Pervîn Buldan: Çiqas êrîş bikin wê zêdetir winda bikin
Hevseroka giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan di axaftina xwe ya dema serdana buroya hilbijartinê ya Wanê de got: “Çiqas winda dikin êrîş dikin, çiqas êrîş bikin dê zêdetir winda bikin.”
Navenda Nûçeyan- Hevseroka giştî ya partiya Demokratîk a Gelan HDP’ê û namzeda Wanê ya Partiya Çepên Kesk Pervîn Buldan, li nafçeya Elbaka Wanê serdana buroya hilbijartinê ya Partiya Çepên Kesk kir.
Di dema serdanê de Pervîn Buldan axivî û bal kişand ser mîtînga starta Partiya Çepên Kesk a li Colemêrgê û got: “Em li bendê ne ku ev mîtînga me li dar xistiye ji bo hemû mîtingan bibe mînak. Bi coş, biryar û li ruxmê hewaya sar bi hezaran kesan qad tijî kir û mîtîng hat lidarxistin. Ev mîtîng wê rêjeya dengên me yên di hilbijartinê de zêde bike û di heman demê de wê bibe nîşaneya armanca me ya derxistina 100 parlamenteran. Dema ku em ji Colemêrgê derbas bûn me xwest em selamek bidin Elbakê û wisa derbas bibin. Ez serkeftinê di vê hilbijartinê de ji gelê Elbakê re dixwazim.”
‘Divê em xwe bigihîjînin hemû aliyên civakê’
Pervîn Buldan da zanîn ku divê di hilbijartina 14’ê Gulanê de ji Wanê her 8 namzedan derbixin û wiha domand: “Ez soz didim we em ê AKP’ê li vê herêmê bixin halê partiya tabelayê. Me got ji Colemêrgê 3-0, li Wanê em bawer dikin em ê bikin 8-0.”
‘Navê vê operasyonê kumpas e’
Pevîn Buldan di axaftina xwe de bal kişand ser operasyonên îro û wiha got: “Desthilatdariya ku demên xwe yên dawî dijî, li gelek navçeyên navenda Amedê dest bi operasyonên binçavkirinê kir. Navê vê oparasyonê, operasyona kumpasê ye. Ji ber hindî hilbijartin nêz dibe, vê operasyonê li dijî yên ku xebatên hilbijatinê bi rê ve dibin, parêzerên ku di hilbijartinê de erk bigrin, hunermendên di hilbijartinê de derbikevin ser dikê û hevalên me yên xebatên hilbijartinê didin meşandin em bi tundî şermezar dikin. Çiqas winda dikin, êrîş dikin lê belê çiqas êrîş bikin wê hîn zêdetir winda bikin. Ji ber vê jî ez dixwazim balê bikşînim li dijî van hemû zext, astegî û şertên faşîzmê girîngiya yekitiya gelê me û bihevrebûnê. Roj, roja yekitî û avakirina bihevrebûnê ye, bilindkirin têkoşîna me, roja binxistina faşîzmê ye û roj hatiye ku AKP tenê li ser tabeleyê bimîne.”