Şervana YPJ’ê ya Ereb: YPJ’ê di min de hesta xwe nasîn û xwebûnê ava kir
Şervana YPJ’ê Bêrîtan Zinar ku bi xwe Ereb e û di sala 2021’an de tevlî YPJ’ê bûye, dibêje “yekineyên YPJ’ê di min de hesta xwe nasînê û xwebûnê ava kir. Lewra ev hest û hêz min ber bi YPJ’ê ve bir.”
RONÎDA HACÎ
Hesekê – Bêrîtan Zinar, bi eslê xwe Ereb e û li bajarê Tebqayê jidayîk bûye. Dema di sala 2017’an de bajarê Tebqa ji hêla hêzên QSD û YPJ’ê ve ji destê çeteyên DAÎŞ’ê tê rizgarkirin, ew kêlî ji bo jiyan û pêşeroja Bêrîtan jî dibe xala werçerxê. Ev hêza jinê ya ku jiyanê ava dikir, çêdikir, bîr û baweriyê di nava civakan de ava dikir, her diçû bala Bêrîtanê zêdetir kişand. Bêrîtan dît ku hebûna YPJ’ê di tevahî qadên jiyanê de guhertinên mezin di hişmendiya civakê de diafirîne. Êdî YPJ dibû hebûna tevahî jinan. Ne tenê jinên Kurd û Ereb, li seranserê cîhanê, ji tevahî ol, bawerî û netewan, riya xwe û lêgerînên xwe di nava YPJ’ê de dîtin. Lewma jî YPJ ji bo wan dibû rê û stargeh.
Tevahî qeyd û bendên zayendperestiyê perçe dike
Nakokiyên di serê Bêrîtan de, pirsên ku wê mijûl dikir, roj bi roj wê zêdetir ber bi hêza YPJ’ê ve dibe. Êdî Bêrîtan rê û stargeha xwe dibîne û di sala 2021’an de tevlî nava refên YPJ’ê dibe. Bêrîtan li bajarê xwe dibe yek ji jinên ku tevahî qeyd û bendên zayendperestiyê perçe dike. Di nava YPJ’ê de gelek perwerdeyan dibîne. Perwerdeyên birdozî û perwerdeyên leşkerî. Çiqas rastiya pergala zilamsalar nas dike, ewqas hirs û kîna wê li hember başverûtiyê jî zêde dibe. Lewra tevahî armanca wê ew e ku çarenûsa tevahî jinan biguherîne. Ji bajarê xwe destpê dike.
Tevî birîna xedar jî dev ji şer bernade
Bêrîtan roj bi roj guhertinan dijî û dikeve ferqa hebûna xwe. Bi awayek çalak cihê xwe di nav şerê ku di 13’ê Çileya sala 2026’an de ji hêla çeteyên HTŞ ve pêk tê de digre. Pir baş dizane ku ew çete dijminê hebûna jinan e, lewra bi ti awayî sengerên xwe yên şer bernade. Lê di şerê Sirînê de di encamê balafirên keşfê yên çeteyên HTŞ’ê de ji lingê xwe bi giranî birîndar dibe. Dîsa jî ji bo ku dest ji sengerê xwe bernede gelek têdikoşe, lê ji ber ku birîna wê xedar e, hevalên wê Bêrîtan radikin nexweşxaneyê.
Bêrîtan Zinar bi dilekê mezin, ji xwe bawer û bi rûkeniyê ji me re qala beşdarbûyîna xwe ya YPJ’ê û birîndariya xwe û her wiha pejirandina yekineyên YPJ’ê ya ji hêla hikûmeta demkî ve dike.
