Pervîn Buldan: Dê HDP çarenûsa welat diyar bike!

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan a di civîna koma partiya xwe de axivî, destnîşan kir ku dê HDP bibe diyarkera hilbijartinê û wiha got: "Werin em vê riyê di 14’ê Gulanê de bikin riya serkeftinê.”

Enqere – Di civîna koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de vê heftê Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan axivî. Pervîn Buldan der barê hilbijartin û mijarên di rojevê de derketine pêş de nirxandinan kir.

Pervîn Buldan balkişand ku bi nêzbûna rojeva hilbijartinê çavê her kesî li ser HDP’ê ye û da zanîn ku HDP’ê dê berpirsyartiya dikeve li ser milê wê bi cih bîne. Pervîn Buldan a balkişand li ser helwesta Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM), anî ziman ku polîtîkaya înkarê ketiye meriyetê. 

Tam kumpas e’

Pervîn Buldan di axaftina xwe de bal kişand ser redkirina daxwaza HDP’ê ya “Bila biryara girtinê taloqê dawiya hilbijartinê bê kirin” ya ji aliyê Dadgeha Destûra Bingehîn ve û wiha axivî: “Tifaqa kumpasê ya AKP-MHP’ê bi destê AYM’ê destwerdanê li pêvajoya hilbijartinê dike. Lewma ewqas xwedî li doza girtinê derketin. Ewqas kesên qirêjî ne ku ji bo qutkirina alîkariya xizîneyê bi rêya emniyetê şahidekî nepen afirandin. Bi navê şahidê nepen îfadeyeke ji 100 rûpelan pêk tê û tu eleqeya wê bi rastiyê re nîne û komplo çêkirin. Bi lez û bez şandin AYM’ê û wan jî bêyî ku rêgezên hiqûqê esas bigirin biryara bloqekirina hesabên partiya me dan. Tam kumpas e.”

Pervîn Buldana dibêje “HDP ne pariyeke biçûk e û dê di qirika we de bimîne ye” da zanîn ku partiya wan dê ji vê pêvajoyê jî bi hêz derkeve.

'Yek ji lingê kampanyayên hilbijartinê şer e'

Hevseroka Giştî ya HDP'ê ku anî ziman hikûmetê di pêvajoya hilbijartinê de li dijî Rojava amedekariya şer dike, axaftina xwe wiha domand:

“Lingê din kampanyayan jî polîtîkaya şer e. Piştî ku di meha adarê de biryara hilbijartinê dayîn, dest bi amadekariyên şerekî li dijî Sûriyeyê kirin. Ji ber ku êdî sozeke bidin gel nema ye. Ji bo pirsgirêkên gel jî tu çareseriyên wan nînin. Dixwazin bi rêya şer ser birçîtî û xizaniya gel bigirin. Divê tevahiya raya giştî û muxalefet di ferqa vê rastiyê de be.”

Îmrali, noqteya sifir a hiqûqê ye!’

Pervîn Buldan diyar kir ku polîtîkayên tecrîdê li hemû deverên welat te pêkanîn û wiha got: “Tecrîda li Îmraliyê ya li ser birêz Ocalan pêl bi pêl li tevahiya welatê belav bû û pergala bêhiqûqiyê ava kirin. Mesele ne tenê îmrali lê tevahiya welêt û gelan e. Tevahiya siyaset û pergala tarî ya gel pê dorpêç kirine, bi rêya tecrîda li Îmraliyê didomînin. Hiqûq û makeqanûn ji holê hatiye rakirin. Îmrali, bi hiqûq û makeqanûneke taybet tê birêvebirin. Welêt, bi makeqanûna tecrîdê re birêve dibin. Îmrali, noqteya sifir a hiqûqê ye!.”

Bang li muxalefetê kir

Pervîn Buldan bang li hemû muxalefeta siyasî ya Tirkiyeyê kir ku li dijî tecrîdê bibin xwedî helwest û wiha axivî: “Binêrin, hefteyek berê ji 7 welatan 35 parêzer, aktîvîst û siyasetmedar hatin Tirkiyeyê. Ev kes, endamên Deleqasyona Navneteweyî ya li Dijî Tecrîdê bûn. Li Amed, Enqere û Stenbolê bi dehan sazî, malbat û partiyan re hevdîtin kirin. Di 28’ê çileyê de jî li Stenbolê daxuyaniyek dan û xwestin ku pergala tecrîdê ya li Îmraliyê bê bidawîkirin. Rastiya ku hemû dinya dibîne, divê siyasetmedarên Tirkiyeyê jî bibînin û li dijî tecrîdê xwedî helwest bin. Muxalefeta ku dibêje ‘em ê dewletê ji rizîbûnê rizgar bikin’ divê ji ewil li dijî tecrîdê xwedî helwest bin ku destpêka vê rizîbûnê ye. Nêzikatiyên ku bingeha pirsgirêkan nabîne, nikare çareseriyê pêş bixe. Em tam di rewşeke wiha ya tecrîd û rizîbûnê de dikevin pêvajoya hilbijartinê. Divê hemû kes di ferqa vê rastiyê de be.”

