"PDK bi rewakirina dagirkirina Kurdistanê re xwestekên dewleta tirk bi cih tîne"
Hevseroka TEV-DEM ya herêma Firatê Hedle Hesen siyaset û nêzikatiyên PDK`ê nirxand û got: “PDK`ê heman kiryarên dewleta tirk pêk tîne û dagirkirna Kurdsitanê rewa dike."
BERÇEM CÛDÎ
Kobanê - Dewleta tirk ji salên 90`î ve bi erêkirina rêveberiya Başûrê Kurdistanê xwe li wir bi cih kiriye. Li ser vê bingehê ew di roja îro de 40 km derbasî axa Başûrê Kurdistanê bûye û 73 baregehên leşkerî ava kiriye. Bi destûra hikûmeta Başûrê Kurdistanê bê navber êrîşî herêmên cuda yên Başûrê Kurdistanê dike.Têkildarî tevgera dagirkeriya dewleta tirk a li Başûrê Kurdistanê û bê dengiya PDK`ê, hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Hedle Hesen ji ajansa me re nirxandin kir.
"Dewleta tirk bê hesab li Başûrê Kurdistanê ye"
Hedleyê di destpêkê de bal kişand ser hebûna dewleta tirk di Başûr de û got: "Hevkariya dewleta tirk û PDK`ê xwedî dîrokeke dirêj e. Em îro jî dibînin ku dewleta tirk 40 km derbasî axa Başûrê Kurdistanê bûye û 73 baregehên leşkerî ava kiriye. Di tu zagonên navnetewî de nayê pejirandin ku dewletek xwe li axa welatekî din bi cih bike. Lê dewleta tirk bi destûr û erêkirina PDK`ê li Başûrê Kurdistanê tevger dike. PDK`ê bi van kiryaran dagirkirina Kurdistanê û qirkirina gelê Kurd rewa dike. Em dizanin ku dewleta tirk dixweze Tevgera Azadiya Kurdistanê tune bike û PDK`ê jî alîkariyê dide. Heger ne wiha be, wê PDK`ê rê nedaba dewleta tirk ku li axa wan bi cih bibe û êrîşî Başûrê Kurdistanê bike."
"PDK xizmeta dewleta tirk dike"
Hedle Hesen di domandina axaftina xwe de behsa nedayîna PDK`ê ji cinazeyên şervanên Tevgera Azadiya Kurdistanê re kir û got: "Dewleta tirk hevkariya PDK`ê hemleyeke leşkerî li çiyayên Kurdistanê, li hember şervanên Tevgera Azadiya Kurdistanê dabû destpê kirin. Şervanan di çarçoveya hemleya Bazên Zagrosê û Cenga Xabûrê berxwedaniyeke mezin nîşan dan. Hinek şervanan di şer de û hinekan jî di encama kemînên PDK`ê de jiyana xwe ji dest dan. PDK`ê ev zêdetirî mehekê ye ku cinazeyên şervanan girtine û nadê ye malbatan. Ev kiryar, hişmendiya dewleta tirk tîne bîra me ku wan jî cinaze bi rojan, meh û salan nedida malbatên wan. Ji ber vê em vê yekê dibêjin ku AKP-MHP, PDK`ê veguheriya weke xwe. Dayîkên wan şervanan li ber deriyê Sîmalkayê ketine çalakiyê, lê heta niha jî cinazeyên zarokên xwe negirtin e. PDK`ê bi van kiryaran pîvan û nirxên mirovahiyê binpê dike û şerme ku bûyerên wiha rû bidin."
"Wê vê carê serkeftin para me be"
Hevseroka TEV-DEM Hedele Hesen axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: "Di dîrokê Kurdistanê de gelek serhildan pêk hatin ku di encamê de bi sedan destkeftî hatin qezenckirin. Lê her tim bi riya Kurdên îxnatkar ku hevkarî bi dijmin re dikirin, dihatin têk birin. Di sedsala 21.emîn de bi saya rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan, Tevgera Azadiya Kurdistanê, her wiha şoreşa 19`ê Tîrmehê gelê Kurd careke din bûn xwedî serhildan û destkeftî. Weke dîroka borî em dîsa rastî hinek Kurdên ku hevkariyê bi dijmin re dikin tên. Lê ev sedsal û ev serhildan cûda ye, ji lewra wê vê serkeftin bibe para me. Ji ber vê hevgirtina gelê Kurd û xwedî derketina li destkeftiyên me gelek girîng e."