xebatên wiha bidomin’

Sevgî Demîr bal kişand ku li bajarên erdhejê qadên ku ji bo zarokan werin avakirin, pir girîng in û got ku di vê pêvajoyê de zarok ji gelek mafên xwe bêpar mane. Sevgî Demîr bal kişand ku ji bo zarok bê zirar vê travmayê derbas bikin divê xebatên li herêmê zêde bibin û wiha got: “Zarok piştî erdhejê bi rewşeke nû re rûbirû man. Gelek ji wan xwedî nijad û nasnameya cuda ne û ji ber vê yekê qada ku lê dimînin pir têkel e. Ji bo zarok travmayên xwe bi zarara kêm derbas bikin divê li tevahiya bajar qadên lîstik 3u atolyeyan hebin. Ji bo di qadeke hevpar de werin ba hev û di navbera xwe de bikaribin têkiliyê daynin xebatên wiha pêwîst in. Di vê mijarê de hem dewlet hem jî UNÎCEF divê peywira xwe bi cih bînin. Berfirehbûna qadên lîstikê û avakirina rewşeke civakî dê ji bo zarokan pir baş be.”

‘Di her warî de rewşa bi xeter li pêşiya me ye’

Sevgî Demîr bal kişand ser xeterên ku di demên pêş de bi zarokan re çêbibin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Her ku pêvajo derbas dibe, pêdiviya me bi dilxwazan çêdibe. Piştî erdhejê me li ser zarokan gelek çavdêrî kirin. Ya yekemîn şîdet e. Di vî warî de hem di warê derûnî de hem jî di warê civakî de gelek xeter li pêşiya me hene. Ger niha derfeta başbûnê bibînin di jiyana wan a li pêş de ji bo wan rewş erênî be lê mixabin dibe ku ev yek bes nebe, ji bo pêşketina wan pêdivî bi piştgiriya derûnî heye. Divê em wan tenê nehêlin. Di pêvajoyên hesas de gelek pirsgirêkan jiyan. Divê hem di warê derûnî, hem perwerde hem jî tendirustiyê de xebat werin kirin lewre mafên wan di gelek waran de tên binpêkirin.”