‘Divê koalîsyona li dijî şer bê avakirin’

Pervîn Buldan a diyar kir divê koalîsyona li dijî şer bê avakirin, wiha axivî: “Feraseteke ku nikare li dijî polîtîkayên şer derkeve, dê nekare xwe xelas bike ku nebe parçeyeke desthilatdariyê. Bi boyaxkirina pergala red û înkarê re hûn nikarin demokrasiyê bînin vî welatî. Divê muxalefet vê rastiyê baş bibîne. Divê hemû kes li dijî lobiyên şer ên dixwazin li Qesra li Beştepeyê tunêla desthilatdarê ava bikin hişyar be.”              

‘Ji bo ewlehiya sidoqan havkariyek demokratîk hewce ye’

Pervîn Buldan bi bîrxist ku bi taybet ji bo ewlehiya hilbijartin û sîndoqan li dijî kumpasên desthilatê hêza hevkarî û yekitiya demokratîk hewce ye, hevkarî kirin giringiyek dîrokî ye û wiha got: “Li dijî lîstik û kumpasên îktîdarê yên li dijî ewlehiya sindoqê, divê yekitiya hêzên demokratîk were avakirin û hevkarî bê kirin. Em ne li vî welatî û ne jî li welatên cîran şer naxwazin. Tu ciwanên me yên ku em bi qurbanî şerê kursiyê yê îktîdarê bikin tune ne. Peywira her kesî ye ku bibêje; “tu aboriya me ya em ji bo şer tune bikin nîne”. Divê gelên me baş bizanin ku êdî tu çareseriyekî ku îktîdar bo welat bîne nema ye. Bi nêzbûna hilbijartinan re hewl didin çavkaniyên gel ji bo hilbijartinê bi kar bînin. Dibêjin qey dengên gel tên firotin. Ji ber ku zîhniyeta wan ev e. Ji bo ku xanedaniya xwe li ser pêyan bihêlin, serî li tecrîd, şer û kumpasan didin.”

‘Tu sê cara nikarî bibî namzet’

Pervîn Buldan bal kişan ku Ji bo Serokê Giştî yê AKP’ê dîsa bibe namzetê serokkomariyê, Tifaqa Cumhur di nava hewldanan de ye, eve ne rewaye û wiha dom kir: “Erê rast e li gorî makeqanûnê Erdogan nikare cara 3’yemîn bibe namzet. Ev yek pir eşkere ye. Namzetiya wî ne rewa ye. Bila li dîrokê cih bigire, heke bibe namzet, em ê bi namzetekî nerewa re rû bi rû bimînin. Lê xuyaye ku dê guh nedin makeqanûnê. Serokê giştî yê AKP ji bo îro cardin bibe namzet bi xwe got kronometre 2018’an sifirbûye. Serokkomariya ku beriya 2018’an kirî ji nedîtî ve hat. Ev bi awayek aşkira îfade kir. Dibêje ev nayê hesibandin, bi xwe xwe sifir dike.”

‘Di îtifaqa me de hemû kesên li kêleka demokrasiyê hene’

Pervîn Buldan destnîşan kir ku wê HDP çarenûsa welat diyar bike û wiha got: “Ji vê derê ez carek din bang li hemû gelê welat; Karker, bêkar, kedkar, jin, xanenîş, ciwan, hunermend, nicîskar, rewşenbîr, sendîka, rêxistinên kedê û pîşe, qada baweriyê dikim ku em bi hêza xwe, bi têkoşîna xwe, kesên li kêleka ked û azadiyê emê bikarin jiyanek nû bi hevre qezen bikin û înşa bikin. ev yekitî hza avakirina pêşerojê ye. Emê pêşerojê ava bikin û emê bi ev kesîmên ku min jimartî re ava bikin. Mezinkirina vê meşê erka me ya dîrokî ya li beramberî vî geli ye. ez carek din we daxwazî mezinkirina vê meşê û bi hevre qezençkirina pêşeroja me dikim. Di Tifaqa ked û azadiyê cihê hemû kesên ku li kêleka demokrasiyê heye. Hemû kesê ku xwe di pêşerojek demoqratîk, û komarek demoqratîkk de dibîne û rêya ku tifaqa me vekiriye, rêya yekitiyê ye. werin em vê rêyê di 14’ê Gulanê de bikin rêya serkeftinê!”