Perwîn û Rodî îro bûne helbestvanên welat

Yekîtiya Rewşenbîrên Kantona Kobanê û Komîteya Wêjeyê bi dirûşma "Xewnên me jiyan bikin û ji jiyanê hez bikin", şevbuhêrka belavkirina pirtûka her dû şehîdan li dar xistin.

GULISTAN HISSEIN HAMID 
Kobanê-Di 25’ê Hezîrana 2015´an de bi hilatina rojê re, bi awayekî hovane çeteyên dewleta tirk êrîşî Kantona Kobanê bi taybet gundê Berxbatan dikin. Di encama êrîşê de  64 jin, 35 zarok, 3’ê ji wan jinên ducanî, bi giştî di bajar û gundê Berxbatanê de 252 kes jiyana xwe ji dest dane.  Ji bo bîranîna şeşemîn a şehîdên komkujiya 25'ê Hezîranê, Yekîtiya Rewşenbîrên Kantona Kobanê û Komîteya Wêjeyê, şevbuhêrka belavkirina pirtûka her dû şehîdên Mamoste Perwîn û Rodî li baxçeyê Ronîwar li dar xistin. Endam û Rêveberiyên saziyên civaka sivîl, partiyên siyasî û bi dehan şêniyên Kobanê beşdar bûn, wêneyên Perwîn û Rodî hatibûn xemilandin. Piştî deqeyek rêzgirtin li ser giyana cangoriyên azadiyê, helbestên Perwîn û Rodîn ji aliyê xwîşka şehîd Perwîn ya bi navê Zîlan Hemo û hevalê wê Mamoste Aras Hiso ve hatin xwendin paşê jî pirtûk li beşdarvanan hatin belavkirin. Hejmara pirtûkên ku hatin belavkirin 300 pirtûk bûn, herî zêde jî helbest li ser jiyana şehîdan, şoreşa Rojava û di derbarê jiyana wan de bû.Di vê çarçoveyê de beşdarvanan nêrîn û helwestên xwe ji ajansa mere parvekirin.
"Giyana wan îro zindî û nûjen dibe"
Zîlan Hemo xwîşka şehîd Perwîne wiha behsa hin taybetmendiyên Perwînê dike: "Xwîşka min Perwîn Mamosteya zimanê Kurdî bû, belkî  ewqas xwe di milê ziman de pêşnexistibû, lê her tim xeyalên wê fêrî zimanê Kurdî bibe û di dibistanan de ziman fêrî nifşê nû bike. îro wek hûn dibînin roj bi roj piştî 6 sal ji komkujiyê giyan û xeyalên wan pêk tên. Her wiha Perwîn û Rodî bi hev re helbest dinivîsandin, mixabin derfetên wan çênebû ku pirtûka xwe bi destê xwe çap bikin, ne gihîştin armancên xwe, lê wê nifşê pêşerojê van xeyalan pêk bîne û ziman biparêze. Perwîn Mamosteyake dilnizm bû, her kesî jê hez dikir û dikaribûn bi awayên rehet nîqaşan û nirxandinan li gel wê bikin. Ez û hevalê xwe Aras Hiso me xwast em vê xebatê di demeke nêz de pêk bînin lê derfet kêm bûn, vaye îro pirtûkên hatin çapkirin ew ne amadene lê giyana wan bi me re ye. Meraqa Perwîn li ser zimanê Kurdî hebû, dixwast bi Kurdî binivîsine, bixwîne û bifikire, ji bo wê niha di ferhengên wê de dide diyakirin ku asta ziman bilintir bike."
"Hêvî û xeyalên wan pêk hatin"
Her wiha Rodîn Mihemed xwendekara Zanîngha Kobanê beşa wêje dixwîne wiha got:" Bi saya keda van Mamosteyan îro asta zimanê Kurdî pêş ketiye û tê parastin. Di roja bîranîna her dû şehîdan de, şevbihurkeke tê li dar xistin û di vê bîranînê de îro xewin û xeyalên wan pêk tên. Îro em jî wek xwendekar li peyî şopa wan mamosteyanin, wan hişt ku şoreşa ziman bi şoreşa Rojava re destpêbike. Ev hemû jî bi saya wan  hat parastin û nûjenkirin. Lê çima ev herdû Mamoste di komkujiyê de bên hedefgirtin, ji ber ku tenê Mamosteyên ziman bû parastina ziman dikirin, gunehê wan tenê ev bû, bila giyana wan rehet û şad be."
"Bi helbestan em ê ziman zindî bikin"
Herî dawî Endama Komîteya Navendî ya Partiya Çep a Kurd Gulê Hesen  da zanîn ku pirtûka Perwîn û Rodî hişt ku careke din ziman ji nû ve bê zindî kirin û ew bûne helbestvan û wiha pê de çû: "Perwîn û Rodî Mamosteyên me bûn, îro jî xwendekarên wan rêka wan dişopînin. Piştî ku şoreşa Rojava destpêkir wan jî dest bi fêrkirina ziman kirin. Em dizanan ku niha êrîşên herî zêde li ser zimanê Kurdî heye, lê heya astekê van mamosteyan ziman zindî û parastin. Wan Mamosteyan jî xwastin bibin pêşengên ziman Kudî, wan jî Mamoste Viyan Amara ji xwe re wek pêşenga ziman hilbijartin. Bi sedan Perwîn û Rodî îro bûne Mamosteyên ziman. Mînaka herî berbiçav jî vekirina Zanîngeh û peymangeh e. Wan ji astên ziman destpêkirin ta gihîştin asta vekirina dibistanan ku xwendina zimanê Kudî îro di dibistanên me de tên dayin ev bi xwe serkeftine ji bo gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê- Rojava."