Pêşangeha projeyên biçûk

Jinên li xezayê ji bo li ser lingên xwe bisekininin û debara xwe bikin, berhemên çêkirine li pêşangehê difroşin. Wezîra Karûbarên Jinan Emel Hemed bi vîdyoyek li ser medyaya civakî silav da jinên Filistînê û ji bo xebata wan serkeftin xwest.

REFÎF ISLÎM
Xeza - Balyoza karsazên jin li Zîvala Xezayê, Hîba El-Hindî pêşangeha "Neynikên Filistînî 14" ku  sed goşe di nav xwe de hewand  saz kir. Wê gelek projeyên piçûk ji jinan re ava kir, di nav wan de dirûtin, xêzkirina dar, balgî, xemilandin, gravurekirina hena ku ew jî bi armanca firotina van projeyan e.
Pêşangeha "Neynikên Fîlîstînî 14" di deh û yanzdehê Adarê de hat lidarxistin û Wezîra Karûbarên Jinan Emel Hemed bi riya medyaya civakî vîdyoyek gotarê pêşkêş kir û silav da jinên Filistînê, nemaze jinên pêşeng û serkeftinê ji wan re xwest. Ji bo ku çavkaniya piştgiriyê peyda bikin ji bo xwe û malbatên xwe, tevî dorpêça Israîlê û rewşên aborî yên giran û rûbirûbûna wan bi şer û êrîşan re. Her wiha bandora pandemiya coronayê jî. Wê dixwest ku ew di nav wan jinên karibûn bi riya projeyên xwe peyamek bigihînin hemû cîhanê ku jinên Filistînê hê dikare berhemdar be.
Berpirsa têkiliyên giştî ya pêşangeha "14 Neynikên Filistînê", Dîma El-Şerfa, diyar kir ku wê û hevkara xwe Hîba El-Hindî hewl dan ku pêşangeha du rojan li pey hev domiya, organîze bikin. Da zanîn ku ew bi armanca piştgiriya projeyên piçûk ji jinan re piştî pandemiya coronayê û paşketina aborî ya ku bû sedem raya giştî wan nas bike û bi wan re rû bi rû têkiliyê dayne. Şerfa bal dikşîne ku ev têkilî dê baweriyê di navbera hilberînerên projeyan û xerîdaran de çêbike û ew ê li gorî wê xerîdarên nû bîne.
Cûmana El-Xefrî ya 20 salî destnîşan kir ku ew bi xwişka xwe Sûad El-Xefrî ya 21 salî re beşdarî pêşangehê bûye ji bo firotina projeya wan a bi navê "Metcer El- Roh" ku girêdayê xêzkirina li ser keviran e ev kar jî wek behremendî hatiye destpêkirin. Suad got ku tevî projeya wan bûye çend meh in dest pê kiriye jî hin firoşkar hene bi wan re dikevin peywendiyê da ku ramanên xwe bi cih bînin.
Li aliyê din Menal Muştaha ya, 29 salî, got ku wê beşa dermanxaneyê xwendiye û derfeta karekî guncew nedîtiye, ji ber vê yekê wê biryar daye ku ji tiştê fêr bû sûd werbigire û hilberên xwezayî  ji bo laş, çerm û por çêbike. Her wiha got ku nexweşiya coronayê projeya wê têk biriye ji bo wê xwest ku beşdarî pêşangehê di riya goşeya ku nav lê kiriye " Tac Lorîn" beşdar bibe. Menal da zanîn ku hin made hene dikevin nav çêkirina hilberînan lê "dagirkireriya Israîlî" naxwaze ku derbasî hundir bibin ev dibe astengekiyekê din ji bo wan.
Nejat Ebû Mustafa ya 42 salî jî xwedî çîrokek din e. Ji ber ku ew malbata xwe ya ji 8 kesan pêk tê bi karê xwe yê qelandina qehweyê xwedî dike lewre ji ber nexweşiya hevjînê xwe tevî xwendina xwe jî tu derfertên kar bi wê dîplomaya xwe ya zanîngehê nedîtiye. Ji ber vê yekê ew çûye ku li mala xwe li ser sobeyek axê qehweyê bişewitîne ku vê yekê jî hişt gelek nas û rêhevalên wê serdana wê bikin.
Nejat Ebû Mustafa di domandina axaftina xwe de dibêje ku temenê projeyê 5 sal e yanî bi temenê zarokên wê re ye û bi wan re mezin bûye. Nejat îşaret bi wê yekê kir ku projeyek şewatê li ser gaz û kehrebeyê pêşkêş kiriye fon bi dest xistiye da ku di demên pêş de karibe miqdarên mezin bişewitîne û li kafe û firoşgeh û wesayîdên gerok belav bike.
Meha El-Bayok, 45 salî ye, di riya Embarên Meha beşdarî pêşangehê bûye, goşeya wê aksesuwar û modaliyat girtiye nava xwe ku ji tevahî temenan re dibe. Wê bal kişand ku ew di firotanê de ji ber dorpêça Israîlî rastî gelek astengiyan tê her kes jî rewşa xirab a aborî li zîvala Xezayê dizane, ji ber vê armanca wê ew bû ku pêşwaziyekê ji hilberînên xwe re biafirîne bi taybetî li ser pêşketina karê xwe kar dike.
Li aliyê din Selwa El-Hilû ya 35 salî jî got ku ew gelek xwarinên xweş ên wekî kibbeh û manakîş li male çêdike. Hevalên wê piştgirî danê bo ku behremendiya xwe ji çêkirina xwarinê veguherîne projeyekê da ku baştir pere qezenc bike.  Hilû da zanîn ku  rewş gelekî baş bûye heta ku nexweşiya coronayê belav bû lê piştî belavbûna nexweşiyê, gel bi xwarina derve bawer nake, ji ber vê wê careke din berê xwe da malê da ku xwarinê amade bike û beşdarî pêşengehê bibe.