Paytexta Sûriyeyê Şam ket destê komên çeteyan

HTŞ’ê ku di 27’ê Mijdarê de êrîşî Helebê kiribû, ragihand ku danê sibehê paytext Şamê xistiye bin kontrola xwe.

Navenda Nûçeyan- Dewleta Tirk û koma çeteyên girêdayî wî HTŞ’ê piştî êrîşên 27’ê Mijdarê yên li dijî Helebê, ragihand ku danê sibehê paytexta Sûriyeyê Şamê xistiye bin kontrola xwe. HTŞ’ê diyar kir ku Serok Beşar Esad welatê xwe terikandiye. 

Di daxuyaniya koma çete ya li ser hesabê xwe yê Telegramê de wiha hat gotin: "Di 8'ê Kanûna 2024'an de em diyar dikin ku ev serdema tarî bi dawî bûye û li Sûriyeyê serdemeke nû dest pê dike." Ji aliyê din ve Serokwezîrê Sûriyê Mihemed Gazî Celalî vîdyoyek parve kir û ragihand ku ew amade ne bi hikûmeta veguhêz re hevkariyê bikin.

Der barê aqûbeta Beşar Esed de heta niha tu daxuyaniyek fermî nehatiye dayîn.