“Pêdiviya jinên Rojhlata Navîn bi zanista jineolojî heye”
Endama akademiya Jineolojî ya Rojhilata Navîn Nujîn Yusif giringiya jineolojiyê ji bo jinên Rojhilata Navîn wiha anî ziman: “Ji bo hevjiyana azad jiyanî bibe pêdiviya jinan xebata li ser rêbazên jineolojiyê heye. Ji ber wê jî hewceye jineolojî di nava jinên Rojhilata Navîn de belav bibe.”
TEWAR PENCEWANÎ
Beyrut - Konfaransa yekem ya jinên Rojhilata Navîn û Bakûrê Afrîqa li bajarê Amade Bakûrê Kurdistanê hat li darxistin, konfaransa dûem jî li Beyruta paytexta Lubnan hat li darxistan û jin ji 16 welatên cûda bejdar bûn. Endama akademiya Jineolojî ya Rojhilata Navîn Nujîn Yusif a di konferansê de amadebû giringiya nîqaşên wan du rojan jinên ji welatên cuda di derbarê xebatê jinan ên welatê xwe de kirîn li ser xebatê wan weke jineolojiyê ji ajansa me nirxand.
“Pêwîsta Jineolojî li Rojhilata Navîn belav bibe”
Nujîn giringiya nirxandinên jinan ên du rojên konfarasê wiha anî ziman: “Me di konfaransê de nirxandin li ser têkoşîna jinan piştî bihara Ereban di çî astê de û li gel wê jî êrîşên deshilata mêrsalar bi rêya mêran li ser jinan dide meşandin kir. Pêvegirêdayî li ser mijarên weke kuştina bin navê namûsê û tundiya li beramberî jinan tê meşandin ku hinek deman digihe asta xwekuştinê nirxand.”
Nujîn giringiya xebatên jineolojiyê di Rojhilata Navîn de jî wiha pênase kir: “Em weke akademiya Jineolojî di konfaransê de amade bûn. Giringiya zanista jinê jineolojî û sudên wê ji bo xebatên jinan ên hemû welatan heye, ji bo wê jî hewceye li welatên Rojhilata Navîn belav bibe. Ji ber divê hîn zêdetir sîstem û aqlê mêrsalarî têkoşîna îradeya jinê nas bike. Ev jî bi zora têkoşna jinan dê bê pejirandin.”
“Serborî û êşên jinan li her derê hemane”
Nujîn da zanîn ku jineolojiyê felsefeya jiyanê avakiriye û wiha dom kir: “Hun di kîjan welatî de bin tu cûdahî nîne, ji ber jin li her welatî rastî heman aqlê mêrsalarî tê. Dibe ku di aliyê çand û cografya de cûda bin, lê belê rewşa jinan li her welatekê hemane û heman êşê dikêşin. Ji ber êşên zêde weke ku jin ji jiyanê xeyidîne xwiya dikin. Di rastiyê de wisan nîne, dema ku derfet dibîne baş tevlî xebatê dibe û wê negatîfbûnê bi giştî ser xwe davêje. Jineolojî dikare xeyidibûna jinan li dijî sîstema aqlê mêrsalarî bike rêya têkoşînê. Ji ber jineolojî felsefeya jiyanê ava kiriye, pêkanîna malbatekê çawane, jinek çawa dikare jiyanek hevbeş ava bike, hemû perspektîfa wê heye. Divê em hêza xwe bilindtir bikin û hewil bidin jineolojiyê di nava Rojhilata Navîn belav bikin, daku em bikarin weke jin bibin xwedî nirxên hîn zêdetir.”