Pervîn Buldan bi jinên rojnameger re civiya
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan, di hevdîtina bi jinên rojnameger re bal kişand ser betalkirina Peymana Stenbolê û got: "Betalkirina Peymana Stenbolê tê wateya domandina darbeya li hemberî destkeftiyên jinan."
Stenbol - Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan derbarê betalkirina Peymana Stenbolê de li otelekî Beyogluya Stenbolê bi jinên rojnameger re civiya. Li salona pankarta "Peymana Stenbolê dide jiyin û em dev ji Peyman Stenbolê bernadin" hat daliqandin, gelek jinên rojnameger û jinên parlamenterên HDP'ê amadebûn.
Pervîn Buldan li ser betalkirina Peyîmana Stenbolê nirxandin kir û got: "Betalkirina Peyîman Stenbolê tê wateya darbeya li hemberî jinê. Li gelek qadan darbe pêk hat û ev tişt jî bû darbeyek nû. Beriya niha jî li hemberî destkeftiyên jinan darbeyek pêk hatibû û betalkirina peymanê jî tê wateya domandina darbeyan. Divê mirova behsa destkeftiyên beriya Peymana Stenbolê jî bike."