FAO û WFP: Li seranserê cîhanê krîza birçîbûnê kûr dibe
Raportek hevbeş a FAO û WFP eşkere kir ku 13 welat, tevî Sûriye, di bin xetereyek cidî ya birçîbûnê de ne, di heman demê de hişyarî da ku pevçûn, krîzên aborî û guherîna avhewayê bêewlehiya xwarinê ya cîhanî kûrtir dikin.
Navenda Nûçeyan – Belavbûna birçîbûnê ya li çaraliyê cîhanê, ku ji ber pevçûnan, zextên aborî û bandorên guherîna avhewayê zêde dibe, dibe yek ji pirsgirêkên mirovî yên herî giran.
Raportek hevbeş ku ji hêla Rêxistina Xurek û Çandiniyê ya Neteweyên Yekbûyî (FAO) û Bernameya Xwarinê ya Cîhanê (WFP) ve hatî weşandin, 13 welatan wekî herêmên ku xetera birçîbûnê ya cîhanî herî zêde ye destnîşan dike.
Sedema bingehîn şer û tundiye
Raport hişyarî dide ku bêewlehiya xwarinê dikare di navbera Hezîran û Mijdarê de li welatên ku Sûriye jî di nav de ye, xirabtir bibe. Şer û tundiya çekdarî sedema sereke ya krîza birçîbûnê ye li 12 ji 13 welatên di nav de, di heman demê de zextên aborî û bandorên guherîna avhewayê jî krîzê girantir dikin.
Kapasîteya rêxistinên alîkariyê qels bûye
Sûdan, Sûdana Başûr, Yemen û Filistîn wekî welatên ku birçîbûn herî giran û berbelav e hatin dabeşkirin. Sûriye, Somalî, Nîjerya, Çad, Burkîna Faso, Malî, Komara Demokratîk a Kongoyê, Myanmar û Haîtî jî di nav welatên bi xetereya bilind de hatine diyar kirin. Di raporê de hat destnîşankirin ku kêmbûna ji sedî 59 di fînansmana alîkariya mirovî ya cîhanî de di navbera salên 2022 û 2025’an de gihiştina kesên hewcedar dijwartir kiriye û kapasîteya rêxistinên alîkariyê bi giranî sînordar kiriye.
Divê alîkarî berfirehtir bibe
Ajansên Neteweyên Yekbûyî banga bersiveke lezgîn kirin û diyar kirin ku divê alîkarî berfirehtir bibe, gihîştina kesên hewcedar were misogerkirin, û divê veberhênan werin kirin da ku berxwedana civakên ku ji krîzan bandor bûne were avakirin.