Hebûna YPJ’ê guherînek civakî çêkir
Bêrîtan got dema şervanên QSD, YPG û YPJ’ê herêma Tebqa rizgar kirin, gelek nirx û têgihîştinên kevneşopî dest bi guherînê kirine û vana wiha anî ziman: “Hebûna jinê di qada leşkerî de, tenê têkoşîna leşkerî nebû. Her wiha bû hişyarkirina civakê û vekirina deriyên nû ji bo tevahiya jinan. Em dikarin bêjin ku rizgariya Tebqayê tenê rizgariya ji DAIŞ’ê nebû, di heman demê de pêngavek ji bo perwerdekirin û pêşxistina jinan a di nava civaka Ereb de bû.”
Ji xwebaweriyê heta tevlîbûna nav refên YPJ’ê
Bêrîtan diyar kir ku bandora ku şervanên YPJ’ê li ser wê kirin, sedema hilbijartina vê rêya bûye. Li gorî wê, YPJ rêyek e ku jin tê de dikare xwebûna xwe nas bike û bersivê ji pirsên xwe yên kesayetî re bibîne ava dike. Bêrîtan wiha got: “Her çend êrîş û hewldanên reşkirinê li ser YPJ’ê hene, van êrîşan nekarîbû îradeya jinan bişkînin û YPJ niha bûye mînak û nasnameyek ji bo tevahî jinan.”
‘Felsefeya Rêber Ocalan vegera li nirxên civakî ye’
Bêrîtan tekez kir ku gelek jin piştî rizgarkirina herêmên wekî Tebqa, Reqa û Dêrzorê, bi fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan naskirin û tevlî tevgera civakî û şoreşê bûne û wiha behsa felsefya Abdullah Ocalan kir: “Felsefeya Rêber Ocalan ji rastiya civakê û nirxên ehlaqî derketiye û di şertên ku cîhan bi alozî û şer re rû bi rû ye de wekî rêyek ji bo vegera civakê li bingehên xwe tê dîtin.”
Birîndarbûn û domandina berxwedanê
Bêrîtan wiha behsa girîngiya dewamkirina xeta berxwedaniyê kir: “Di sala 2025’an de, dema ku êrîşa li ser Bendava Tişrînê pêk hat, civakê bi pêşengtiya jinan û bi rihê gelê şoreşger xwe kir mertalê zindî. Min gelek dixwest ku ez jî para xwe ji wê berxwedanê bigrim, lê ji ber kar û erkên cuda min nikarîbû beşdar bibim. Wekî beşek ji operasyonan em tevlî bûn, lê ez bi awayekî rasterast di şerê dawî de beşdar bûm, dema ku HTŞ’ê û çeteyên girêdayî wê êrîşî herêmên me kir. Her dem difikirîm ku ger ez beşdarî şer bibim, ez û çeka min em ê çawa bi hev re rê li ber dijmin bigrin û civaka xwe biparêzin. Ji bo me nabe ku em sengerên xwe yên şer berdin. Ji ber vê yekê, dema ku ez li Sirînê birîndar bûm, min nedixwest ku ez dev ji sengerê xwe yê şer bernedim, lê ji ber birîndariya min hevalan min rakirin û birin nexweşxaneyê. Me ji bo xwe Şehîd Ziyad û Şehîd Denîz esasê berxwedanê didît.”
Banga naskirina fermî ya YPJ’ê
Bêrîtan Zinar destnîşan kir ku naskirina YPJ’ê di aliyê fermiyetê de tenê daxwaza şervanên jin nîne, her wiha daxwaza hemû jinan e û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em wekî hêza jinan, qebûl nakin ku careke din dîroka me were dizîn û hemû destkeftiyên ku bi keda jinan hatine bidestxistin bibin para desthilatdariyê. YPJ xwedî berxwedaniyek mezin û naskirî ye. Di her herêmek ku hatiye rizgarkirin de dîroka berxwedan û fedekariya şervanên jin heye. Wekî li Kobanê Arîn Mîrkan, li Efrînê Barîn û Avêsta, li Şêx Meqsûd Denîz û bi hezaran qehremanên jin hene ku mohra xwe li dîrokê xistine û bûne şahidên hêz û îradeya jinan.”