‘Pervîn Buldan ev erdnîgarî ji bo aştiyê amade ye’

Endama Şandeya DEM Partiyê ya Îmraliyê Pervîn Bûldan di Newroza Êlihê de axivî û bal kîşand ser şert û mercên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Pervîn Buldan got: “Divê birêz Ocalan di şert û mercên azad de bixebite.”

Navenda Nûçeyan – Endama Şandeya DEM Partiyê ya Îmraliyê Perwîn Bûldan di Newroza Êlihê de axivî diyar kir ku divê ji aliyê dewleta Tirk ve ji bo pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” gav werin avetin.

Pervîn Buldan xîtabê gelê Êlihê kir û  got: “Ez Newroza we hemûyan pîroz dikim. Tevî barîna baranê û hewaya sar hûn hatin qadê hûn her hebin. Min ji birêz Ocalan silav ji we re anîn. Ji bo gelê Êlihê silavên taybet ên birêz Ocalan min anîn. Em jî ji vir ji birêz Ocalan re silavan dişînin. Bi hezaran caran spasiya birêz Ocalan ku emrê xwe daye vê têkoşînê dikin. Newroz ne tenê cejn e, ji bo gelê Kurd xwedî girîngiyeke dîrokî ye. Newroz li dijî zordestî, zalim û dîktatoriyê roja serhildan û berxwedanê ye. Newroz di heman demê de roja hebûnê ye. Ji ber vê yekê careke din Newroz li we pîroz be. Em bi hêsanî nehatin van rojan, bi hezaran bedel dan. Em kesên niha di nav me de nîn in bi rêzdarî bi bîr tînim.”

‘Divê birêz Ocalan di şert û mercên azad de bixebite’

Pervîn Bûldan bal kişand ser pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” û wiha got: “Niha pêvajoyek heye. Ev pêvajo nêzî salek û nîv e didome û ast bi aste heta van rojan hat û hinek gav hatin avêtin. Divê niha bi gavên pratîk ku gelê me li bendê ye bên avêtin. Em hatin asteke din. Sibê mesai dest pê dike û roja sêşemê dê meclîs vebe. Divê bêyî ku em wext winda bikin gelê me li benda gavên şênber, çêkirina qanûnan e. Gelê me li benda mafê perwerdeyê ye li bendê ye ku qeyûm bi paş ve bên kişandin. Vîna we tune hesibandin hevşaredarên we ji peywirê girtin û qeyûm tayînî şûna wan kirin. Em vê helwesta ku zirarê dide pêvajoya aştiyê qebûl nakin. Êdî dema ku hevşarêdarên me vegerin ser karê xwe ye. Civak li benda vê ye. Civak li bendê ye ku qenala riyên siyaseta demokratîk vebibe. Ev gel li bendê ye ku birêz Abdullah Ocalan di şert û mercên azad de bixebite. Yek ji aktorên sereke birêz Ocalan e. Heke ev pêvajo berdewam bike divê birêz Ocalan di şertên azad de bixebite û pêşî lê bê vekirin. Wê demê em dikarin aştiyeke rast pêk bînin û ev pêvajo bi ser bikeve.

‘Divê bingeheke qanûnê bê danîn’

Me gelek bedel dan û ked dan. Dayîkan hêsirên çavan rijandin û zarokên me ketin bin axê lê niha rewşeke cuda heye. Heza ku aştiyê pêk bîne heye. Salek û nîv in tu cenaze nehatine vî welatî. Em di serdemeke ku ne dayîkeke Kurd û Tirk negrîn de amade ne destên xwe bidin bin kevir. Êdî dema mijûlbûnê nîn e divê gavên pratîk bên avêtin. Bang li birêz Serokkomar dikim, me di serdanê de got gavên şênber bavêjin lê hê pêk nehatine. Ji sibê û şûnde divê bingeheke qanûnî bê danîn. Ev erdnîgarî ji bo aştiyê amade ye. Divê her kes berpirsyariya ku dikeve ser milên wan pêk bîne. Em dikevin pêvajoya entegrasyona demokratîk. Jinên rêzdar di vê pêvajoyê de berpirsyariya herî zêde dikeve ser milên we. Rêzdar Ocalan gotibû divê jin pêşengiya vê pêvajoyê bikin. Em ê bi hev re bi ser bikevin. Em ji ciwan, jin û gelê Êlihê bawer in. Dîsa Newroz û aştî pîroz be.”