Pêşenga mafên jinan: Nazo Nîssan li Kabîlê koça dawî kir

Nazo Nîssan a ku bi salan ji bo perwerdehiya keçan û mafên jinan li Pencşîrê têkoşiya bû, li Kabîlê çû ser dilovaniya xwe. Wê di salên dijwar de ji bo xwendina zarokan gelek zehmetî kişandibûn.

Navenda Nûçeyan – Nazo Nîssan, ku bi eslê xwe ji Pencşîrê bû, di 4’ê Îlonê de, li Kabîlê koça dawî kir. Wê bi salan li Pencşîrê ji bo mafên jinan û bi taybetî ji bo perwerdehiya keçan xebitîbû.

Li gorî raporên hatine weşandin, di salên destpêkê yên serdema komarê de, dema ku gelek gund û geliyên Pencşîrê bê rê bûn, Nano Nîssan ji bo ku keç bikaribin perwerdehiyê bibînin, mesafeyên dirêj dimeşiya.