‘Pêşeroj di destê jinên Tûnisê de ye’

Nivîskara Tûnisê Amna Al- Rumayî diyarkir ku tevî ku jin di gelek qadên jiyanê de serkeftine, di mekanîzmayên biryargirtnê de cihê xwe nagrin û got: “Pêşeroj di destê jinan de ye û wê salên li pêşiya dê tabloyek cûda derbikeve holê.”

ZOUHOUR MECHERGUI

Tûnis - Li Tûnisê ji nivîskarên li pêş Amna Al-Rumayî bal kişand ser jinên qehreman ên ku di romanên xwe de teyîsandin. Diyarkir ku romanên wê û karekterên di romanên wê de polîtakayên şer û têkoşîna jinên Tûnisê vedibêje. Amna Al- Rumayî bersîva pirsên ajansa me da û destnîşan kir ku êşên jinên ku li herî aliyê cîhanê parve dike, ji bi rûbirû bûna van trajediyan jin xwediyê kapesîteya ku hêzekê ava bikin e.

‘Min hewl da bejim ku koçberî bi sucên qaçaxçitiya mirovên li Tirkiye ve girêdayiye’

*Berê jî di romana bi navê Şat Aruh de qehramanê romanê rojnemeger Bahia bû û karekterek femînîstbû, çima weke qehreman we karekterek femînîst hilbijart?

Jina qehreman ya Şat’ê weke romanciyekê û rojnegera lêkolîner ji yekê zêde karî de kar kiriye. Weke lêgerîna rastiyê û rojnamegera lêgerînê di roman de cih girtin, ji qehramê di romanan de cûdaye. Di destê qehremana jin de, gelê Tûnisê û pirgirêkên gelên din ên jiyan dike di mijara pirsgirêka koçberiyê de armanca lêgerîna rastiyê heye. Jina qehreman xwe bi karekterek din re, xwe li beramberî karekterê ku xwe aniye halê karektera mêr re dibîne. Sembola di romanê de Şemseddin Marzu, yek ji endamê Xaça Sor a Tûnisê ye ku bi awayekê dildar beşdarî xebatên veşartina termên avêtine ber peravên behrê dibe. Ev xebat bi qasî zehmet e ewqas jî wehşet e. Bi rêya rojnamegeriyê, mijar ne tenê reva ciwana ji welatên ku lê jiyan dikeye, min hewl da diyarbikim ku mijar bi kontrolkirina tevnên bi hêz ên  qaçaxçitiya mirovî û karkeran li Tirkiye ku bi sucên veşartî re girêdayîne. Welatên Derya spî di mijara ewlehiyê de xwedê tevnên bi kok û erkên bi bandorin.”

‘Me got destkeftiyên jinan ji tiştekê bandor nabe’

*Romana "Di Ramana El-Taher El-Heddad De Jin û Projeya Modernîst" li ser biyografiya Al-Taher Al-Haddad ê ku projeyej modern a mezin ku ji her cûre zayendên civakî rizgarkirina jin û mêran radiweste, li pey xwe dihêle, weke mijarek girtiye dest. Hûn li ser bangên El-Heddad ên ji bo azadiya jinê û êrîşa li ser kariyera wê çawa difikirin?

Di sala 2012’an de li Tûnisê guherînek dijwar hate jiyan kirin, êrîşên li beramberî sembolên me ên moderna netewî zêde bûye. Êrîşî ser gora Habib Burgiba û Taher Al-Haddad kirin, nivîs hatin sîlkirin, gor hatin xirakirin. Me got destkeftiyên jinan ji tu tiştî bandor nabe û em li benda hê zêdetir bûn. Lê belê piştre hêzên paşverû hewlda destkeftiyên me cardin bigrin. Di salên 90’ê de min li ser pirtuka Al Taher Al- Haddad ya bi nav ‘Jinên me ên di civak û Şeriatê de’ li ser bertekên hatî nişandan min lêkolîn kir. Min şer û sedemên wê lêkolîn kir, min behsa bertekên hêza muhavazakar a dîndaran kir û min lêkolîna akademik a li piştî êrîşa li ser goristanê weşandî temam kir.

Min hewl da rêzdariya Taher Al-Haddad cardin qezenc bikim û teyîda jinên Tûnisê ji jinên Ereb û gelek jinên ku li seranserî cîhanê jiyan dikin rewşek cûda jiyan dikin bikim. Min xwest bêjim eve projeya Taher Al- Haddad li dijî zilmê rawestane. Sendîkacî bû li gora wê karkerên ku dihatin biçûkxistin jinbûn. Ji bo azadiya wan û perwerdeya jinan; bê edaletiya di nava civak û malbatê de ji holê were rakirin, ji bo avakirina wekheviyê, pêşîlêgirtina pirjiniyê, li cihê dadgeha şeriatê dadgehên sivîl werin ava kirin.

‘Jin wê di salên pêş de wê tabloyek cûda derbixin holê’

*Dûrxistian jinên Tûnisê ji pozisyona biryardanê , li parlementoyê kêmaniya nunertiyê, di aliyê hinek caran tundiya siyasî a ku bi mirinê encam dibe. Amna Al-Rumayî hemû tiştên ku tê jiyîn û mexdûryata jinên Tûnisê helwestek çawa nîşan dide? Di awadana romana wede şertê bandora fikir û karekteran heye?

  Jinên Tûnisê, derbarê mafê xwe zagonên ku hatine rêk û pêkkirin û qiyaskirina jinên bi herêmê re di cihek baş dene. Hebûna wan di navendên biryradana qadên aborî û polîtîk de giring tê dîtin. Lê belê hê di qada aborî û siyasî de hertim mêr cih digrin, jin bi rêjeyek biçûk cih digrin. Em hebûna jinan di weziran de nabînin. Em dibînin ku di dadgehên mezin û navendên saziyên darazandinê de hemû mêrin. Jinên ku di serkeftina aboriyê de giringin, di navendên biryargrtinê de nayên dîtin. Cardin lêkolînên zanîngehan di destê jinan dene. Ji sedan 80’ê lêkolîneran jinin û yê din jî mêrin. Pêşeroj di destê jinê deye û di salên pêşiya mede wê tabloyek cûda derbikeve holê.

‘Zimanek ku tiştên jinên Filistinê rastî hatine bêje nîne’

*Di êrîşên Îsrilê li ser Xezayê de çima jin û zarok dibin hedef. Hûn bêdengiya cîhanê li dijî van êrîşan çawa dinirxînin?

Ev çalakî û sûc dûrî tarif û zimanane. Zimanek ku tiştên ku jinên Filistinê jiyan kirine bîne ziman nîne. Kî bide bila bide, divî şerî de dema bal were kêşana ser hêjmaran makineya dagirkeriyê jin kirine hedef, dibînin ku li dijî jiyanê şerek ê wan heye, kuştina jinek Filistinî, tê wateye tunekirina malbatekê. Kuştina zarokan tê wateya kuştina jiyan û pêşerojê ye. Dagirkerî ji jiyana zarok û jinan tîmar dibe û serkeftina xwe a qaşo li ser bedenên wan înşa dike. Lê belê jinên Filsitinê, weke teyrê Enqa, wê bi rastiya xwe bilind bibe û Filistinek cûda ya azad û bi hêz derbixwe holê.