Pêngava 16 rojan têkoşîneke femînîst e li dijî tundiyê meydan dixwîne - GOTAR

Ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, heta Tûnis, Mexrib, Efganistan û Îranê roja 25’ê Mijdarê roja têkoşîna li dijtundiya li ser jinan, bûye mîrasa têkoşîna zindî. Jinên Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqayê, li dijî pergala serdest meşaleya azadiyê bilind kirin.

AVRÎN NAVDAR

Pêngava îsal a 16 rojan têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan, bûye qêrînek kolektîf di bingeha xwe de peyama berxwedan û hêzê digre. Jin bi çalakiyên xwe nîşan didin ku tundiya li dijî wan tê kirin, sîstematîk e, ji ber hebûna serweriya rejîmên serdest e. Piştevaniya femînîst ne tercîhek duyem e, riya jiholêrakirina tundiyê û avakirina jiyana azad e.

Ji çalakiyan wêdetir teşhîra pergala serdest

Ji 25’ê Mijdarê ve li gelek welatên Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqayê jinan dest bi pêngava 16 rojan a têkoşîna li dijî tundiyê kirin. Di vê pêngavê de gelek çalakiyan ji bo hişyarkirina jinan li dar xistin. Van xebatan sembolîk neman, pergalên zextê deşîfre bûn, rewabûna wan a sexte îfşa kir.

Îsal pêngava têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan ku di 25’ê Mijdarê de dest pê kir, bû qadeke têkoşînê peyameke berfireh bi konferans  û panelan. Jinan di atolyeyan de nîqaş kirin ku bedena jinan û dengê wan çawa bûye qadeke pevçûnê, dewlet ji bo bêdengkirin û serîtewandinê çawa sefer bûne. Metnên analîtîk, bi tarîfkirina diyarbûna tundiyê nebû, pergala wê ya kûr teşhîr kir, zagon bûne amûra rewakirina zextê û têkoşîna li dijî van pergalan, gava yekem ku ji nû ve qezenckirina mirovahiya jinan û rûmetê ye. Jin di civînên li ser maseyan, atolye, semîner û xebatên hişyariyê de hatin ba hev, awayên tundiyê, sedemên wê nîqaş kirin. Nîqaş bi teşxîsan sînordar neman, neçarbûna têkoşîna li dijî zagonên ku tundiyê rewa dikin û piştevaniya femînîst li dijî zihniyeta serdest digre bin temînatê hatin destgirtin.

Qêrîna femînîst hebûna mirovahiyê diparêze

Hemû çalakiyên di çarçoveya pêngava 16 rojan a têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan de, ne çalakiyên demkî ne, îlana kolektîf a li dijî hemû cureyên zextê ye. Li kolanên Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqayê qêrîna jinan bilind bû, li dijî tundiyê qîrîna ku bi pankart û dirûşman bû yek, nîşan da ku tu awayên tundiya sîstematîk wê dengê ji bo azadiyê nebire.

Jinan dît ku hêzên zextê bi navê cudahiyê, bi maskeyên zihniyeta serdest ku zihniyeta serdest, cîhadîst e li ser kar in. Li Sûriyeyê Heyet Tehrîr el-Şam, li Yemenê Hûsî, li Sûdanê Hêzên Piştgiriya Lezgîn, li Lîbyayê Birayên Misilman, hedefa hemû kesan serîtewandina jinan e û dûrxistina ji mirovahiyê ye.

Ji Xezayê heta Sûdanê dengê jinan bû yek

Pêngavê di bin siya şer û pevçûnên ku civakê diwestîne de dest pê kirin. Dewletên serdest bi çavkaniyên sererd û binerd bazirganiyê dikin, bedelên wê yên herî giran jinan da. Tevî vê jî jin radestî hilweşînê nebûn.         

Rêgeza bi hêz a îsal a pêngavê ji salên din cuda, piştevaniya jinan bû. Banga jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo Xezayê, daxwaza jinên Yemenê ya ji bo parastina jinên Sûdanê, piştevaniya jinên Mexribê bi jinên Tûnisê re, bal kişandin ku doza Filistînê ji doza mirovî ya têkoşîna kûrewî ya jinan ne cuda ye.

 Li Sûdanê, di demeke ku jin rastî binpêkirinên herî giran ên weke revandin, destdirêjî û koçberkirina bi darê zorê hatin de, dengê ku ji Sûriye û Yemenê bilind bû, wehşeta Hêzên Piştgiriya Lezgîn şermezar kirin û destek dan berxwedana jinên Sûdanê.

Li Tûnisê di demek ku jinan û rêxistinên mafên mirovan rastî zexta dewletê hatin de, jinên Mexribê, destê xwe dirêjî jinên Tûnisê kirin û li dijî rejîmên ku li dijî azadiya îfadeyê, şer dest pê kirin îlan kirin ku bûne dengekî. Filistîn di çalakiyên îsal de derket pêş hat diyarkirin ku aramiya rast encax bi cihgirtina jinên Filistînê di navenda projeya aştiyê de gengaz e.

Ev sekn, bi dirûşm û nêrînên şexsî sînordar nema, hat diyarkirin ku pirsgirêka jinan ne herêmî û şexsî ye, pirsgirêkek gerdûnî ye, tor û piştevanî jê re pêwist e û bûye felsefeyeke kolektîf. Pêngavê îsbat kir ku piştevaniya jinan ne bertekek demkî ye, projeyeke demdirêj a berxwedanê ye jinan dike pêşeng.

Parvekirina ceribandinan çavkaniya têkoşînê ye

Parvekirina jinan a ceribandin û destekftiyên wan, ne tenê ragihandina tecrubeyan e, çalakiyeke berxwedanê ye ku pêngavê bi hêz dike û asta navneteweyî dide qezenckirin. Şoreşek li kîjan welat û aliyê Rojhilata Navîn hebe, jinên ku bûna perçeyek serhildan û tevgerên azadiyê, ceribandinên xwe kirin mîrasek hevpar. Hedef kirin ku sînorên çêkirî yên di navbera gelên herêmê de derbas bikin.

Destkeftiyên jinan ên bi şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dest xistine, wekî modelek şênber a demokrasî û wekheviyê derket holê. Bû referansek, bi jinên Lubnan û Misrê re hat parvekirin. Bi panel, çalakî, platformên dîjîtal û serdanên delegasyonên jinan, ev ceribandinên rêxistinkirî û dorveger ketin meriyetê, têkoşîna jinan nîşan da ku erdnîgarî desthilatdariyê nas nake, erdnîgariyek nû ya di bingeha azadî û wekheviyê de ava kiriye.

Ger em pêngava16 rojan pênase bikin; ev pêvajo ne salnameyeke çalakiyên sînordar e, destpêka têkoşîna nû bû. Jinan soz dane ku ew ê civakan ji tundiyê paqij bikin. Bi dengê jinan û aktivîstên pêşeng, careke din îlan bû ku rêxistinkirin û piştevaniya jinan li dijî pergalên serdest çeka herî bi hêz e, riya pêşeroja adil û mirovî di vir de derbas dibe.     

*Rojnameger